Bijartî

MARÎ SÎLÎST                     

mêya ku bi dilbijîniya fîstanekî ji çawîrê mirî ye  

Çîroka: Merwa Birîm

“Mirov di bîst û pênc saliyê de dimre, û di heftê û pênc saliyê de tê binaxkirin.” (Bênjamîn Firanklîn).

4ê Berfanbarê 1872. Giravên Azor, gewrederyaya Atlantîk.

Kalemêrekî girs û rî siq, bi çavdêriya bûyerên şevê mijûl bû, û erzînka pehin hilpesartibû çovekî qalind, û cih bi timtima wî re tev de dilivlivî, ji nişkê ve bi qîret sekinî, û komên rêwiyan hevotin hilkişandina gemiyekê, vê carê dengê xwe bilind kir:

-bi hêvî me, di hewildana vejîna hezarî de tu rê şaş nekî.

Ku gemî piştî demeke kin, vale û liyan bi ser avgerînkekê ket, şev sist bû û di cihê xwe de rûnişt, û bi serê çov giroverên avê şêwe kirin, û nêrînên bi saw nîşanî min kirin:

-ku gazin pir dubare bû, bawerî bi bêzariyê mezin dibe, divê tu zanibî heya derbaskirina dergeha dawiyê, her hêmanekî roleke wî heye, bûyerên bûne nayên guhertin, agirê ku di bin raboriyê de dike giregir paşguh bike, divê tu encaman bipejirînî, ku bi aştiyane di tirba xwe de rakevî, piraniya şanikên te ji mêj de mirine, deriyê avê li ser xwe baş bigire, û çîroka xwe carekê bibêje, ku tu bibî mamik û ji her alîkî ve evsane li te bicivin, fermo hembêza din pir fireh û aram e, oxir be Marî.

Kalemêrê deng hêmin, piştî telqîna bi pêş de(destpêkê) bi dawî kir, bû hêtav û bi lez di ser avê re tol bû, dem ne diyar e, lê tîka şîn ku ji aliyê rojhilat ve dawa esîmên dipuşkuvîne, dide xuyan ku sibeh li rê ye, gelewêja berbanga bîst û şeşê Sermewazê, ku di keviya avabûnê de ewir vedidan, di bîrdanka min de çirisî, û ez xistim bin gumana ku bûyereke gewre li benda min e û jê venagerim, bi hêz çavî min dikir, û çirûskên bi raz, bûn ta û girûze û di gewdê min re bezîn, û dengê têwerbûna lengerê di serê min de kir gumgum, wek her car ku ji platformê bi dûr ketim, xefikên enînivîsa nenas herbilandim, û nalîna keştîgeha Niyoyorkê bû rim û di pişta min de şikest. Dergûşa avê bi hêz hejiya, mirûzê bajêr pir tirş bû, dest siq siq libabûn, qerebalixa şênî lawaz bû, û min xwe radestî ava şor kir, wek daxwaza xwe dûr xuşandim, heya avahiyên bilind wek hevdeyên dûmên zirav bûn, û best di şîniya delîva bi saw de heliya.  

Sê roj di ser birêketina min re derbas bûbûn, di nîva beyebanên ava kavilkirî de, ez bi rewiştxirabiya bîst û pênc nêran di lerzên xwe de diliklikîm, hema mêrek jî di nav wan de tune bû, wek gayên har gîsin li mukirhatinên xwe girêdabûn, û tiştên veşartî serûbinî hev dikirin, dengekî wek matora otombîleke ku ji ardûyê vala bûye, bi bêşermî bilind bû, û axaftina min û avê birî, û wek marmarûşkên giravên dûr di ser gewdê min re bi zikxuşê geriya, û wek mirovê bi baldarî serîk qanqilî hilîs dike, ket qala jinekê, dibe hevjîna wî bû, pir li ser peyivî, çawa di zeviyên gêris û karê mal de diweste, û stûna piştê ya tewandî jinîtiya wê kêm kiriye, û bi zayîna zarokê pêncê re qermîçok jî li zik civiyan, û di nav re kenekî hewke jê derdiçû û digot:

-ku jinek bi salan hate cûtin, wek xwerina tirş dibe, divê tu xwe jê vegirî, û heger te di leziya birçîbûnê de xwar, bi dizîka di quncikekî de verşe.

