Gotar

Birêvebirên nû yên malpera hêja û binirx Tîrêj,

Xwarzê hêja: Mizgîn,

Silav û tiştin din,

We ez bi nameya xwe geş kirim, jixwe dema ko min her du beş vekirirn û xwendin, ez hîn kêfxweştir bûm, bijî ji we re ko hun ê bikaribin îca bê min malperê birêve bibin.

Malpera Tîrêj gerek berdewam bibe, malpereke wisa gerek neraweste, jixwe berî her tiştî serkeftinê ji we re dixwazim û xwe qet û qet dûrî malperê nabînim û çi ji min bê xwestin ez amade me, li gel ko ez rawestiyam jî lê dîsa wek malpera xwe dibînim, û piştgiriya xwe ji cenabên we re diyar dikim.

Biborin ko min bê şêwra we xwe dûr xist û rawestiyam, min nema dikarîbû berdewam bikim, gerek tistekî wisa bibiwa dako nûkirin biketa malperê, ma ez jî bûm mîna serokên rojhilat ko ta û ta sernivîser bim, lê ez bawerim hun ê bê min jî bikaribin berdewam bikin.

ji dil û can gava we pîroz dikim…

Her û her li pêş bin,

Serkeftin para we be..

Qado Şêrîn

27/09/2006