Gotar

Kurd û eşkence

Eşkence û kuştina kurd bi destê birayê kurd du taq, belkî jî sed taq dijwartire ji ya bi destê dijminan. Taaaahl e, zilindar e, jahra silêmanî ye, qet nayê daqurtandin. Mirov mirina zer bi çavê serê xwe dibîne, mirov hêvî dike tune ba, mirov nifiran li xwe dike û mirinê dixwaze û bi destê kurdekî nehata eşkence kirin.

Şebîheyên rêjîmê dikarin cerg û hinavên dê û bavên zarokên mîna Hemze El Xetîb li ser kuştina Hemzeyê biçûk bişewitînin, ew encama perwerdeya wan e, li qama wan tê, lê mixabin, xuyaye li herêmên me jî jî hin kesên ku mina teba ne derketine bin roniya heyvê û dikarin jiyana zarokan li ser bavên wan bikin jahr û ziqûm, dikarin wan zarokan ta ebed bê ken û lîstik bihêlin.

Kes wisa nake biranooo, kes wisa li birayê xwe yê kurd nake, ew ne karê we bû, karê hin in din bû, lê we ji bedêla wan hinan ve kir, ew hin ku gihan wê herêmê, dibe ku pêşî te yan jî zaroka te ya di dergûşê de li pêş çavên te daliqînin.

Eger wan kurdan, ew ên ku hatibûn eşkencekirin Kurdistana kurdan bi erzanî firotibana, yan jî bi navê çil melyon kurdî mafê azadî û serxwebûna Kurdistanê bi maf in herêmkî û kesane guhertibana, buhayê wan daliqandina piştî birajtinê bû, ne lêdan û eşkence bû.

Xwezî şebîha wisa bi min û zarokên min bikirna, û kurdan bi kurdan nekirba, û kurd bi destê kurd nehata kuştin û eşkence kirin.

Şerme, weleh şerm û fehête, hetîketî ye. Ji berê ve gotin e: ‘’Golikek garanekî xera dike’’.

Bi hêviya ku kiryarên wiha yên ku tenê dikevin tûrikê rêjîmê, tenê rêjîma li ber rûxandinê, sûdê jê werdigre birano, rawestin û dubare nekin, pêşeroj ji azadiyê reye, ji dadmendiyê reye, vêga agahdar bin, ji ber heçê gunehkar dê ji bo dadgehan bê kişkişandin û cezakirin.

Dîrokê em baş eşkence kirine, êdî hûn hevdu eşkence nekin. Rewşa me kurdan a îroyîn a ku encama şerpeze û nelihevkirina hêz û aliyên siyasî ye, eşkenceya herî dijwar û bi bandor e

11/04/2013