Çîrok

Ji te re adet e çima ji min porkurê re qebhet e?

-keça min tu çima bê hevalî..?

dema diya wê wisa got, devê wê gazekê ji hev çû û mabûbû ziq li diya xwe binere, ev yek ji diya xwe ya ko guhê wê bi şîretan qul qulqn dibû, bawer nekir, ta do diya wê ew bi şîret dikir; binere keça min em ne Holendîne ha, em kurd in, divê em wek kurdan li vir bijîn, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bigrîn û bikenin, li ba me kurdan nabe hevalê qîzê weke Holendiyan hebe ta roja mêrkirinê divê qîz paqij bimîne û şeref û namûsa xwe û malbatê biparêze. Çîrok û serpêhatiyên ko diya wê di şevên zivistanên dirêj de jêre digotin hatin bîra wê, di dema ko diya wê ew çîrok û serpêhatî jêre digotin, ew di mebesta diya xwe de nedighaşt, lê niha û piştî vê xwestekê têde gihaş çima û ji bo çi diya wê çîroka Reşoyê Darê û Axa û jina Xerat jêre digotin. Axa yê ko xwe mîna pêxemberekî didît, ko çavên wî bi çi jina xweşik û spehî ketana, êdî ew jin nema ji wî xilas dibû. dema Axa ew dît yekser berê mêrê wê yê xerat da riya çûn û nehatinê û çû ba wê, wê çend hêkên kelandî û rengînî li ber danîn û jêre got ; bixwe, paşî xwarina çendekan Axa hêk weke hevûdu dîtin lê tenê wê ew rengînî kiribûn. jina xerat jêre diyar kiribû ko jin hemû wisa ne, hemû jin in lê her yek bi rengekîye; êdî tu çi ji min dixwazî û ez jî weke jinên te me, ez jî jin im. Axa polî poşman vegeriya nav nivîna jina xwe ya piçûk, lê wê şevê tuştek nekir, paşî ko baş di gotina jina xerat de mijûl bûbû. Di dawiya her çîrokê de digot ; Şêrîna diya xwe divê yekê de bighêje, eger tu ne weke wê be tu ê serêşandinê ji xwe û me re çê bikî.

            Ev demeke nav wan sarogermo bûye, dê nema şîretan weke berê lê dike û ev li xweşiya wê dihat, wê ji xwe re digot qey ez mezin bûme diya min êdî şerm dike şîretan li min bike dako ez xwe piçûk nebînim. Jixwe dê her tuşte, bira û bavê ko tenê şeş mehan nivîna diya wê germ kiribû û bi gihaştina diya wê re ew bû. hefteya borî dema ji nişkan de derî li diya xwe vekir wê ji çavên xwe bawer nekir, wê got û pirsî :

-dayê tu çi dikî.. ?

-ma tu nabînî ez çi dikim !!. bi bêhntengî û bê ko lê binere got.

Şerm kir li diya xwe vegerîne, hinarkên rûyê wê sor bûn û bê ko tuştekî bêje bazda oda xwe, ramanekê ew bir yekê ew anî, gelo çima diya min rûyê xwe radike, di dema dawîde xeleka mêrkirina jibîr kirî jî nema dideyne, cil û solên nû li xwe dike. Lê ez dê li ser ya xwe bimînim û ta ji min bê ez nahêlim kesek wê ji min bistînî, nabî diya min mêrekî din bikî û pêre here ser textê xewê, jixwe ev gotin a wê ye, ew dê bi kesekî din re xew neke ta ko bîna bavê min di laş û damar û nava wê de be.

-Şêrîna min tu çilo razîye ez dê wê bikim

wek zarokek piçûk û bi girî xwe avêt hemêza diya xwe, kelo girî got :

-ez naxwazim tu mêra bikî..

-min jî negotiye dilê min, çi çaxa te mêr kir tu biryarê bide ka ez mêr bikim an na, lê divê  tu hevalekî Holendî ji xwe re bibînî.

