Gotar

2rûtiya navdewletî sûcdar e

Piştî kêr giha hestî, zikêşên demuqratî û mafê mirovan serî hildan.

Hemû welatên li der û dora Sûriyê, ne tenê Israîl, dixwazin Sûriyê lawaz be, eger ne wiha ba, wê xwedî li êş û azarên gelê Sûrî derketina.

Sê sal in, welatên der û dor, Europa û Emerîka jî li bende bûn ku hemû terrorist, ji hemû welatan li Sûrî kom bibin. Daxwaza Tirkiye jî ew bû ku gerîlayên pkk ji bakur û Qendîlê dakevin û biçin li Rojavayê Kurdistanê(R.K) bi cih bibin, belkû wê wextê êrîş bê kirin. Me berê wiha gotibû, û waye wiha li ser xakê diqewime.

Şermek mezin e Daiş du welatan dagîr bike, şerme ewqase sivîlan bikuje, û di dûv re Emerîka û Europa li dij derkevin.(piştî tirrê, kezî kurê), (piştî baranê, ser ga cil kir).

Piştî çar salan ji kuştina rojane bi bermîlên rêjîmê yên teqîner, şek têde nîne ku Emerîka û Europa naxwazin rêjîma Beşar birûxînin.

Ta rêjîma Beşar neyê rûxandin, wê terror neyê tune kirin. Du sedemên tije dadmend hene ku rêjîm bê rûxandin, alîkariya rêjîmê bi Daiş re, û kuştina sivîlan bi bermîlên mirinê û çekên kîmawî.

Hin caran şek bi mirov re peyda dibe ku Emerîka û Europa ne li dijî terorê ne, ew şek ne ji xwe ve hatiye. Eger mirov li serkeftinên Daişê temaşe bike, û çilo rojane li pêş çavên Emerîka û Europa bi pêş ve diçe. Nimûne; ketin û pêşveçûna Daiş di ser Kobanî de, şeka mirov mezintir dike.

Mafê mirovan û demuqratî jî bihane ne ji bo rûspîkirin û bêtir parastina berjewendiyên welatan.  Daiş li dijî demuqratî û mafê mirovan e, çimkî kî ne pêre be serî tê jêkirin, û mafên mirovan bi hovane tê binpê kirin.

Eger Emerîka û Europa rast dixwazin rêjîma Beşar birûxînin, ewê di 24 katjimêran de dawiyê lê bînin, lê hîn Israîl lempeya kest vênexistiye.

Wiha diyar e ku wê aramî qet neyê Rojhilata Navîn, jixwe ne di berjewendiya welatên mezin deye, taku hemû pirsgirêkên herêmê yên dîrokî neyên çareser kirin, wek mînak pirsgirêka gelê kurd û hemû pêkhatiyên din.

Li gor berjewendiyên dagîrkeran û peymanên dîrokî herêm perçe-werçe bûye, û taku her kes negihê mafê xwe wê herêm tije şer û kuştin be. Wiha diyar e ku rêjîmên herêmê jî sûdê ji rewşa heyî digrin, û kilîta çareseriyan ne di destê wan de ye, bêtir di destê welatên mezin deye, û ew jî sûdê ji wan pirsgirêkan digrin.

Ya ku mirov matmayî dihêle ew e ku, kurd ji nav hemû pêkhatiyên Rojhilata Navîn şerê Daiş dikin, kurd bi tenê li ser xakê şer dikin û Hevpeymaniya Navdewletî li asmanan şer dike. Çimkî kurd bê dewlet in.

Sedbare, taku gelên herêmê bê biryar bin, desthilata xwe azad nebijêrin, wê herêm tije Daiş be.

03/10/2014