|
|
|
Tiştin din -----------------------------
Qadoyê tehl û tirş
Li hev hûnandina Kukumê Xwedê -01/2011
Qadoyê me yê delal
Dîsa te xêre?
Tu kar dikî, ji kê re?
Tu dev davêjî şêrên me yên têkoşer
û wan pehlewanên seraser,
…ku kêşeya me difiroşin li bazarê
Te jî paldayî,
Tu tew naçî hawarê…!
Çi hatiye seriyê te?
Kê evqas bîra ya
Heineken
berdaye nav mejiyê te?
Te xwe li ser me kirî dîkê Misirê?
Tu dikî bifirê?
Û te xwe di qada rexnegiriyê de kiriyî leheng
Hergav û herdem tu dikevî ceng?
Ma qey te destûr ji me standî?
Te dara xwe ya bejinbilind li vê ortê çandî?
Te hespê xwe yê kumêt bê fermana me
Ji tewlê berdayî û bezandî?
Tu çi dixwazî ji Ata?
Tu li çi digerî, li van sirta?
Ma tu natirsî ji Xwedê?
Yek ji nişka ve li gelçimê histoyê te bidê?
Ma tu nabînî ruhniya „Serxwebûnê“?
Pertava wê belav bûye li gerdonê?
Heger tu bawer nakî,
Kuro, here bipirse ji Ergenekonê…!
Qadoyê tehl û tirş, lo dilo,
Tu jî wekî Eynoyê Dîkê
Wekî Yehya Silo…
Bi tevir û kêseran
Daketî hember çandeperweran
Tu rexnê dikî li helbestvan
…û wan devkewseran…
Ewên ku rûyên xwe dane xorşîda royê
..û wefadarin ji bo
serokatiyê…
Dixun savarê li aşxaneya belaş
Digerin li koçkên televîzyonê bi berçavk û kilaş
..û vedixun çaya bihinxaş…
Tew tu têdigihî ewan çi dibêjin?
Ma tu nizanî ku ewana bûne stûnên baweriyê
Xwedanên dîrokên ji mêj in?
Qadoyê bejinbilind, êdî bese !
Rewşenbîrê wek te, her bê kes e
Were tu jî seriyê xwe wek me biçemîne
Tu jî baweriya xwe bi “Ata” bîne
Ewe dostê me yê mezin e
Ku çi kes wekî wî nine…
Ewê ji me re „Hukmê Îdara mehelî” ji Erdogan bistîne
…û ewê ji me re taca seriyê me ji nav
tozê derîne…
Ma qey tu nabînî li başûrê pir û pir piçûk
Hêja Hemîd Haj Derwêş bûye”Şervanok”
Nameyek rakiriye ji bo “Serok”
…Têde aniye zimên daxwaza gelê me
Serok Esed jî gotiye: “Li me biborîne nezaniya me
Qey rast Kurd wilo li Sûriye bindest in?
Qey em wilo mirov in kevneperestin…?
Ey serokê partiya zor Teqeddumî
Ez ji niha ve mafê Kurdan didim...
Yek bi yek, wan mafan hemî…
Tenha bila Qado dev navêje me
Tema ez jî Ata yê we me…”
Keko, ji vê xweştir çi heye?
Bo çi hergav û herdem xirtepirta te ye?
Wekî ez dizanim,
pênûsê we hinekan egera koletiya me ye…
Ji roja tu hatî dine de Tu belaya serê me ye… 11/01/2011
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|