Ev nozdeh sal in ku ji dil û hinavên germ cuda û dûr ketiye. Hemêza dê germ û xweştirîn welate, ev deng, tep tepa dil li guhê wê xweş tê, ji dema ko giyan xwe berda nava wê û ji dema ko yekem car lebitî ew dil pêre bû, ew dilorand û jîn dida, jixwe niha jî dil wê yekê dike lê bi şêweyekî din, ew dizane ko dora wê ye. Hevalên wê qerf û tinazan pê dikin û dibêjin; hun rojhilatî ji xweşiya jiyana xwe re kar nakin, ji hevaltiya xort û qîzan xweş û şêrîntir tuştek tune, jixwe çend sal in em ê hemû kurk bikevin û mîna pûtekî roj li pey rojê û hêvî li pey hêviyê bijmêrin. Nêzîktirîn hevala wê ya Holendî Karîn e, berevajî diya wê rojane ew bi şîret dikir, gelek caran Karîn ji qestî li pêş çavên Şêrîn devê xwe dixist devê hevalê xwe û dibin çavan re li Şêrîn dinerî, Şêrîn jî sor û şîn dibû û bi hêrs ji Karîn re digot:

-hezar carî min ji te re gotiye li pêş min vê yekê meke.

Dudilî diramiya û hestek xerîb ew guvaşt. Diya wê ew bi şîret û şeref û namûsê mezin kir, ji xwe re digot ko ez ne kurd bama niha hevalê min jî heba û min ê jî devê xwe bixista devê wî, hest bû ko ne azade, ev jî rengek ji azadiyê ye, dê, şîret, şeref û namûs azadiyê bê giyan û qam bostî dikin, jixwe ez li ser vê yekê perwerde bûme. Dudiliî çavên xwe vekirin dît ko tenê ye û wê sare û ne di hemêza diya xwe ya germ de ye. Diya wê ya ko wê bi malê hind û yemenê nade biryarên xwe li ser wê ferz dike, geh dibêje; nabe hevalê te hebe, geh jî dibêje bila Holendî be. Şêrîn ev yek baş fam nekir, pirsî û got :

-lê ji bo çi bila Holendî be?

-roja tu dev ji wî berdî tê nas bikî çima..!, diya wê wisa bersiva wê da.

Şêrîn hez dikir hevalê wê ji civaka wê be dako ji Holendiyan re diyar bike ko ew ne kêmî wan in. Dizanîbû ko here zankoyê dê guneh û hovîtiyan bike, bang li diya xwe kir û jêre got:

-tu dikarî wek Kenger min bixî nava xwe de?

-ma tu narî zankoyê.

-baştire ko ez nerim.

Li kêleka dilê yekemîn ko jê hez kir û di hemêza diya xwe ya germ de hat bîra wê ko heft salî bû, ne tenê şaşî û guneh nedikir, belê tunebûn, hat bîra wê ko carekê Padîşahekî ji qîza xwe ya delalî û bi tenê pirsî:

-keça min î ko ez pir jê hez dikim, di dinyê de çi gelekî gelekî xweşe ?

-razana bi mêr re!!,

dema keça şazdeh salî wisa got pêre pêre madê bavê wê reş û şîn bû, tirs û tevzînok bi laşê wê ve hilperikîn, nas kir ko bavê xwe bi wê gotinê aciz kir, wî yekser birayara dalqandina wê dide, da ko xwe ji şermezariya wê bişo, di dadgehê de dadmend jê pirsî :

-te çima wisa got ? te bavê xwe şermezar kir, ma tu bi mêran re razayî?

-na ez ranezame..!!

-çimkî tu ranezayî wek tu dibêjî, êdî çilo tu wisa dibêjî?

