|
|
|
Qilçix -----------------------------
Rexne ya kurdî qedexe ye
Çanda bê rexne seqet e.
Eger ne ji nameyên dost û gelacan bana, min ê ne bersiva hêja Ehmedê
Huseynî daba û ne jî min ê guman bikra ku nivîsa wî ya dawî li ser min
e, çimkî wî ez bi nav nekirime, û ne jî min dixwest dakevin vê asta
nizim ji rexneyê, û ne jî serê xwendevanan bêşînim.
Piştî neh mehan diyar dibe ku hîn jî cihê rexneya min qeşmûşk negirtiye,
xuyabû giran û tûj bû. Li aliyê din ê xirecirê, min diwêrîbû destê xwe
deynim ser birîna rexneyê, û tunebûna wê. Piştî neh mehan diyar dibe ku
rexne qedexe û kînkişandin e. Jixwe ne mebesta min bû ku kesekî bêşînim,
û qet rojekê ji rojan min hewl nedaye bi mebest mirovekî bêşînim.
Mebesta min ji rexneyê ew e ku nivîskar û rewşenbîrên me, mîna
rewşenbîrên xelkê di asteke bilind a rewşenbîrane de xwedî helwestên
bilind bin. Mîna
Aristoteles û Aleksenderê mezin bin. Ne wek Ehmedê Huseynî yê ku
gotin û helbest(ziman û helbestên 40-50 milyon kurd) kirin bi qurbana
pêlavan, lê mixabin rexne tim xwediyê xwe ceza dike.
Nimûneyek ji nameyan, ku min û E. H wek du bira li hev sor dike.
Van: rojen arjen (evinamem@hotmail.com)
Bi gumana min taku em mîna xwediyê vê nameyê(Dij-Pişaftin/Asîmilasyon-Amedê-li
gor google û facbook),(wek
nimûne) bin dê rewşa me kurdan bi giştî kambax û jahr û ziqûm be. Tirkan
û hin din hûn hiş kirine, hûn jî tên me hiş dikin, jixwe kurd bi hev
karin.
Nameyek din ku bi riya MSN di navbera min û nivîskarekî ji bakur de hat
û çû(bi erê ya wî diweşe):
.... zegt: ev sêx ehmed ci ji te dixwaze
.... zegt: xuwîna wî ketiye cavê wî yao
Qado Shêrîn zegt: hemû bihayê rexneyê ye
... zegt: erê yao , vê rexneyê heval li dor te nehishtin
Qado Shêrîn zegt: erê wele, ez jî wisa difikirim
.... zegt: ji qewla kurdên suwêdê: de tu jî dev ji wan berde keko, ma ci
dikeve destê te ji zerarê bêtir.
Qado Shêrîn zegt: raste
... zegt: emrê me ji xwedê re, qey xwedê rexnegirî nekiriye para
milletê me wî
Qado Shêrîn zegt: Emrê me ji diktatorên piçûk re
.... zegt: ma bi zorê ye ..erê welle
Qado Shêrîn zegt: eger Ehmed wisa be, dêmek, Alfatîha li ser can û
giyanê çand û wêjeya kurdî.
.... zegt: wa mêrik daye dûv te û dev ji te bernade heta tu nebêjî ez
poshmanbûm û tishtê te kir layiqî sêxekî mezin e.
Bi gumana min du name wek nimûne bes in, yek ji aliyê baranê û ya din ji
aliyê tirsa ji baranê. Jixwe gelek kesên me, nivîskarên me,
siyasetvanên me bi du-sê-çar-şeş rûyan in. Du-sê-çar-şeş rûyî çawa çê
dibe?, Eger rewşenbîrekî din ji Berzanî û Talbanî re bigota: ”Bila
gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin .....”. dê kurdên aliyê E.
Huseynî(ne E.H.) ew bikirna dizê şekala wî, û aliyê Berzanî û Talbanî dê
ew bifirandana asmanê heftan, wek ku çawa kurdên aliyê E. H. Ew firandin
qata jorîn(vir
bitikîn). Mixabin her yek aliyê xwe diparêze, aliyên din şaş
û tune dike daku biser keve, û rewşenbîrên me bê helwest in.
Bi gumana min, ku min mirovekî din, ne E. Huseynî rexne kiriba, dê wî jî
mîna gelek nivîskar û rewşenbîrên din spasiya min bikra, û dê bigota te
qenc û xweş û çê û baş kir, çimkî dema min ew nivîsa tûj di derbarê
xwenizimkirin û nandoziya E. Huseynî de nivîsand, gelek name bi rêya
E-mail, çi jî bi rêya telefonan gihan min, hemûyan pesnê nivîsê didan û
digotin: pêdiviya me bi rexneyeke wisa mêrane û rewşenbîrane heye, jixwe
ji ber tunebûna rexneyek wisa çanda me, civaka me, zimanê me, siyaseta
me, bindestiya me, perîşaniya me, pepûk û şeşûkiya me, û her tiştê me di
rewşeke kambax de mane û bi pêş de naçin. Nimûneyek ji nivîseke
Nuri Çelik’’Lê em Kurd dijminê qewmê xwe ne mixabin. Gava kesek
hevalê me be em wî difirînin ber perê ezmanan, wî dikin mîr û wezîr.
