|
TIŞTIN DIN
-----------------------------
Pirtûka çîrokên pêkenokî û
îronîk

Lokman Polat
Pirtûka nivîskarê kurd ê binxetê
(başurê biçûk ê rojavayê Kurdistanê.) Qado Şêrîn a bi navê ”Serok û
Merok” di nav weşanên ”Sema” de derketiye. Pirtûk 118 rûpel e. Berga
pirtûkê hunermendê qarîkatorîst Dîno çêkiriye. Bergeke gelek balkêş e.
Serokekî li pişta zilamê xwe siwar bûye û dibêje ”de bimeşe hevalo
bimeşe, rizgarkirina welat hîn dûre…!” weşanên ”Sema” li dewleta mîrekî
areb a bi navê ”Ebu Dabî – Dubey”de ye û li wir pirtûkên kurdî (kurmancî
û soranî) û arebî diweşîne. Di dawiya pirtûkê de lîsteya navên pirtûkên
ku weşanên Sema bi arebî û kurdî derxistiye, heye.
Di vê pirtûka çîrokên pêkenokî û
îronîk de 22 kurteçîrok hene. Navên van kurteçîrokan jî gelek balkêşin û
kena mirov tînin. Ji xwe ji bo ku hêla mîzahî –pêkenokî – a naveroka
pirtûkê wisa xurte ku, mirov hêj di serî de bi sernavê çîrokê dikene. Ji
xwe re wek mînak li van çend sernavan binêrin. Serok û merok,
Serokkirîn, Spî bûne serok, Serokê ji heriyê, Partiya malbatê, Partiya
Don Kîşotan, Ji xemgînî partiyek damezirand, Ax ji derdê mêrekî, Li min
şeşûkê, Ji te re adete ji min re xebhete, ma homo jî mêr in!
Mîzah çekekî gelek
xurte û bi şêweya edebî tê ravekirin. Li welatên paşvemayî, li dewletên
dîktatorî û li hemberên bûyerên antî-demokratîk bi şêweyeke pêkenokî
rexne têne girtin û bi riya pêkenokê mixalefeta tête kirin. Sazûmanên
antî-demokratîk û dîktator herî pir ji mîzahê –pêkenokê – ditirsin. Li
tirkiyê mixalefeta herî xurt ku li dijê partiya desthilatdar tê kirin
neku mixalefetiya partiya mixalefetê ye, mixalefetiya kovarên mîzahî –
pêkenokî – ye ku tim serê serokwezîrê komara Tirkiyê bi wan re dikeve
teşxelê û wan dide mahkemê. Kovareke mîzahî a bi tirkî navê wê ”Uykusuz
– bêxew” e û bi rastî jî xewa desthilatdaran dide revandin, ew ji ber
mixalefetiya wê ranazin. Kovareke din a mîzahî jî navî ”Girgir” e û ew
jî henekên xwe bi desthilatdaran dike.
Ji bo mizahê bi tirkî
tenê peyva ”mizah” bikar tînin. Bi kurdî/kurmancî ji bo peyva mizahê,
peyva ken, henek, qerfe, tinaz, qomedî û pêkenîn bikar tînin.
Çi heyf ku hêj jî li bakurê
Kurdistanê kovareke mîzahî tune. Berê li Swêdê kovara mîzahî ”Mîrkût” û
” Zengil” derdiketin û li Stenbolê jî ”Tewlo” derdiket, lê niha hersê
kovar jî dernakevin. Evan kovaran bi hawayekî perîyodîk neweşiyan, herkê
çend hejmar derketin û paşê hatin girtin. Di edebiyata kurdî a nivîskî
de jî beşa mîzahê – pêkenokê – qels e. Pirtûkên mîzahî jî kêmin.
Nivîskarên kurd yên ku pirtûkên mîzahî nivîsîne ji deh tiliyên destan
naburin.
Di vê gotarê de
nemimkûne ku ez behsa naveroka bîstûdu çîrokan bikim. Ez ê bi kurtahî
bal bikşînim ser naveroka hinek kurteçîrokan ku xwendevan întrese bikin
û çîrokan bi tevahî bixwînin.
Nivîskarê pirtûka bi
navê ”Serok û Merok” Qado Şêrîn hinek çîrokên xwe, dema li welêt bûye,
li navça Qamişlo û hinekan jî li Ewropayê – li Holanda – nivîsiye.