 Hêlehêla wan di guhên min de, bû konekî sersaxiyê pir mezin, û barê min bêhtir giran bû, tukesî dijberiya gotinên wî nekir, lêbelê bûn hevparê kenê gunehkar, hemû di laf û durûtiyê de noq bûbûn, tenê badeya ku di zagona Xwedê de qedexe, li ser pişta min rastgo bû.

Dengê heftemîn şev bi derkirina nêma ramanî binax kir, û pesna dema rawestanên kelekvaniyê, ku di meyxaneyan de dikuje pir dida, û kêfxweşiya xwe di qereziya dayîkê de berçav dikir, û li dawiya şeva berî vê geştê teles vedigeriya mal, û li ber kuxuka dayîkê ku bi xîzokê nexweş bi hêrs sema kir û bi hişkahî digotê:

-ku tu bimirî te binax nakim, ezê te wek dirûmekî li hev bigerînim, û te bikim xwarina gewrederyayê.

Kumê xwe dûr avêt û bêhtir jehir ji dêv herikî:

 -çima divê ez buhayê yekbûna dê û bavê xwe bidim? Ne berpirsyarê têkiliyeke ku di destpêkê de ne beşdar bûm.

û kuxukeke wek a dayikê ji gewriya xwe bi zorê rêş kir û dînkî keniya.

Carina tevî kula kûr, di aramiyê de kêfxweş dibûm, û xulmaşiyê direvandim, lê bêdengiya wê şevê bi min giran bû, û wek şevpestan li ser sînga min rûnişt, û zinarên agirî li min barîn.

li sibehê ba hêmin bû,min refê kuvarkên sipî, ku bi cirifandina pêlên aram re derdiketinhildikir, teqreqa kûzê meyê yê vale ku bi liva min re tol dibû, yên di xew de hişyar kirin, û bangek ji yekî derçû, seyrê ew tev de blindest kirin, gava tunebûna serkêşê keştiyê tev şeş mirovên din vedîtin, û heya êvar dahat, tîmek vedigeriya û yek dadiket lêgerîna bê sûd, ku dunya mor bû deriyê hêviyê kilît kirin, û qeyikên rehabûnê poşmam hilkişandin pişta min, û şeva çaremîn bi xumxuma ewran destpêkir, û ji ber şîqirtiya birûsk û barana bi zerp reviyan, û di hundirê mêyeke ku giyanê hezar mêyî têde lêdide xwe veşartin, û bê sîwan bê tirs bê rêber, ez bûm dîdevana hevdîtina ava  şor û zelal.

Civîna hundirîn piştî nediyariya bûyeran hinekî aram bû, pir şîmaneyên windabûna heft hevalan gengeşe dikirin, yekî digot:

-dibe serkêşê me bîra meyxaneyan kir, û periyan ew hilgirtin bestê.

 û yek dibêje:

-dibe di naxên çavkor de masîxatûnkan dibijêrin we çi got?.

 tenê dengekî tinaziya tirajîdî birî:

 -heger sawê hîn rê li dilên we nedîtibe, qey hûnê êgir di bin avê de vêxînin.

-tu hîn teze yî, rojekê ku tu qert bû, û keviran di tamarên te de kirin xurexur me agah bike, niha wa kûzî nêzîkî me bike, emê îşev qulekê li gerdûnê vekin, belkî hevalên winda têre biherikin.

