Gotar

Qedera partiyên me, tê pêşiya me

Qedera me, tê pêşiya me,

Emê hin nimûneyan bînin, bê çilo qeder û pirsgirêkên partiyan ên navxweyî bûne asteng li pêşiya çarenûsa gelê kurd, û bê çilo hin partî bi qedera gelê kurd dilîzin. Emê hin nimûneyan ji rojevê bînin, jixwe emê li dîrokê venegerin, çimkî wê gotarek têrê neke.

Eger kurdan berjewendiyên giştî yên ji bo gelê kurd di ser ên kesane û partî û dijminan re bigirtina, helbet wê xwedî welat bana, nimûne; li kîjan devera dunyayê çê bûye, ku qunsulê dijmin di wexta guftûgoya mijarên sereke û çarenûsî de li parlemento amade bibe. Em nebûne dewlet lê gihane wê asta ku kurd xwe ji ber zulma birayê xwe yê kurd bişewitîne, û bi hezaran koçber û derbider bibin.

Li kîjan devera dunyayê qewimiye, ku mirov li dij neteweya xwe derkeve û hewl bide bindest û kole bimîne, nimûne: Xetîb Dicle dibêje: me fikra dewleta kurdî avêtiye teneka zibil. Riza Altun jî dibêje: Dewleta kurdî koletî ye.

Bi giştî Umeta Demuqrat an jî gelên demuqrat pirojeyek nû ye, bi texmîna me ji bo têkbirin û windakirina fikra serxwebûn û azadiya kurdan e. Piştî 35 salan şer û kuştin û di dûv re pirojeyek nû ji bo demuqratîkirina Rojhilata Navîn ku wê qet pêk neyê, tê wateya dev ji mafê serxwebûn û rizgar kirina Kurdistanê, berdane.

Mirov çi biçîne, wê berên wê cureya han biçine.

Perwerdeya zarokan di malê de, wek nimûne; eger dê û bav apoçî bin wê zarokên wan ji Ocelan hez bikin, û ku Barzanî bin wê ji Barzanî hez bikin, êdî zarokên me wexta mezin bibin jî nema azad in di bijarede û fikra siyasî de. Bi texmîna me qedere ku kurd wek mezintirîn milet li cîhanê bê welat in. Helbet ji ber ku kurd ji hev hez nakin, li hevudu guhdarî nakin û hevûdu qebûl nakin.

Nakokiyên navxwe yên kurdan

Berî du hefteyan malpera Rûdawê raporteke The Wall Street Journal weşandibû, di raportê de wiha hatibû nivîsandin ”” The Wall Street Journal di rapora xwe de tekez kiriye ku, belavbûna kurdan ji aliyê siyasî ve û nebûna yekîtiya di navbera wan de, di şerî li dijî DAIŞê û ragihandina serxwebûna Kurdistanê de girêkekê li pêşiya wan dirust dike.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir ji wê rojnameyê re amaje bi nebûna hêzeke leşkerî yekgirtî dike û dibêje, niha Hêzên Pêşmerge li eniyên pêşî yên şer jî bi ser 2 partiyan de dabeş bûne.

Herwiha berpirsê Tevgera Goran, Celal Cewher ji wê rojnameyê re gotiye: “Rewşa derve niha ji her demê zêdetir baştir e bo serxwebûna Kurdistanê, lê rewşa me ya navxwe ne wisa ye.” ”.

Bêtir ji raporta The Wall Street Journal, rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê gelekî nebaşe, sedem jî pirsgirêkên partiyan ên navxweyî ne. Çar sal in partiyên siyasî nikarin an jî naxwazin pirsgirêkên navxweyî çareser bikin, ew yek jî bûye egera ku kurd koçber û derbider bibin. Me gelek caran nivîsandiye; eger kurd li R.K yek bana, helwest û gotara wan li dijî rêjîma Esed û Daişê yek ba, dikarîbûn bi hêzeke siyasî û leşkerî xwe ji hemû êrîşan biparêzin û dengê xwe bighînin tevaya cîhanê. Bi texmîna me wê wextê wê gelek dewlet û NY jî xwedî li wan derketina, lê mixabin ew yek nebû û pirsgirêk hîn jî berdewam in.