Pirtûk bi kurteçîroka
sernavê ”Çavdan” dest pê dike. Di vê kurteçîrokê de behsa nivîskara
temen biçûk Dilşa û hevala wê behiya dike. Di çîroka ”Mêrê bizina spî”
de serboriya Kerîmo ê lêkolînvan ku dibêje ”hîn deriyê girtî di dîroka
me de hene” tê ravekirin. Mesela navlêkirina mêrê bizina spî jî, ji bo
ku wî li ser bizinê dîtine û lewre jî vî navî lê danîne. Di çîroka
”Serok kirîn” de behsa kongra partiyek tê kirin. Kongre sê şev û sê roj
berdewam dike. Ew li ser mijara serokatiyê û hilbijartina serokê partiyê
mineqeşe dikin. Di encama minaqeşeyan de dixwazin ku serokekî hilbijêrin
ku millet hemû li dor xwe bide hev. Nûnerekî ji gogê – footbolê – mînak
dide û pêşniyaz dike ku ew wek komên gogê çawa ku lîstikvanên baş
dikirin an jî kirê dikin, ew jî dikarin serokekî baş ji partiya xwe re
bikirin yan jî kirê kin. Kongre pêşniyaza nûner dipejirîne û paşê gelek
tişt dibin, ez behsa wan nakim. Bila xwendevan pirtûkê bi tevahî
bixwînin ku bizanibin paşê çi dibe? Çi diqewime? Serok kirê dikin,
nakin? Ev çîroka mîzahî – pêkenokî – xelata yekemîn a kovara ”Zêvî”
wergirtiye.
Di çîroka ”Ax ku perê
min hebana” de vebêj diyar dike ku perê wî hebana dê wî çi bikira, tê
ravekirin. Dema mirov vê çîrokê dixwîne, di heşê mirov de jî diçe ku
heger pereyê mirov hebe, dê mirov çi bike? Çi bikire? Zilamê kurd ku
perê wî hebe çi dike? Bi min di serî de doxînsistî dike, li pey keç û
jinan digere. Ji xwe gotinek heye, dibêje ”dema yekî kurd dewlemend
bibe, yan dizewice yan jî mêr dikuje.” vebêjê çîrokê dibêje heger perê
min hebe, min ê jinek ji xwe re anîba ku temenê wê çardeh salî ba,
xweşik ta ku tu bêjî xweşik ba.” Dema min vê çîrokê xwend ez jî ji xwe
re fikirîm. Heger perê min hebe, ez gelek dewlemend bin, ez ê mêr
nekujim lê jineka ciwan bînim. Ez ê li Amedê kultursentereke gelek mezin
çêbikim ku têde menzelên cure yên çandî hebin, cihê temaşekirina fîlm û
leyistina şanoyê hebe. Ez ê matbaayeke bikirim û pê pirtûkên nivîskarên
kurd çap bikim û ji firotina pirtûkan heqê keda nivîskaran bidim. Ez ê
kovareke çandî, edebî, kovareke pirs û pirsgirêkên dîrokî, kovareke
lêkolînî û kovareke xwerû li ser zimên biweşînim. Ez ê rojnameyeke
nûjeyî û yeka magazînî xwerû bi kurdî biweşînim. Û herweha ez ê kaneleke
televizyonê xwerû bi kurdî vekim û bi şêweyeke azad, bi naverokeke
pirdengî û pirrengî biweşînim. Lêbelê heyfûsedmixabin ku perê min tune û
ez heqê çapa pirtûkên xwe jî ji keda xwe û ji qirika zarokên xwe dibrim
û didime çapxanê.
Em vegerin naveroka
çîrokên din û ez bi kurtahî behsa wan jî bikim. Nivîskarê kurd Qado
Şêrîn bi devê vebêj di çîroka ”Boxê birîva” de henekê xwe li civînên
bêvate yên partî û rêxistinên siyasî dike. Di jiyana xwe ya siyasî de ez
jî bejdarê gelek civînên bêvate yên siyasî bum û me tu emcameke baş ji
wan civînan negirt. Her civîn dibû haceta rexne li hevûdu girtin, dilê
hevûdu şikandin û ji hevûdu xeyidandinê.
Çîroka ”Kortik”
çîrokeke mîzahî ya malbatî ye. Behsa zilamekî û jina wî ya bêerz, şerûd
ango qereçî dike. Zilam ji destê jinê hatiye elemanê. ”Kortik” navê
xwarineke. Jina zilam jê re herroj xwarina kortik dipijîne. Zilam bi
şêewyeke henekî nasnavê jina xwe kortik datîne û pê tinazê xwe dike. Di
vê çîrokê de derdê jinek û di çîroka ”Ax ji derdê mêrekî” de jî derdê
lêgerîna mêrekî bi şêweyeke pêkenokî tê ravekirin. Keçika ku di mal de
maye (kesekî wê nebiriye, pê re nezewiciye) li mêrekî digere ku pê re
bizewice.