Gava ew kes me rexne bike jî, em wî dikin mît û ajan û tirba wî dikolin.
Qey ev jî qedera Kurda ye’’.(vir bitikîn).
Ta bi nivîsandina vê nivîsê jî xwe nivîskar nabînim, wek ku Ehmed
Huseynî jî berî çend salan li Holenda di simînereke xwe de gotibû ku ew
xwe helbestvan nabîne. Bila xelk û alem bêjin filankes û bêvankes
nivîskar û helbestvan in an na. Bi gumana min gelek nivîskarên me wisa
diramin, û ev yek rast e.
Bi gumana min nivîskar tune ku di rêziman û nivîsandinê de şaş nabe,
çimkî zimanekî me yê standard tune ye, yê ku şaş nabe bila destê xwe
bilind bike da em biçin li ber destên wî yên pîroz fêrî ziman bibin. Bi
gumana min di dema xwederbirînê de naveroka nivîs û gotaran pêwiste. Em
ne gotarek rêzimanî dinvîsin, her wisa ne dersên rêzimanî didin, me ew
ji nivîskarên qatên bilind re hiştiye, çimkî dema ji jor bikevin dê
gelekî bêşin û dê gelekan bi xwe re bêşînin, lê em nifşên nivîskarên
qatên jêrîn dema em bikevin jî em ê gelekî neêşin û kesî bi xwe re
neêşînin.
Eger rast be E. Huseynî zikêşê zimanê kurdî ye, û rexneyan li zimanê min
dike, êdî çima hemû peyvên ziman, û hemû helbestên wî zimanî dike bi
qurbana pêlavan. Bila biçe derûdora xwe paqij bike baştir e. Bila biçe
ji yê ku pere jê digirtin û hîn jî digre fêrî zimanê qata bilind bike
baştir e. Mane ji bo wan çend qirûşan xwe erzan û nizim kir, taku me jî
ew rexne ya tûj wek helwestek rewşenbîrane lê kir. Bila biçe wan kesan
fêrî zimanekî xweşik û rindik û findik bike baştir e, bila şîretekê li
wan bike ku bi zarokên xwe re ne bi tirkî lê bi kurdî biaxivin, çimkî
bandora wan bi gelekî ji ya min bêtir e. Bila di vê mijarê de xwedî
helwest be, mêr be, bila helwesta xwe ya rewşenbîrane, ji bo dîrokê,
nivîskî eşkere bike, eger ku ne derew û berjewendiyên xwe yên kesane
diparêze. Bila mirov bi wijdan û helwest be. Kurd dibêjin: ‘’ga dimre
çerm dimîne, insan dimre nav dimîne’’.
Piştî neh mehan diyar dibe ku, eger min ew bi wê rexneya tûj
nehetikandiba, wî nivîsa dawî nedinivîsand. Eger mirovekî din rexne
bikira me yê bigota weleh rast e, zikêşê ziman e, êdî rexneyan dike.
Bila nûnerên milet, parlementerên milet, siyasetvanên milet ên ku du
gotinan bi kurdî nizanin û bîst û çar saetan şeldim beldima wan e rexne
bike baştir e ku kînê di nava xwe de biçîne. lê E. Huseynî carekê jî,
tenê carekê jî kesekî din rexne nekiriye, ta bi serdestan jî rexne nake,
mirov dikare bêje ew bêhelwest e. Tenê dema helbesta Ocalanos nivîsand û
di dûv re jî helwesta xwenizimkirin û dîrokî (”Bila gotin û helbest
bi qurbana pêlava te bin Ocalanos”)((mebest qet ne birêz A. Ocalan
e, belê helwesta rewşenbîrane ya qaşo rewşenbîrekî kurd e))di tûrikê wî
de du helwest çêbûn, jêre bûn mîrat û dîrok û nimûneya xwenizimkirin û
helwestfirotinê di dîroka çand û wêjeya kurdî de. Eger E. Huseynî wek
rewşenbîr xwedî helwest e, bila yên ku Orhan Mîroglu bi kuştinê tehdîd
kirine şermezar bike. Bila mafê rexneyê bide
Osman Baydemir(vir bitikîn),
mane herduyan helwest, bîr û boçûnên xwe gotine. Wan xincerên jahrkirî
di dilê kesî de neçikandine.(vir
bitikîn).
Jixwe ji tirsa yên mîna E. Huseynî û parêzerên wî kes rexneyan nakin û
hemû bêdeng û helwest in.