-min ev yek ji diya xwe nas kir, dema dizê ax û ofa wê di asmanê heftan re derdikeve, lê du roj narin careke din bavê min bera ser xwe dide û dizane ko dê avis bibe û careke din bikeve wê rewşa xerab de. Rewşê xanima Reşoyê Darê hate bîra wê, ya ko di zindana(şikefta) Berdewîl de û bi cendekê  Lewend Axa yê qet qeto kirî porê mêrê xwe spî kiribû, dako şeref û namûsa xwe û mêrê xwe biparêze, wê ew di mal de kirbû qet qeto û avêtibû binê zindana berdewîl a ko bi roj kesekî newêrî derbasî wê bibe, paşî laşê wî bi bivir kiribû qet qeto jêre gotibû; De bixwe şeref û namûsa keçên bava ne bê xwedî ye. Li van welatan ne ev heye ne jî ew heye, tenê hevaltiya xort û qîzan heye, ne şeref heye ne jî namûs heye, her merovek bi xwe û ji xwe re dike, bêguman wisa raste çimkî jin jî wek mêr can û giyanin, ma ez ne can û giyanim, helbet diya min ji bo min wisa dibêjî, wê diye û kiriye û ew çêtir zane û ji bo ko ez ji wê xweşiyê bêpar nemînim diya min ji min dixwaze ko hevalekî Holendî bigrim.

-Şêrîn.., wek marek pê vede bi dengê Marko Van de Meide re veciniqî dema wî bang li wê kir û ji xewn û sawêran şiyar kir, baş bû ko kes li dora wê tunebû, li ser daxwaza Şêrîn li ba rûnişt, dît ko îro Şêrîn ji her roj bêhtir ber bi wî ve diçe, ev du sal rojane hev dibînin û di yek rêzê de dixwînin. Wî bi şerm û germayî got :

-Şêrîn ez ji zûve ji te hez dikim lê min newêrîbû hezkirina xwe ji te re bibêjim û eşkere bikim..

-çima te nediwêrî ma min ê tu xwariba..?

-min guman dikir hun xelkên rojhilat hez kirinê nas nakin yan jî li ba we qedexeye. Dema wî wisa got Şêrîn xwe çeng kir hemêza wî, wî digot qey xewne, ew ber bi xwe ve kişand û dixwest ko bibin laşek, dixwest dem wisa raweste û hemû hevalên wî çi qîz çi xort wî di wê rewşê de bibînin. Hemiyan tinazên xwe bi wî wek bi Şêrîn dikirin û digotin tu bê hevalkî, wî bawer nedikir ko rojekê ji rojan Şêrîn jê hez bike û di hemêza xwe de bibîne. Di hemêza wî de hestê azadiyeke bê sînor hatê. Wek du perwaneyan firiyan û bi hev re digotin; em pêlên derya ne.

-divê tu navê xwe bikî Ferhad, Li ser riya malê ev jê xwest. Wê li malê yekser ji diya xwe re eşkere kir ko wê Ferhadê dilê xwe dît, vê yekê şahî xiste dilê diya wê, ji xwe re digot ko min bizanîba diya min huqasî dê şa û kêfxweş bibe min ê ji zûde Ferhadê xwe girtiba, diya wê got :

-dema tu bixwazî tu dikarî wî bînî mal.

-ez niha dixwzim wî bibînim.

-Ez jî..

-na ko hat jî emê herin oda min.

            Di oda wê de sê wêne bi dîwar ve daliqandî bûn, Mihemed Şêxo, Celadet Bedirxan û di ser neynikê re jî wêneyê Diyana daliqandî bû, di wê odê de bi şîret û çîrok û serpêhatiyên ko diya wê jê re digotin mezin bûbû, niha di wê odê de di ber Ferhadê xwe de ye û ax û ofa wê ye. Diya wê jî ew deng dikir û di qelşa derî re li wan dinerî, bûbû pîzotek ji agir, destek xistibû nav lingên xwe û bi yê din çiçkên xwe diguvaştin, helke helk pê ketibû, di nava xwe de digot; gelo heye careke din ez tiştekî wisa bikim, dixwest ko ew û ne Şêrîn ba, dema dengê ax û ofê rawesta bêhn çikyayî diya wê bang li wê kir û got:

-çilo bû Şêrîna min, xweşbû?

-aaaaaaaaaaax dayê jiyane..gelekî xweşe, çilo ta niha min xwe jê bêpar hiştibû û bi ya te nedikir nizanim,

-ji ber ko jiyane û gelekî xweşe êdî tu çima min jê bêpar dihêlî keça min?.

– bibore dayê..qurban im bibore…

                                                                       09.09.2003

                                                                       Holenda