Çîroka bi sernavê
”Partiya don kîşotan” ji xwe nav li ser e, behsa don kîşotên şoreşger û
welatparêz dike. Ev partiya don kîşotên şoreşger û welatperwer ji kesên
dîn yên ku şoreşgerin û welatparêzin pêk hatiye. Cihê pesnê ye ku kurdên
dîn jî kurdperwerin, şoreşgerin. Vebêj bi devê berpirsiyarekî partiyê
felsefeya partiyê weha pêşkêş dike. Weha dibêje : ”Me felsefeyek ji bo
xwe afirandiye, ji bo kurdîtiya xwe, li gor ahenga kesê kurd, em ne
rojhilatî ne ne rojavayî ne, ne jî hevalê rebê jorî ne!!!...” felsefeya
dînan ji ya biaqilan baştir û xweştir e.
Di çîroka ”Pirtûkfiroş”
de behsa pirtûkfiroş Silîvo tê kirin. Naveroka çîroka ”li min sesûkê” li
ser mijareke civakî ye û pir balkêş e. Fîgurê çîrokê Welîd ê şêst û şeş
salî, ji bo ku bizewice wêneya xwe ya xortaniyê ji keçeke ciwan re
dişîne. Çîroka ku navê xwe daye pirtûkê, ango çîroka bi navê ”Serok û
Merok” ravekirina mijareke siyasî û rêxistinî ye. Endamekî partiyê behsa
serokê partiya xwe dike. Ev endam û endamên din yên partiyê serokê
partiyê dikine wek pêxemberekî û datînine ser serê xwe. Di çîrokê de bi
gelemperî rewşa serokên partiyan bi şêweyeke mîzahî tê ravekirin.
Serlehengê çîrokê ku navê wî Soro ye, ji serokê partiya xwe re nameyeke
balkêş dinivîse û pêşkêşê wî dike. Piştî ku bersîva serokê partiyê tê,
di nameya bersîvdanê de du tişt henin. Ev herdu tişt çine ku serokê
partiyê ji endamê xwe re şiyandiye?
Belê, du tiştên gelek
balkêş û girîng in. Ev herdu tişt bi gelemperî halê ruhiyeta gelek kesên
ku xwedêgiravî serok û sekreterên partiyanin dide nîşandan û helwesta
wan a li hemberê endamên ku weke Soro rexnegirin dide diyarkirin.
Di pirtûkê de gelek
peyvên arebî û şaşiyên rêzimanî hene. Navê ”Kurdistan” jî bi tîpa ”k” ya
biçûk hatiye nivîsîn. Divê bi ”K” ya mezin be. Tîpa - herfa - serî a
navên xweser, navên welatan û dewletan hertim bi herfa – tîpa - mezin tê
nivîsîn. Wek mînak; Kurdistan, Amerîka, Îran. Ji bo tîpa serê navê
neteweyan hinek kes biçûk û hinek kes mezin dinivîsin. Edîtorê weşanên
”Sema”yê Xanim Zeyneb Yaş e. Kurdîya wê baş e. Ew edîtorek jîr û zana
ye. Wê çawa û çima pirtûkê sererast nekiriye û şaşiyan rast nekiriye?
Min behsa naveroka
hinek çîrokan kir û behsa gelekan nekir. Pirtûk ji hêla mîzahî ve
serketiye. Mijarên çîrokan baş û xweş in, mirov didine kenînê. Bi hêviya
ku nivîskar Qado Şêrîn di hêla mîzahî de berhemdariya xwe bidomîne û
berhemên nû biafirîne. Xwendevanên kurd li benda pirtûkek wî a nû ne.
Weke ku min di destpêka
vê gotarê de jî got; di jiyana civakan de mîzah rolekî girîng dileyizin.
Di civakên ku di bin şertên demokrasiyê de najîn û ji azadiya fikrî,
ramanî bêpar in, mîzah rola herî mezin dileyize. Mîzah hem mirovan dide
kenînê û hem jî mirovan dide fikrandinê. Bi şêweya mîzahî li dij
sazûmanê mixalefetiyek baş tê kirin.
Mîzah li ser civakê tesîr dike, bandor datîne. Tesîra – bandora – mîzahê
di dema ku xelk – gel – pirs û pirsgirêkên cwe nikare biaxife, wexta ku
di bin qedexekirinê de ye, dema ku ronakbîr nikarin bi hêsanî dîtin û
ramanên xwe bînin ziman, wê demê mîzah fonksîyonek girîng tînê cîh. Ew
dem mîzah dibe zimanê gel û rewşenbîrên mixalif. Mîzah di şikandin û ji
holê rakirina gelek tabuyên di nav gel de jî rolek dileyize. Bi riya
mîzahê gelek tişt ji gel re tê ravekirin. Mîzah – pêkenok tiliya xwe di
her qulikî de dike. Di nav çand û wêjeya kurdî de cihê mîzahî girînge û
herweha mîzah perçeyek ji têkoşîna doza netewa kurd e.
|