Ziman em parastine, êdî ji dest bernedin.

Dr. Nûreddin Zaza  gotiye: Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. (Dr. Nûreddin Zaza, Destana Memê Alan, rûpelê pêşî).

Me 01/12/2013an, di facebookê de dest bi çalakiya Pêncşema Ziman kir, me bang li kurdan kir ku di roja pêncşemê de tenê bi kurdî binivîsin, xwe bi kurdî derbibirin. Gelek zikêşan pişta çalakiyê girtin û xwe bi kurdî derbirîn, lê tenê du partiyan ji eslê 42an bi daxwiyanî pişta wê girtin, lê her duyan jî piştî du hefteyan piştguh kirin. Lê şikestina herî mezin ew bû ku nivîskarên kurd(nav û postên wan ên bi erebî li ba me parastîne) xwedî li çalakiyê derneketin û pişta wê negirtin û tenê bi erebî dinivîsandin, wek ku kîna wan bi ziman re hebe, wek ku facebook ne pîvana xwedî li ziman derketinê be. Mixabin hin kurd çûkê(ziman) di dest de berdidin û bi dû yê berdayî dikevin. Li dawî û ji ber ku nivîskaran pişta wê çalakiyê negirtin û tenê rojekê nikarîbûn bi kurdî binivîsin, çalakî piştî şeş mehan rawestiya.

Qeder û çarenûsa kurdên bakur ketiye dest in şaş,

Nûrsel Aydogan a ku bi dengê Kurdan bûye parlementer, ji serokê dewleta xwe Ardogan dixwaze êrîşî ser Kurdistanê bike û hêviya dewleta kurdî têk bibe, wexta bersiva Ardogan wiha li ser kenala Mednûçe dide û dibêje: “PYD dewletê naxwaze, wa li bakurê Iraqê (yanî li Kurdistanê) dewletek federe heye, ew dixwazin bibin dewlet û Kurdistanê çêkin. Bela Tirkîyê êrîşî wir bike”.

Gelek helwest û gotarên wiha ji endamên Hdp derdikevin, lê Hdp nikare di dermafê wan de tiştekî bike, çimkî di tozik û bernameya Hdp de tiştekî ji bo kurdan tune ye. Hdp ne partiyek kurdî ye lê di ragihandinê de xwe wek rêbera gelê kurd diyar dike. Jixwe texmîna me ew e ku wê mafên gelê kurd li bakur bi riya demqratîkirina Tirkiyeyê neyên standin.

Partî tên damezirandin boyî birêxistin û birêvebirina cemaweran, daku hêvî û dozên xelkê pêk bînin, lê wexta partî bibin asteng, wê wextê cemawer tarûmar û bêhêvî dibe, cemawer dikare bibe terorist, nimûne; li Rojavayê Kurdistanê li dora 42 partiyan hene, çarenûsa kurdan di nav pirsgirêkên wan ên navxweyî de winda bûye. Her wiha li her çar perçeyên Kurdistanê koletiya ji serokên partiyan û texmînkirina ku ne li ser destê partiya wan be Kurdistan rizgar nabe, em gihandine astek ketî.

Berî du salan biryar bû, belê hema hema li ser rojan mabû Kongireya Neteweyî li Hewlêrê li dar bikeve, lê hin partiyan ji bo ku kurd nebin yek, û helwest û gotara wan nebe yek, asteng derxistin û berjewendiyên partiyên xwe û dijminan di ser ên gelê kurd re girtin, êdî kongire neçû serî û kurd nebûn yek.

Dubare, eger hemû partî berjewendiyên giştî yên gelê kurd di ser ên serok û partiyan re negirin, emê 100 salên din jî nebin xwedî dewlet, emê azad nebin û azad nejîn, belê emê kole bijîn û kole bimrin, çimkî wê biryar û çarenûsa me di destê serdest û dijminan de bimîne, û eger hat û perçeyek Kurdistanê bû dewlet jî, wê hin aliyên kurd hewl bidin bişkînin û têk bibin.

03/07/2015