|
|
|
Qilçix -----------------------------
Texmînên sala nû
Di sala nû de jiyana
kurdan serûbinî hev dibe. Gelek guhertin ên siyasî, civakî, çandî û
seqayî diqewimin. Mirov dikare bêje ku sala 2011an bi giştî ne sala
kurdan e.
Di sala nû de serok
û rêberên kurdan li hev tên, bi hev re çayê û bîra Heinikin vedixwin, bi
dama dilîzin, dîlana kurmancî digerînin. Dijminên wan jî dibêjin: îca
emê di kîjan qulê de xwe veşêrin.
Mirovek bi çarenûsa
gelê kurd dilîze, ta bi hestiyê kurdan dikeritîne. Kurdan bê vîn, bê hêz
û bê biryar dike. Rojane kurdan bi zirt û fort, bi soz û pêşniyarên vala,
bi rondik û diruşmeyên vala, dixapîne. Kurd jî ji xapandinan re tim
amade ne.
Kurd ji hev hez
dikin, kî kê dibîne sê caran maçî aniya yê din dike, diçin dest û lepên
hev, hema mirçe mirça wan e û maçî hev dikin, dibin xal û xwarzê.
Serok û rêberên
kurdan xwe rexne dikin. Her ji çar salan jî tên guhertin û ji
diktatoriyetê re bay bay çê dikin. Li xwe mikur tên û dibêjin: çîz, em
têkçûn, êdî bila rewşenbîr serkêşiya me bikin.
Çanda rexneyê di nav
kurdan de bilind dibe. Rexne dibe mîna vexwarina ava tirî, kesek nema
kirasê xwe ji bo rexneyan diçirîne. Kurd ji dû rexneyê nema tawan, sixêf
û bêbextiyan li hev dikin. Hemû bi rexneyan kêfxweş dibin.
Li başûrê Kurdistanê
jin nema xwe dişewitînin, û bi dengekî bilind bang dikin: êdî bes e, îca
bila mêr xwe bişewitînin û biçin cehnemê, ma hema şewitandin bû para me.
Nivîskar û
rewşenbîrên kurd bi simbêlan sûnd dixwin ku êdî nema bi zimanê serdestan
dinivîsin.
Sala 2011an dibe
sala axaftina bi kurdî, bi taybetî kurdên Europa bi kurdî diaxivin û nav
ên mîna Kurdistan, Kurdo, Welat û Dîko li zarokên xwe dikin. Êdî nema ji
ber zimanê kurdî şerm dikin.
Komîtek hevbeş ji
xwedî û rêberên televizyonên kurdan tê damezirandin, soz didin hev ku
êdî mîna yek şivan û rêberî kurdan ber bi hezkirinê ve bajon. Û serê
kesekî bi paçikan mezin nekin. Tiredîn, qeşmer, tewtewe
û beradayan nekin hunermend,
siyasetvan, rojnamevan û tiştin din.
Di vexwendinên ji bo
mehrecanan, konfiransan, televizyon, semîner, şahî, pêşengeh, mûlid û
xwarina hêkên du zerdikî de,‘’xal
û xwarzêtî’’ namîne.
Dewletek serbixwe
binavê Kurdistan berî sala 2020an ava dibe. Kurd in li dij derdikevin.
Partiyên rojava xwe
rexne dikin, soz didin ku êdî mîna paramisyom nema perçe bibin û nema li
dij hev derkevin. Serok û rêberên partiyan cihê xwe didin xort û ciwanan
û dibêjin: çîz, ne me tiştek kir, ne jî em dikarin tiştekî bikin.
Li bakurê Kurdistanê
giya ji bin keviran serê xwe bilind dike û fen û fûtên Ak partî û
Ardogan eşkere dibin, kurd jî bi tepan bi serê xwe dikevin û dibêjin:
wax..wax..li me pepûk û şeşûkan, em dîsa xapiyan.
Kurdên Soran xwe
fêrî kurmancî dikin û dibêjin: bay bay ji nijadperestiya kurmanciyê re.
Kurd bi giştî xwedî
li kurdên rojava derdikevin û bi taybetî PDK û PKK, hemû bi hev re
dibêjin: rêjîma zalim hestiyên birayê me yê piçûk dikeritîne, û em vê
qebûl nakin. PDK biryar dide ku bernameyek taybet bi navê Rojava di
Kurdistantv de li ser kurdên rojava bê weşandin.
Nivîskar, rewşenbîr
û hunermendên kurd ji durûtî, koletî, bêdengî, keysebazî û
helwestfirotinê re dibêjin: bay bay.
Hikûmeta Iraqê ya nû
dirûxe û kurd xwe birêve dibin, lê ji bo çarenûsa xwe dikevin devê
şûşeyekî teng û şaşo maşo dimînin, û nema dizanin çi bikin.
Aboriya Emerîka geş
dibe, lê gelek bûyerên mezin li Emerîka diqewimin, wek; agir bi gelek
deveran dikeve, lehî û ba û bahoz hema hema aboriya Emerîka têk dibin.
Li Efrîqya gelek
guhertinên bingehîn çê dibin, gelek diktator diçin û demuqrat tên.
Libnan wêran dibe,
şerekî mezin lê çê dibe, û li Sûriye guhertin in siyasî mezin diqewimin,
Serokê Sûriye tê guhertin û yekî kurd şûna wî digre.
30/12/2010 |
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|