 Û xireçireke mezin ket navbera wan, bû reqreqa peyal û çînçîna kevçiyan di binyê zerkan de, min pir tiştên genî di şeva bahozî de bihîstin, yekî tewanbarek di destê xwe de tîmar kiribû, ji dengê şikestina moriyan hez dikir:

 -heger ez qurbaniyên tiliya xwe ya mezin bidim ber hev, dê rodankeke mezin bipeçinin, tevî girsbûna min, ew giyanwerên hûrik min nîgeran dikin, di biçûkiyê de ku dapîra dilovan bi ser komkujên min de dihat, bi tundî azar dikirim, û digot torino! kîna xwe bi toliyan bişo, ew jî endezyar in, tu ziyanê bi hevsengiya jîngehê dikî, lê ez û kîna kuştina gêrikan bi hev re mezin bûn.

 yekî din li ser dijmantiya çîvçîva çûkên sibehê axifî, û zivistanan bi rêşkirina malikan dibhorîne:

 -berî hefteyekê min bala xwe da darên li dor mala me, hîn baş rût nebûbûn, bi sedan malik lê hebûn, ezê li vegerê koka wan bînim, ku min ji hembêza sibehên Havînê venegijgijînin.

 Yekî lê vegerand daran bibire text pere ne, û yê din pêşinyarkir ku goştê tilûran di ber meyê re xweş e, û hindek pesindarên palgehên per bûn, û teqez dikirin ku ew polatê xewnên gulane ne.

 Yên ketine xew ji wê şevê reha bûn, û yên serxweş derketin bin baranê, hinek dikenîn û digiriyan, û hinekan ji ber tirsê bi paniyan li textê pişta min didan, û dijûn wek mûşekan nîşanî her tiştekî dikirin, lê bersiva xwezayê tund û pir hişk bû, birûskê neynikeke mezin li wan girt, û di cî de ew bûn sîber, dûmanekî reş û pêlên bi hêrs ew daqurtandin.

Li sibeha pêncemîn pir westî bûm, û min bîra qûmê û nikilên qaqilbazan kiribû, pelandinên avê bi min bûbûn nepirçek, dengê gavine dudilî gihîşte min, ciwanekî teze bîst sal derbas nekiribûn, wek dîwarekî berî ketinê ku kevir ji hev dûrketine herbilîbû, pî dirêj kirin û carekê gilover geriya, hîngê min zanî ew tenê rehayê civata reş bû, piçekê dilê min pê şewitî, lê biryar standibû, û carekê li dora xwe nihêrî û seqo ji milên xwe avêt:

-Pêdiviya min bi germahiyê nîne, heger jiyanê peyman bi min re bidawî nekir, hîngê mirina min dê bibe vekişandineke bi rûmet, ezê tola her dilekî biêş hildim, û bajarekî bêguneh ava bikim.

 û bi baweriyeke mezin û xedariyeke awerte, xwe avêt nivîna nermik.

Li gel êşine bêdawî bi her alîkî de diweşwişîm, gava li sibeha heyştemîn tenêtiya min talan bû, û keriyekî gamêşên peran ajotim peravê, hinekan gotin ev karê avbiran e, an ev keştî perî ye, û bazirganekî bê Holman bazara kirîna min  kir, û bo pereyên înşoransê perçe kirim, û vegerandim text û mêxê yekem û çakûçê keştîvên, di goreke fireh de binavbûm, û li ber serê min kêla xoyê hin caran dihele û yekcaran bilind dibe.

Salane li 4ê Berfenbarê, ku êvar dahat bi qêrîna Atlantîk re, kalo min hildide jor, giyanê min serav dibe, û di paş mija Bakur de, şevçireyek ronavêjê li miltanê avê digire û li min digere, û dûmanekî reş hîn di navbera esîmên û avê de bicî nebûye, û bajarekî bi sipîbûna pembehê di kulîkê de dibişire, bê leke li peravê mezin û çê dibe, û di bîrdanka kizirî de, û keça dilê min Cûdiya ku bi stêrkan re diket şevînê, û li mêrgên giyên hildipekî û zengilên evînê lêdidan vêdikeve, û bi herdu çavên ku min bi zelaliya sawîrê, wek du qeyikên bi qehweyê bargiran şêwe kiribûn, agirekî di dilê min de dadide, û min vedigerîne refê darên ku di kêleka daristanekê de hatine serjêkirin, û Cudiya min xunceya çiyê careke din xewnan vedimirîne, û xwe di tirba bi qasî tiliya tûte ku dilê min perçifiye diveşêre, û xêtir ji cîhana zordar dixwazim, û berê xwe didim kişwera qûma ewle.