|
|
|
Helbest -----------------------------
Xerîbî
Ax xerîbî çi dijware
Min disoje wekî are
Ez kirim e wek kalekî
Wek bawiyan, wek latekî
Çi’bkim
li vir tiştek
nîne
Ne seyran û ne civîne
Tenê
xwarin û razane
Yek
caran bar û meyxane
Gelo rojek carek heye
Vegerim welatê
xwe ye
Bigerim
ez cardî rokê
Li
kolanên
Qamişlokê
Qado
Şêrîn
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|