Gotar

Bang û hêvî ji serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî,

Rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê,

Silav û rêz,

Wek çilo hûn di hemû wextan de, di xweşî û nexweşiyê de, di şer û cengan de, di şoreş û serhildanan de tim û tim di nav gelê xwe de bûn û we têkoşîna li ser xakê terk nekir û gelê xwe bi tenê nehişt, hûn tim li pêşya wî bûn, û hûn neçûn li derveyî sînoran bi cih nebûn, taku hûn bûn nimûneya serok û rêberê baş û serkeftî.

Ji ber ku we tim û tim rêberiya gelê xwe kiriye, û ji meydanên şer û cengan nereviyan, çimkî gelê we di wan rojên zirav û teng de bihewceyî we bû, hûn li xweşiya xwe ya kesane negeriyan û neçûn li hotêlên pênc stêrik bi cih nebûn.

Ji ber hûn baş dizanin ku serok û rêberên baş ew in ên ku li ser xakê kar û xebatê dikin, û gelê xwe di rojên dijwar de bi tenê nahêlin, belê rêberiya wî dikin, em ji cenabê we hêvî û daxwaz dikin ku hûnê hemû serok û rêberên partiyên me yên rojava ji Kurdistanê biqewitînin, û wan agahdar bikin ku îro gelê we bihewceyî we ye, eger hûn îro bi kêrî wî neyên hûnê kînga bi kêrî wî bên. Meznahiya mirovan di rojên teng û dijwar de diyar dibe.

Eger ew kesana xwe serok rêber dibînin bila bên rêberiya gelê xwe li ser xakê bikin, ne ku ji hotêlên 5stêrik biryar, daxwiyanî, zirt û fortan bişînin bê ku li ser xakê tiştek bê kirin û guhertin.

Îro gelê me li rojavayê Kurdistanê di qonaxek zor û dijwar re derbas dibe, ji her wextan bêtir îro bihewceyî serok û rêberên baş e, ew ê ku wî ber bi azadî û rizgariyê ve bibe. Eger ew kesana xwe serok û rêber dibînin bila di van rojên zirav û teng de li nav gelê xwe bin, bila rêberiya wî bikin an jî bila nebêjin em serok û rêberên qonaxa astengiyan in û bila kesî nexapînin.

Li dawî, sibe û piştî gelê me ji vê qonaxa zor û dijwar rizgar bû, bila ew serok û rêber ên ku li Kurdistanê bi cih bûne venegerin, çimkî ew ê wê wextê tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesane vegerin.

23/03/2013

Qado Şêrîn

Hollenda