Gotar

Nûrî Brîmo jî bû serok

Rewşenbîrê kurd û endamê berê yê partiya yekîtiya demuqrat(berî perçebûnê) ji partiya xwe veqetiya û partiyek li partiyan zêde kir, belê partiyek nû damezirand. Li gor nûçeya ko di malpera lotikxane.com de belav bûye, birêz Nûrî Brîmo diyar dike ko hemû partiyên kurd li rojavayî Kurdistanê ji sala 1957an ta bi îro tiştek ji miletê kurd re nekirne û ji ber vê yekê wî partiyek nû ji endamên qewitandî damezirand. Di eynî nûçeyê de birêz Nûrî Brîmo diyar dike ko ew ê karibin partî, tevger û helwesta kurd li rojavayî kurdistanê bi yek in, dê rêzgarkirina rojavayî kurdistanê li ser destên wî be, her wisa diyar dike ko rûxandina rêcîma Sûriyê dê li ser destên wî û partiya wî be. Dîkê çê di hêkê de bang dide.

Tê ragihandin ko birêz Nûrî Brîmo ta niha navekî timî ji partiya xwe re nediye û navekî demikî lê li partiya xwe kirye, îca ez pêşniyar dikim ko navê wê bike: Partiya Nûrî Brîmo ya demuqrat a kurd li Efrîn. Çima li Efrîn?, endamekî partiya wî ji min re ragihand ko hemû serokên partiyan ji Cezîrê ne û yek jî ji Efrîn nîne, ma wê çi bibe ko serokek ji me be, ma wê tofan rabe, ma wê dawya dinyê bê, ma wê zemîn berevajî bigere, eynî endamî di guhê min de kir piste pist û got; yekemîn car e di dîroka kurdî de ko rewşenbîrekî Efrînî dibe serok û ji ber vê yekê em hemû piştgiriya wî dikin. Dema min jê pirsî; ma wî nikarîbû di partiya xwe ya berê de Kurdistanê rêzgar bike û rêcîma Sûriyê birûxîne?, pişta stuyê xwe xurand, bersiv neda û ji ba min çû.

Gelo Partiya Nûrî Brîmo ya demuqrat a kurd li Efrîn dê çi guhertinan bi xwe re bîne?, dê çi ji partiyên din bêhtir bike?, kî dizane, dibe ko yek kirin û rêzgarkirina her çar perçeyên Kurdistanê li ser destên wî be, xweş xeber e lê min ne bawer e.

Li dawî Nûrî Brîmo jî bû mîna Paramisyomekî û ket laşê tevgerê, kirasê xwe çirand û xwe perçe werçe kir (http://www.tirej.net/index.2079.qadoserin.htm ).

03/06/2006