Gotar

Gazin…(Arşevê Oskan)

Mirin, wexta ji bîra me diçe, bi hemd an jî bê hemd em gelek gunehan dikin. Heçê mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake.

Ji ber wê me gelek guneh di derbarê Arşevê Oskan de kirin.

Hin kes du caran dimrin, cara pêşî wexta laş û giyan ji hev dixeyidin û cuda dibin û di dûv re giyanê azad li xwediyên xwe digere, û cara duduyan wexta xwediyê giyan tune bin.

Arşevê Oskan bi salan bû ku zikêşê peyva kurdî bû, gelek ji wexta xwe ji bo ziman û wêjeya kurdî terxan kiribû, bi wî temenê biçûk dikarîbû şeş pirtûkan hin helbest hin jî roman binivîse û diyarî pirtûkxaneya kurdî bike.

Nemir Arşev tenê bi kurdî dinivîsand, ew çeka wî ya aştiyane, mirovane û bihêz bû li beramberî  êrîşên dijminan ku pê gelê xwe diparast, wek ku wî gelek caran ji me re gotibû.

Sed heyf û mixabin kurdên me xwedî li Arşev derneketin, Arşevê ku hema hema jiyana xwe ji bo me terxan kiribû, ne li roja xatirxwestinê û ne jî di her du  rojên behiyê de, ne nivîskar, ne helbestvan, ne siyasetvan û ne jî ziman-dirêjên civat û kolanan ên ku helwest û şîretan difroşin, mixabin hemû xwedî lê derneketin.

Me gelek caran digot: navdar, nivîskar, hunermend û rêberên baş namirin, çimkî em xwedî li wan derdikevin û giyanê wan li ser efikên dilê xwe datînin, lê wexta me helbestvan û nivîskar di merasîma xatirxwestin û di her du rojên behiya Arşev de nedîtin, me di nava xwe de got: Arşev mir.

Mirina Arşevê Oskan, hişmendiya me, mirovantiya me û biratiya me tazî kir, qurmiçand û rastiya me ya tije gemar derxist ser avê, çimkî em di wexta nexweşiya wî de û ne jî di wefata wî de xwedî lê derneketin, bi taybetî Helbestvan û nivîskarên kurd ên li Elmanya.

Mixabin me nikarîbû ji bo cara dawî dilê jin û zarokên wî xweş bikin û ji wan re bibêjin: Arşev namire, Arşev di wicdanê me û hemû zikêşên peyva kurdî de zindî ye.

05/12/2012

Holland