Dema şerê cîhanî yê yekem rawestiya, hinek herêm hîn jî sarogermo mabûbûn, wek herêma Kurdistan, çimkî Ferensiyan û Ingilîziyan di sala 1916an de li gor peymana Saykis û Bîko Kurdistan kiribûn çar perçe, û kurd bêpar ji şerê yekem derketin. Kurda çekên xwe daneanîn û li mala xwe rûneniştin, belê şoreş li pey şoreşê vêxistin. Li Başûrê rojavayê kurdistanê rewşa milet ber bi xweşiyê ve çûbû, Ferensiyan dest bi ava kirinê kirin.
Samiyê Mele Ehmedê Namî di pirtûka xwe de “Dîmenin ji dîroka winda“, rûpel 16 nivîsandiye ”Di tebaxa sala 1926 an de li başûrê bajarê Nisêbînê, li rojavayê çemê Ceqceqê, bajarê Qamişlo bi endezeke pir rast û durist, bi destê endezyarekî Ferensî hat danîn û avakirin. Dema avakirina bajêr, ji bilî xaniyê mala Qudûr Beg û aşekî avê pêve ko li rojhilatî çem bûn, tu avahiyên din tunebûn. Çemê Ceqceq ji bakurê dehla Bûnisrayê, rojhilatî Nisêbînê ji du kaniyan dizê. Yek jê ava wê spî ye û ya din reşe, lê dema tevlî hev dibin, bi şînî ve reng dide û di bajarê Qamişlo re derbas dibe û bajêr dike du beş. Di dema Imperatorya Romayî de ev çem bi navê Mekdonyos dihat bi nav kirin, paşê navê wî bû Sawkoras. Lê dîrokvan û gerokê cîhannas Yaqûtê Hemewî dibêje: Di gera xwe de min zanî ko ev çem bi navê çemê Hermas tê binavkirin. Leşkerê Ferensî qijleke mezin li bakurê bajêr û li ser serê mitikekî bilind ava kir û serdarê wê bû kaptan Tirya. Di pey avakirina qijla Qamişlo re, çend qijleyên dî jî hatin ava kirin: qijla Tirbespiyê, qijla Amûdê, qijla Dêrikê, û di sala 1930 de qijla Tilşeîrê. ji ber ko Haco Axa û çekdarên xwe di gundê Tilşeîrê re êrîşî Biyandûr kiribûn û xelkê gund jî beşdarî vê êrîşê bûbûn, lewra Ferensayê ew qijle li ser serê girê Tilşeîrê ava kir”.
Qamişlo niha mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye, û bajarê pêncane li Sûryeyê. Bêtirê xelkên xwe kurd in, ew xelkên ku ji gundan xwe li Qamişlo girtine, hin ji bo îş û kar, hin jî ji bo dibistan û xwendegehan, an jî ji bo jiyana bajarvaniyê.

Aşê avê li ser Ceqceq
Li bakurî Qamişlo bajarê Nisêbînê ye, ku di navbera wan de sînorekî dadayî bi têl û topan û derîkî asê henee. Ji rojhilat ve gundê Cirnik û Cumayê hene û rêyek rast ji Qamişlo dertê û ber bi rojhilat ve diçe ta bi Dêrikê. Eger tu vê rêya rast bigrî tu dê pêrgî Tirbespiyê, Çil Axa, Rimêlan, Dêrika Hemko ya ku li ser ava mezin(Dicle) dikeve, bê. Ji aliyê rojava ve jî Hilêliyê dikeve û ji wî alî ve jî rêyek rast ji Qamişlo derdikeve diçe Girê Mozan(şûn warê Horiyan), Amûda Bavê Mihemed, Dêrbasiyê, Serê Kanyê(waşûkanî paytexta Mîtaniyan), Kobanî, û eger rê berdewam bikî tu yê bighêjî Efrînê. Li aliyê başûr Balafirxaneya Qamişlo ye, ew rê diçe ta bi Hisiça û Şamê.
Bêtirê nişteciyên Qamişlo li ser çandiniya genim, ceh, pembo û bexçeyan dijîn, ew li bajêr dijîn lê pirên wan xwedî gund in. Beşek jî li ser karmendiya dewletê dijî, yê ku mamosta ye, karmend e, textor e, nifşek jî xwedî dikan û firoştgeh in. Di navenda Qamişlo de sûk û çarcihek mezin heye, bi roj rê û rêwanî ji xelkê lê tune ye, ji xelkên ji gund û ji bajarên dî û ji taxên bajêr tên îş û kar û kirîn û firotinê dikin.

Qamişlo di gelek çax û deman de rewşenbîr û siyasetmedar û penaberên kurd ji hersî perçeyên dî yên Kurdistanê hemêz kiriye.
Nayê ji bîr kirin ku dibin axa Qamişlo ya sar de dengbêjê nemir Mihemed Şêxo, û helbesvanê mezin Cegerxwîn, û Silêman Adê şehîdê Newrozê û hinekên dî hemêz dike. Qamişlo bûye meydan û navenda kar û xebata kurdayetiyê, çimkî serok û rêberên partiyên kurd hemêz dike û ji ber vê yekê pênc şeş şaxên muxaberatan dujmin lê hene, karê girtin û tirs û kirêt dikin.
Ji aliyekî din ve Qamişlo tê naskirin bi bajarê Evînê, xelkên wî ji hevûdu hez dikin, wek nijadên malbatekê ne, di demsala havînê de, xelkên bajêr li derve xew dikin û dengê mûzîk û dengbêjan ji rojhilat ta rojava, ji başûr ta bakur dighêje hev ta derenga şevê û di asmanê Qamişlo de bilind dibe. Bigir 500 000 kes lê dijîn.
30/03/2002
Hollenda

