Gotar

Daxwiyanî: vekişndin ji rêxistinên nivîskaran

Ji bo ku nebim aliyek li dijî aliyên din, û ji bo ku tev li nakokî û pirsgirêkên navxweyî yên rêxistinên nivîskaran nebim, çimkî ew ne ji erk û exlaqê min e, êdî taku nebin yek ji hemû dezgeh û rêxistinên nivîskaran vedikşim û radiwestim, û ji îro û bi şûn ve nema endamê yek rêxistina nivîskara me.

Çi wexta hemû dezgeh û rêxistinên nivîskaran li Rojavayê Kurdistanê bûn yek, û nema li dijî hev derketin, ezê vegerim nav rêzên wê rêxistina yekbûyî û bi hemû hêza xwe jêre kar bikim.

Bi vê bihaneyê bang li hemû nivîskaran dikim, ku tev li nakokî û pirsgirêkên navxweyî nebin, û li dijî hev dernekevin, çimkî ne ji erkê wan e, bila bêtir wijdan û hêza xwe ji bo yekîtiya hemû nivîskaran bikar bînin, daku em hemû bi hev re xwedî li erkê xwe yê dîrokî û mafê hemû nivîskaran derkevin.

Her wiha piştî derçûn û sernivîseriya 34 hejmaran ji rojnama Pênûsa Nû, ji sernivîseriya rojnamê vedikşim û radiwestim.

Di berjewendiya me hemûyan deye, her wiha di berjewendiya gelê me deye, ku yek rêxistina nivîskaran hebe, neku 3-4 rêxistin hebin û li dûv berjewendiyên kesan û partiyan biçin û li dij hev derkevin.

Eger em nebin yek, emê biçin yek bi yek(Cigerxwîn).

Qado Şêrîn

Hollenda, 30/03/2015