Bijartî Gotar

Kongireyê YNRKS ne rewa ye. Çima?

Derenga şevê bû, 23-08-2026, piştî kajimêr 23:00 bû, derbasî Fisbûkê bûm. Matmayî mam, dema min post û wêneyên kongireyê 3mîn yê “Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriyê“ dîtin. Ez pêrgî sê postên endamên kongire hatim, min yekser ji wan re nivîsand: kongire ne rewa ye, li bende daxwiyaniya min bin.

Ev sazî, YNRKS, (berê nav ne wiha bû), min li Ewropa destpêkir û mezin kir, min ew çalak û bicih kir, li pêşî bi tenha xwe bûm, di dûv re rêzdar Inayat Dîko tev li me bû, û ya rast min û wî ev sazî berdewam, mezin û çalak kir. Wek nimûne: ez yek ji damezerên rojnameya “Pênûsa Nû“ bûm, min sernivîseriya 34 jimaran kir ta ku rawestiyam, min û I. Dîko, me mehrecana Helbestê bi navê vê saziyê salane çêdikir.

Ji bo dîrokê dinivîsim. Min û rêzdarê nivîskar Elî Cefer li Bottropê, li mehrecanê 5an, 16-10-2010an hevûdu dît, min jê xwest mehrecanê helbestê radestî me wek saziya nivîskaran bike. Mehrecanê 6an, Essen, 23-10-2011an, min gotara YNRKS xwend û fermî pêşniyar kir ku mehrecanê radestî me bikin. Êdî ji Mehrecanê 7ê, di 14-10-2012an li Essen û bi şûn ve ez û hevkarên xwe bi mehrecanê helbestê rabûn.(erşîv hemû, E-mail, name, wêne, hertişt li ba min parastî ye).

Ew ên li kongire amade bûn, hîn nehatibûn Ewropa yan jî nebibûn endam. Ez qala berî 2015an dikim. Di 2015an de, ji bo ku tev li pirsgirêk û nakokiyên navxweyî yên nivîskaran nebim, min daxwiyanî derxist û belav kir, (lînkê bitikînin. https://www.qadoserin.com/2020/09/10/daxwiyani-vekisndin-ji-rexistinen-niviskaran/ ), û ji vê sazî û rêxistina nivîskaran vekişiyam. Di daxwiyaniyê de wiha hatiye nivîsandin “Ji bo ku nebim aliyek li dijî aliyên din, û ji bo ku tev li nakokî û pirsgirêkên navxweyî yên rêxistinên nivîskaran nebim, çimkî ew ne ji erk û exlaqê min e, êdî taku nebin yek, ji hemû dezgeh û rêxistinên nivîskaran vedikşim û radiwestim, û ji îro û bi şûn ve nema endamê yek rêxistina nivîskara me. Çi wexta hemû dezgeh û rêxistinên nivîskaran li Rojavayê Kurdistanê bûn yek, û nema li dijî hev derketin, ezê vegerim nav rêzên wê rêxistina yekbûyî û bi hemû hêza xwe jêre kar bikim“.

Îca, çima kongire ne rewa ye?

Ji roja belavkirina daxwiyaniya 2015an û ta bi kongireyê do. 23-08-2026, biryar bi endametiya min derneketiye, û ez nehatime qewitandin, cemidandin û dûrxistin, wate ez hîn endam im, û endamê sereke û serokatiyê me. Êdî, çima vexwendin boyî min nehat ji bo li kongire amade bibim? Mixabin, min qet nizanîbû ku wê kongire lidarkeve. Ji xwe kongire 17 salan dereng ket?

Ne tenha ji ber ku ne amade bûm, kongire ne rewa ye, na, egerin din hene. Ew yên bi riya ZOOMê jî beşdar bûn, ne amade bûn, zoom neamadebûn e, rewatiyê nade. Sazî û rêxistina ku komîta birêvebir an serkirdên wê nikaribin li kongire amade bibin, nehêjayî berdewamiyê ye. Gelo pirsgirêka serok û serokatiyê çareser kirin?

Xala sisiyan a ku piştrast dike ku kongire ne rewa ye ew e; di 24 katjimêrên dawî de, piştî kongire, gelek agahî gihaştin min, hin nivîskaran ji min re gotin ku berî kongire bi 3-4 rojan têkilî bi wan re hat kirin û ji wan hat xwestin ku wek endam amade bibin. Îca, ew yên amade, ez hinan nas dikim, ne hemû endam in.

Wek ku min di daxwiyaniya xwe ya sala 2015an de nivîsandibû, dubare bang li nivîskarên rasteqîne dikim: eger du rêxistinên nivîskaran hebin, tekez yek ji herdûyan şaş û sûdmend û keysebaz e.

Hêviya min ji xwediyên kongire heye ku wek partiyan nekin, ji bo berevaniyê li bihaneyên pûç û vala negerin. Eger aqilane bifikirin û wicdan zindî be wê bêjin: wele Qado mafdar e. Partiyan berovajî vê kirin, ta ku bûn bêtir ji100 partiyan. Wiha dawiya nakokiyan nayê.

Li dawî, û li gel kongire ne rewa ye, ji komîta nû ya birêvebir dixwazim ku cedî deriyê yekkirina rêxistinên nivîskaran veke, li gel ku texmîna min ji berê ve ew e ku; belkû her4 rêxistinên din bibin yek, lê wê YNRKS tev li yekkirinê nebe. Xwezî berovajî texmîna min piştrast bikin.

Li dawiya dawî, bang li nivîskarên rasteqîne, wicdanê gel dikim ku rola xwe ji boyî yekkirina saziyên nivîskaran bilîzin û bêdeng û bêbandor nemînin. Şerm e 5 saziyên nivîskaran hebin, şermek mezin e.

Qado Şêrîn

24ê tebaxê 2026