Folklor

Rovî ji gur re got ez ji ziyaretan ditirsim

Koçer çûbûn zozanan, li wan havîn û payîz qediya, sar û serma û zivistan bi ser wan de hat. Koçeran kar û barê xwe kirin, vegeriyan germiyanan.
Koçer çûbûn zozanan, li wan havîn û payîz qediya, sar û serma û zivistan bi ser wan de hat. Koçeran kar û barê xwe kirin, vegeriyan germiyanan. Li vegerê wan ker û miheke xwe yî nexweş li şûna gomê xwe hiştin. Ew bi rê ketin lê ew piştî ku bi rê ketin kûçikê wan nêrî ku xwediyê wî vedigerin germiyana û li şûna xwe mih û kerekî xwe yê nexweş dihêlin û derin. Se ji xwe re got min gelekî şîrê vê mihê vexwariye û keda vî kerî xwariye. Hey xwediyê min wan li vira dihêle û dere germiyana, ez ê li cem wan bimînim ez ê wan ji gur û hirçên hov biparêzim. Li cem wan dimîne sar û serma diqede bihar tê, gul û sosinên zozana vedibin, her der dibe şênkayî. Heroj serê sibehê se dere nava daristanê, hetanî êvarê ji xwe re li nêçîrê digere. Êvarê dîsa tê cem mih û kerê. Jixwe mih û ker jî li nava mêrga koçeran bi şev û roj diçeriyan. Bihar bi ser wan de har bûbû, her du rihet bûbûn, kêfa wan li cih bû.
Rojekê serê sibehê kûçik ji bo nêçîrê çû nava daristanê, mih û ker ji li nava mêrgê diçeriyan. Kerê têr giyayê şîn xwar, çend caran li nava mêrgê cirît avêt, dû re ji mih re got, “Hevala mih, zira min tê, ez dixwazim bizirim.” Mihê jê re got, “Hevalê ker, nika nezire.” Kerê got, “Çima ez nika nezirim? zira min tê, ez nika dixwazim bizirim.” Mih jê re got, “Heger tu nika bizirî ew ê dengê te here guran, ew ê gur werin me her duyan jî bixwin. Ji xwe nika kûçik jî ne li virê ye. Kengê kûçik vegeriya hat cem me, tu wê çaxê bizire.” Kerê got, “Na, zira min nika tê ez nika dixwazim bizirim” û wî dest bi zirîna xwe kir. Dema ku ew ziriya, dengê zira wî çû gurekî.
Gur hema rabû ser xwe, hat nava mêrgê, cem ker û mihê. Ji wan re got, “Hûn li virê çi dikin?” Mihê jê re got, “Em ji xwe re diçêrin.” Gur îcarê ji wan re got, “Ev der mêrga min e, hûn çima bêyî min hatine nava mêrga min diçerin?” Mihê got, “Na ev der ne mêrga te ye, ev der ji berê de şûna gomê me ye.” Gur got, “Na, ev der mêrga min û şahidê min jî heye.” Îcarê mihê jê re got, “Madem tu dibêjî şahîdê min jî heye, de here şahide xwe bîne, bila ji me re sond bixwe ku ev der mêrga te ye. Wê çaxê tu çawa dikî tû zanî.” Gur got, “Ez ê herim şahide xwe binîm û werim.” Gûr çû cem rovî, got, “Tu were ji wan re sond bixwe û tu bêje ev mêrg ne ya we ye, ya gur e. Ez ê her duyan bikujim, ez ê çerm û eyarê wan jî bidime te.” Wextê ku rovî navê çerm û eyaran bihîst, dîn îman û wijdan tev de avêtin bin piyan û got, “Jixwe yê te ne hemû çol û çiya.” Gur got, “Rovî, kengê em çûn cem wan tu wê çaxê ji wan re bêje.
Kûçik ji nêçîrê vegeriya, hat cem ker û mihê. Mih pirsgirêka zirîna kerê û hatina gur tevde jê re got. Bi dû re jî got, “Gur çûye şahidê xwe bîne, ew ê her du piştî demekê werin virê. “Kûçikê jê re got, “De ez ê xwe di vê çala kûr de veşêrim, wextê ku gur û şahidê xwe hatin, tu ji wan re bêje ‘ev çahla kûr ziyareta me ye, hûn gerek bi ziyareta me sond bixwin, yan na em ji sondên we bawer nakin.’” Kûçik çû xwe xist hundirê çalê veşart. Mih çû hinek qirş û qal û pûş avêt ser kûçikê, ew baş veşart û li benda hatina gur û şahidê wî ma. Piştî demeke kin, gur û rovî bi kêfxweşiyeke mezin her du bi kêleka hevdu ketibûn. Ji ber kêfa ku ew ê goştê ker û mih bixwin, bi lîstik û çindekan hatin cem mih û kerê. Gava ku her du hatin cem mih û kerê, rovî ji bo xatirê xwarina çerm û eyaran dest bi sondxwarinê kir û got, “Ev mêrg, çol û çiya hemû yên gur in.”
Mihê jê re got, “Rovî, bisekine em bi sonda dîn û îmana te bawer nakin. Madem tu hatiyî ji gur re şahadetiyê dikî û sond dixwî, tu dibêjî ev mêrg mêrga gur e, em ji te bawer nakin. Lê belê ev çala kûr zîyareta me ye, heger tu xwe berdî hundirê çalê û tu bi ziyareta me sond bixwî, em ê wê çaxê bi sonda te bawer bikin.” Rovî got, “Temam ez ê bi ziyareta we jî sod bixwim.” Rovî û mih tevde ber bi çalê ve meşiyan. Rovî çû ser devê çalê ku xwe berde hundirê çalê, lê bi şûn de vegeriya. îcarê gur jê re got, “Here bi ziyatê sond bixwe.” Rovî got, “Wele bavê min her tim ji min re digot ‘tu tu carî bi ziyaretan sonda nexwe, belaya ziyaretan heye û bela wan li mirov dikeve. Ez ji ziyaretan ditirsim, newêrim bi wan sond bixwim. Zarokên min hûrik in, ez sond naxwim” û ew bi şûn de vegeriya. Dûre mihê ji gur re got, “Dixwazî tu here bi ziyareta me sond bixwe, em bi sonda te jî bawer dikin.”
Gur got, “Temam ez ê sond bixwim” û hema bê hesab û bê kîtab çavê xwe girt û xwe avêt binê çalê, serê xwe danî ser koma pûş, qerş û qola û dest bi sondxwarinê kir. Hîn soda wî neqediyabû, kûçikê ji koma pûş devê xwe gihand sitûyê wî, qirika     wî û zengoloka wî şidand. Gur kir û nekir kûçik ew berneda. Dûre gur gazî rovî kir û jê re got, “Wre alî min bike, ez nikarim ji virê derkevim.”
Rovê jê re got, “Ne ez, tu kesek jî nikare te ji belaya ziyaretê xelas bike. Min ji te re got belaya ziyaretan heye. Bi ziyaretê sond nexwe, bela wan li mirov dikeve. Te got na tu çûyî, bi ziyaretê sond xwar. Îcarê wa ye bela ziyaretê li te ketiye. Heyran, ez nikarim te ji ziyaretê xelas bikim.” Kûçikê gur di hudirê çalê de xeniqand, rovî jî reviya çû nava çol û çiyan. Mih û ker jî mîna berê di nava mêrgê de çêriyan.
*Girtîgeha Elbîstanê

04/10/2009
NAÎL DEMÎR*