Gotar

Daxwiyaniya rewşenbîrî

Gelo kurd li rewşenbîran guhdarî dikin? Ji rewşa rojane diyar e ku guhdarî nakin. Gelo şêwirmendên serok û rêberên me hene? Di be ku ji ber wê ewqasî partiyên me têkdiçin û li dij hev derdikevin.

Eger tu ne bi me re bî, naxwe tu li dijî me yî! Belkî jî dijmin û xayînî.

Wexta şoreş li dar be, beşdar, piştgir û rewşenbîrên şoreşê dibin mîna şanika mêşa hunguv, her yek ji hêla xwe ve guman dike ku bê wî/wê hunguv çê nabe, hema hema karen ku mîna hev in dikin. Her wiha bîr û boçûnên rewşenbîran mîna hev in, hemû di berjewendiya şoreşê de ne, her rewşenbîrek bi şêweyekî riya serkeftina şoreşê diafirîne.

Çilo şoreş bê vîn û îradeya gelan bi ser nakeve, her wiha bê ramana rewşenbîriyane dê seqet û bawî be.

Wexta şoreş destpêdike, rewşenbîr texmîn dike ku ew ê ta dawiyê zindî nemîne û bi serkeftinan şa nebe, êdî rêbaz û daxwiyaniya şoreşê di rojên pêşî de amade dike.

Şoreş ji bo baş û nebaşan, ji bo guhertinên mezin û xweşkirina jiyana gel radibe. Di şoreşê de beşdar û rewşenbîr dikarin bên kuştin, lê gel dimîne. Gel jî tu caran bê rewşenbîr namînin daku wî birêve bibin.

Ew ne rewşenbîr e ew ê li derveyî şoreşê bijî, û ji bo azadiya xwe bêdeng bimîne, her wiha ramana wî divê azad û bêlayane be.

Rewşenbîr şoreşê tapo dike, nav tê dide, deng û pênûsa şoreşê ye, belkî jî giyanê wê ye.

Li dawî, bi serkeftina şoreşê re, çilo şoreşger diçe nav zarokên xwe û jiyana xwe ya rojane dijî. Rewşenbîr jî piştî her tiştî radestî rêberên gel dike, dibe ku ew rêber siyasetmedarên gel bin, pênûsekê hiltîne yekê datîne û tenê naveroka nivîsên wî tên guhertin.

Li Sûriyeyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî şoreşek rabû û hîn jî berdewam e, rewşa kurdan gelekî aloz û bipirsgirêke, çimkî partî nikarin li hev bikin. Rewşenbîrên partiyan jî bêtir ji afirandina çareseriyan pesnê partiya xwe didin, her wiha li rewşenbîrên serbixwe û bêlayane nayê guhdarî kirin. Êdî bi dîtina me çareserî ev e:

01-Yekkirina helwest û gotara siyasî.

02-Pirsgirêka Rojava li Rojava çareser dibe.

03-Pêwiste Pyd têkçûna xwe di birêvebirina herêma kurdî de ragihîne, piştî gelek bûyer û şaşiyan.

04-Ji bo aramiya herêmê, divê pyd ji gelê kurd lêborînê bixwaze, li ser hemû komkujî, şaşî û kiryarên ku Pyd û Ypg û asayişên wê pê rabûne. Lêborîn hêz e, û dê aramiyê bîne herêmê.

05-Li darxistina kongireyek giştî ji hemû aliyên siyasî, civakî, rewşenbîrî.

06-kongir dikare mîna parleman be yan jî bibe parleman, endamên kongir jî dikarin bibin endamên parleman. Nav jî dibe Parlemanê Rojavayê Kurdistanê, taku rêjîm birûxe û hilbijartinên demuqrat çê bibin.

07-Kongir dikare komîtek birêvebir(istiratîcî) damezirîne, ew komît dikare komîta danîna pêşniyar, piroje û siyasetan be.

08-Komîta Istratîcî dikare birêvebirina herêmê bike

09-Komîtên birêvebir bên damezirandin, wek komîta karê derve, dadgeh, komîta leşkerî, civakî, samanî, çandî…

10-Damezirandina artêşek giştî bêlayane, her wisa damezirandina asayişan. Komîta istiratîcî dikare bangî gel bike û şanikên taybet dikarin bi kar û barên rêxistinî rabin.

11-Piştî kongir û damezirandina komîtan, nabe partî nûnertiya berjewendiyên giştî yên gelê kurd bikin.

12-Kar û xebat tê kirin ji bo peydakirina etmosfera piştî rûxandina rêjîmê.

Bi texmîna me, eger hat û wisa bû, wê gelê kurd li rojava bibe yek û dê tenê dijîtiya rêjîma dictator bike, taku birûxe. Her wiha hêz û bidestxistina mafan di yekîtiya me deye û em hemû di ber de berpirsyar in, bi taybetî partiyên siyasî.

30.06.2013