Gotar

Nerînek li ser Partiya Pêşverû

Partiya Pêşverû ew partî ye ku tim û tim bihane ji siyasetên dijminan re peyda kiriye, daku cemawerên kurd fêrî tirs û melisandinê bike, ji ber wê tim bêjera *rast* pêve hatiye girêdan.

Pênc salên şoreşa Sûrî ya gelêrî derbas bûn, lê ta aniha jî helwesta Partiya Pêşverû ji rêjîmê ne zelal e. Wexta serokê rêjîmê şand pey kurdan rêzdar Hemîd neçû, me hemûyan ew helwest erênî dît, lê piştî çar salan û bê helkeftin me berî wextekê xwend ku rêzdar Hemîd dixwaze bi serokê rêjîmê re bicive.

Biryara kongireyê dawî ya guftûgoya bê şert û merc bi rêjîmê re li cihê şek û gumanê ye. Belkû bêtir Partiya Pêşverû vedigerine xan û cihê wê yê rasteqîne, ku tim û tim xelkên kurd texmîn dikirin ku Partiya Pêşverû nêzî rêjîmê ye, helbet texmîna wan li cih bû, ji ber helwest û gotara lawaz û ne zelal ji rêjîmê, û siyasetên texazulî ji çarenûsa gelê kurd û têkiliyên siyasî.

Têkiliyên Partiya Pêşverû bi du celeban in, eşkere û veşartî ne, yên eşkere jî tim li cihê şek û gumanan e, wek bi YNK, çima ku Ynk dijbere ji PDK re, her wiha çima ku ew alî gelek caran di dîrokê de siyaseta sernixûziyê parastine.

Partiya Pêşverû di pênc salên borî de, li cihekî nerawestiyaye, geh li ba ENKS bûye, geh jî endamên wê tev li Ypg bûne, û şehîd ketine. Di 27/06/2013an de komkujiya Amûdê qewimî, Partiya Pêşverû wê wextê li gel YPG bû, û ew jî bi komkujiyê tawanbare, taku lêkolîneke bêlayane çê nebe û encam diyar nebin.

Vekişandina ji ENKS û mana di Itîlafa dijber de, pirsan li ba mirov peyda dike, çimkî kurd wek ENKS di Itilafê dene, naxwe tê wê wateyê ku êdî jê hatiye xwestin ji ENKS vekişe, û di Itîlafê de bimîne, daku pirsa kurd beravêtî bike û rê nede ENKS biserkeve li gel dewletên cîhanê. Partiya Pêşverû vekişiya nemaze piştî ku bêhêvî bû ji girtina posta serokatiya ENKS û guhertin û zelal bûna helwesta ENKS ji şoreş û rêjîmê, û mafê gelê kurd piştî rûxandina rêjîmê, her wiha gotara ENKS ji rêjîm û kantonên Pyd,  û armancên ENKS boyî paşeroja gelê kurd bi mafê fidraliyê ji bo Rojavayê Kurdistanê. Bi texmîna min ji ber van egeran Partiya Pêşverû mecbûr ma ji ENKS veqete, çimkî nekare û ne jî di rêbaz û tozik û siyaseta wê de heye ku xwedî li wan helwest û gotar û dozan derkeve.

Bi texmîna min vekişandina Partiya Pêşverû ji ENKS di berjewendiya ENKS deye, û wê helwest û gotara ENKS zelal û baştir bike, û wê bêtir gavên erênî bavêje, çimkî Partiya Pêşverû di wexta di ENKS de bû guhertin nekiriye, bêtir pirsgirêkên navxweyî derxistiye.

Partiya Pêşverû partiya rêzdar Hemîdê H. Derwêş e, 50 sal in ew serok e û li ser eynî siyasetê ye, û bi egera wî Partiya Pêşverû tûşî gelek perçebûnan hatiye, dêmek taku bi şêweyekî ji şêweyan ji serokatiyê neke, wê Partiya Pêşverû ser û binî hev nebe, wê qet neyê guhertin û li ser eynî siyaseta mutexazil û ne aram bimîne.

Hollenda, 30/11/2015