Piştî helwesta Ehmed”Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin
Ocalanos”, me ji zimanzan, nivîskar û dostan pirsîn; gelo di wê
hevokê de ‘’pêl-av’’ li şûna pêlav çêdibe. Hemûyan gotin na qet çênabe,
rabû me ew nivîsa bi xirecir nivîsand û em ji wê rojê ve dibin armanca
kîn û rexneyên tewşomewşo. Jêdera nivîsa me jî ne tenê nûçeya malpera
Avesta bû wek ku wî guman kiribû, mixabin wî malper bi çayxane binav
kiribû, belê jêdera me rojnameya Azadiya Welat bû.(
http://www.welat.org/imaj/erojname/rojev18/album/slides/09.html
) an jî (http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=4954
).(bitikîn).
Ehmed di nivîsa xwe de bêyî ku min bi nav bike dibêje: ‘’ geh rexnegir
e, geh çîroknivîs e, geh qeşmer û tinazkar e, geh bernamevan e, geh
helwestbazekî siyasî ye’’. Bi gumana min bêhnek pîs ji van hevokan
difûre, bêhna zikreşiyê, kîn, qamçî û fermanên diktator û parêzerên
telaqreş, ji wan difûre. Ew hevok tên wateya ku rewşenbîrek bûbe
diktatorekî piçûk. Min di pêşbirka kurteçîrokê de xelata yekemîn girtiye.
Rexneyan jî li nivîskarên dolaran dikim, li rewşenbîrên helwestfiroş
dikim, li serok û siyasetvanên ku bi kurdî nizanin û kurd kirine kole,
dikim. Bernameyên ku ez pêşkêş dikim, alîkarî bi nivîskar û rewşenbîran
re ye, çimkî em di MKURD.TV de çalakiyên rewşenbîran, mîna Mehrecana
Helbesta Kurdî li derveyî welêt, roja çanda kurdî li Essen, simînerên
kurdên rojava yên bêkes û kûs, diweşînin. Eger E. Huseynî nav di xwe
bide û çalakiyên wisa biweşîne, ez nema wî karî dikim, lê diyar e ya wî
zikreşî ye. Ez bernamevanekî bêpere û ne helwestfiroş im, alîkariyê
dikim, lê E. Huseynî....hûn zanin. Gotar û çîrokên min ketine pirtûk û
antolojiyan.
Li hevpeyvîna E. Huseynî ku di 2002an de bi min re kiribû, temaşe bikin(http://www.qadoserin.com/hevpeyvin/hevpeyivina-med-tv.htm
), hûn ê bersiva gelek pirsan têde bibînin.
Di nivîsa Ehmed a dawî de metirsiya li ser nexneyê heye, rexne ya kurdî
qedexe ye. Eger mirov Ehmed wek nivîskar û rewşenbîr binav bike, çimkî
kîn û zikreşî têde heye, jixwe ew kîn tê wê wateyê ku rexne nabe bê
kirin, û bîr û boçûn nabe bên gotin, divê mirov mîna koleyan be, devê
xwe bigre û veneke, çavên xwe bigre û şaşî û gunehan nebîne û veşêre.
Eger hat û te devê xwe vekir û diktatorekî piçûk rexne kir tu dê bibî
armanca tîrên jahrkirî.
Kê rexne nivîsandiye ceza bûye, nimûne gelek in, kê rexne nivîsandiye
bûye wek marê reş, bi sistematîkî şerê wî tê kirin, û ji ber vê yekê kes
rexneyan nanivisîne. Dêmek çand, wêje, serok û merok, siyaset û hemû
tişt û miştên din mîna pezê bê şivan û bêxwedî mane, çi dikin bila bikin.
Bi gumana min rewşa ku miletê me têde ye encama vê rewşa nenormal e,
encama rewşa bê rexne û qaşo rewşenbîr û nivîskarên helwestfiroş û
bêdeng û helwest in.
Ez serê xwe bi paçikan mezin nakim, her wisa mîna gelekan reklama xwe
nakim, eger min bikra ez ê ji nivîskarên qata bilind bama. Raste
rexneyan dinivîsim, lê ne zikreş û bi kîn im, ji her kesî hez dikim,
dikarim şaş bibim û lêborînê bixwazim.
Li dawî, çi çaxa serê me, hiş û ramanên me, civak û çanda me, rewşenbîr
û nivîskarên me di asta cîhaneke azad e gihan û perwerde bûn, em ê
rexneyan bikin û bipejirînin.
02/12/2010
http://www.welat.org/imaj/erojname/rojev18/album/slides/09.html
http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=4954
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=749&YAZAR=38
http://www.qadoserin.com/qilcix/index.562.e.h.bilapeyv.helbestbiqurbanapelavabin.htm
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=642
http://www.azadibokurdistane.com/z2326.php
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|