Gotar

Partiyên me, xistine me

Eger pêdiviya mirovan bi partiyan tune ba, ewqas partî li cîhanê nedihatin damezirandin. Dîroka yekemîn partiya siyasî vedigere Emerîka, Tomas Jeferson û Cîmis Madîson di sala 1792an de partiya Demuqratî damezirandin û ji wê rojê ve li gel partiya Komarî Emerîka mezin birêve dibe. Xweda di Qurana pîroz de dibêje “her partî bi yên li ba xwe kêfxweşe“ (كل حزب بما لديهم فرحون ).

Wek nimûne li Hollenda Partiya Ajalan heye, bi riya rêxistinê dengê xwe dighînin hikûmetê û nûnerên wê dighên parleman daku doza mafê ajalan bike.

Li Rojavayê Kurdistanê damezirandina yekemîn partî vedigere 14/06/1957an, piştî pênc salan perçe bû, li gor agahdariyên ku belav bûne ana 43 partî û rêxistin hene.

Ez tecrubeya xwe ya kesane bêjim, min bêtir ji 15 salan endametiya partiyan kiriye, ji Dêrka Hemko ta bi Koban û Efrînê têkiliyên min ên kesane hene, min bi sedan ku ne bi hezaran be xelk dîne, hemû bêhêviyên xwe ji partiyan diyar dikin, gelek kesan jî bi riya dezgehên ragihandinê nerazîbûna xwe ji rewşa partiyan a heyî diyar dikin.

Piştî hevdîtinên Hewlêr 2 a tije ken û xwarin, min telefona dostekî li Qamişlo kir, ji min re got: ev ne partî ne, ev xazoq in û ketine me, dîsa got: partiyên ku li ser berjewendiyên bilind ên gelê kurd li hev nekin, ewê li ser xalên piçûk jî li hev nekin.

Derfetên dîrokî ne tim dubare dibin, şoreşa gelêrî ya Sûrî yek ji wan derfetan e ku balkû carek din dubare nebe, êdî çi partiya ne di asta zeftkirina wê derfetê de be, belkû bêtir dibe asteng li pêşiya bidestxistina mafan, xiyanetê li gelê me dike. Eger ew derfeta dîrokî ji dest bê berdan bê ku kurd bighên mafên xwe yên rewa, tenê partî berpirsyar in, û wê dîrok xiyanetê li ser rûyê wan ê reş mor bike. Rewşa ku ana gelê me têde dijî, derbiderî, mişextî, birçîbûn û dilmayîn hemû sûnc û gunehê partiyan e.

Partî li Rojavayê Kurdistanê bûne du beş, beşê lawaz ku ji helwestfirotinê pêve tiştekî din nake, û beşê din ê di dawa rêjîmê de, bi riya rijandina xwîna bêgunehan û di di cengên têkçû û faşil de hêz û siloganên xwe bilindtir dike.

Her du beş piştî rêkeftina Hewlêr1 pêrgî gelek şikestin û dijîtiya navxweyî hatin, di encamê de gel bê rêber ma û tûşî mişextî, birçîtî û qedexekirina derbirînan hat. Di bin zexta têkçûn û şikestinan de, her du beş dîsa çûn Hewlêr2, piştî 7 rojan ji hevdîtinên maratonî, li ser sê xalên lawaz li hev kirin, û dîsa gel bê hêvî ji hevdîtinên maratonî yên tije ken û xwarin derket. Her tişt di wan hevdîtinan de hebû ji pêvî hestê netewî, ji pêvî kurdîtiya xelal, û ji pêvî li hestkirina bi êş û xemên gelê xwe, tenê berjewendiyên partayetî bi ser ketin.

Partî tên damezirandin daku rêncberiya gelan bikin, neku bibin girêk û bikevin ser dilê gelan, an jî gel rêncberî û koletiya wan bike.

Partiyên kurd ên li Kurdistana Rojava bêtir ji çareseriyê, bûne pirsgirêk. Ez dirêjtir nakim, ji ber her kes sedeman dizane…

Li dawî, tenê nifirekê dikim: xwedêyo yan rihê me bistîne, û yan jî yên wan bistîne, daku em ji hev rihet bibin.

Û spas…

11/01/2014