Çîrok

Mêrê Bizna spî

-Ez mêrê diya te me…

dema Kerîmo bi vê sixêfê li Rono vegerand, min pişta wî girt, min di destpêkê de nizanîbû babet çi ye. Ez û wî li serê kulana mala me li hevûdu rast hatin, me pirsa hal û demên hevûdu kir. Ew hin caran xwe dikî lêkolînvan û digot hin deriyên girtî di dîroka me de hene gereke vebin. Bi nazikî em diaxivîn dema Rono jî tev li me bû û berî silavê bide, got:

-ha…mêrê Bizna spî çi rewşa te ye lo?

Matmayî min li herduyan nêrî û min di nava xwe de got, kuro vîya çi got lawo?.

Min Kerîmo yê weke kutilkekê ne dît ko hema bi her du destên xwe qirka rono dorpêç kiriye û dike ko wî bixeniqîne, weke qijnika ko bi pez bigre bi Rono girtibû, bi gelekî ji Rono kintirbû, qut û qelew û qalind bû. Dema cînaran ev yek dîtin wek birqê bi hawara min ve hatin, bi zor û heft bela her du destên Kerîmo ji qirka Rono vekirin, bû helkhelka Rono, ta ko bêhna wî vebû, xeber û sixêfek nema ko ji Kerîmo re neda. Kerîmo jî yê ko bi hêza du-sê xortan paş de vegeriya, got:

-ko ez careke din vê gotinê ji te guhdarî bikim ez tenê dizanim ez ê çi bi te û xuh û diya te bikim.

Min Kerîmo bi şekala serşokê li zankoya Helebê nas kir, dema em xort û ciwan bûn, me pir ji xwe hez dikir, dema me ji tira xwe re digot here bi wir de. Gelek kesan jê re digotin gerek tu wek me bî, lê wî bi serhişkiya xwe dawiya dawî bi ya xwe dikir û bi şekala serşokê diçû zankoyê. Di meydana zanîngeha wêje de weke pûtekî dibin darekê de û ne normal daniştibû, min çar-pênc caran bang li wî kir lê li min agahdar nebû, tu bang li kê dikî, çavên wî li ser keçekê ji horiyekê spehî û xweşiktir rawestiyabûn û her du destên wî di nav lingên wî de bûn, bêguman di xewn û xeyalê xwe de tiştin dikirin, dema ez di rûyê wî de daniştim dîsa bi min agahdar nebû, da bi her du destan û bi hemû hêza xwe min ew hejand û ew ji xewnerojkên şêrîn şiyar kir, bêhn çikyayî û weke marek pê vede got:

-heh…heh..çi heye..tu kîyî?

-Kerîmo…kuro çi bela te ye, tu çi bi xwe dikî ?

-yaho ma çaxê te bû looooo, tu gaveke din bihata hema, ooooh çi xweşbû, te çivîka min ji ser xefkê firand.

-kuro Kerîmo çivîka çi û halê çi?

Min mebesta wî ji çivîkê nas kir dema ko dikir xwe bilewitîne, dema min jêre got ko gerek tu herî pêre biaxivî û sozeke evînî pêre deynî baştirî ko tu wisa bi xwe bikî û xwe bixî vê rewşa ha de, bi ken û tinaz bersiva min da ko ew keçika spehî ne ji bo yên weke wî ye, ev horiya ha lê binêr spehîbûn ji kesîre nehiştiye, sed li sed hîn wê bi kesî re beşdarî di nivîna xewê de nekiriye, xweda ew ji bo kesên li jor daye ne ji bo feqîrên weke min, wî bîr nedibir ko ev horî jî weke wî bi can û rihe û ew jî vê yekê dixwazî. Dema min jêre got ko ez dikarim sozekê jê bistînim wî bahwer nekir û bi tinaz got:

-tu..?!

-başe, ko min sozek pêre danî tu dê çi bidî min?

-tu çi bixwazî…

-na, ez tiştekî naxwazim tenê nabe tu bi şekala serşokê bê zankoyê..

-me li hev kir…

dema ko çaxê soza min û wê hat Kerîmo jî bi min re bû, wî ji çavên xwe bahwer nekir lê paşî ko ez giham ba wê û me destên xwe xistin destên hevûdu, Kerîmo matmayî li min û wê dinêrî, min dizanîbû Kerîmo naka di nava xwe de çi dibêje û çi gumanan ava dikî, wî dizanîbû mêranî ji vê yekê re gereke û tepan li serê xwe dide ji ber ko wî ev yek nekir, jixwe li ser min naka dibêje ku ez jî ji kesên jor im û xweziya xwe bi ya min tîne. Kerîmo pirsî :

-ka bêje te çi jêre got ?, te çilo û çawa ew xapand?.

-tenê min got ko bavê min melyonêr e û ez kurê wî yê bi tenê me û rojê li naylonekê siwar dibim..

-lê bavê te parseke, lawo nan di mala we de tune…

dema Kerîmo wisa got horiya bîst salî ya ko destê min û wê hîna di hevûdu de bû wek çivîka ji xefk û davan azad bibe bi xeber û sixêf bezya min û weke birq winda bû, ev yek bû sedema ko Kerîmo cardin bi şekala serşokê bê zankoyê. Ji bo ko Kerîmo bikaribe û fêr bibe çilo û çawa dê keçkên spehî zem bikî min jêre şirove kir û got :

-kuro bê hişo ne wisa be keçik zû bi zû nayên xapandin û ko tu derewan li wan nekî ji te bawer nakin, tu derpiyê sor li ber serê xwe nabîni.

Min jêre diyar kir ko tu wisa nekî tu bi sêng û berên jinan şa nabî, ez ne yê pêşî me û ne jî yê dawî me ko derewan li jinan dikî, ko tu derewan nekî ew ji te bawer nakin û dê destên te di nav lingên te de bin ta û ta da tu xwe dawerivînî, ji bo tu dilê wê xweş bikî divê tu derewan jî lê bikî û ew ji derewan jî hez dikin û bahwer jî dikin, tenê dilê wan xweş bike, ji bo wan ne xeme dema tu dilê wan xweş û şa bikî, belê tu derewan li wan nekî tu nikarî avjeniyê di derya wan de bikî, ji bo tu karibî li avê siwar bibe divê tu bi fen û fûtên avê zanibî. Giyanê te dê birçiyê her tuştî bî ko tu ji laşê jinê bêparbî. Ji nişkande min pirsî:

-çi çîroka Bizna spî ye lo..?

-ji bo tu agrê di nava xwe de vemrînî û tu xwe vala bikî gelek awa hene, Bizna spî jî yek ji wan awaya ne..

Temoyê Xelefo û Mamedê Emîno di zankoyê de du xortên bi nav û deng bûn, cir xweş û bi qerf û tinazan hatibûn nas kirin, tevaya xwendevanên kurd ew nas dikirin, civata wan herdem lidarbû, nifûsa xwendevanên kurd li ba wan bû, ji bo ko tu merovekî nas bikî ger tu ji herduwan bipirsî, ji ko dibin bila bibin, ji Qamişlo, ji Dêrika Hemko, ji Koban û Efînê. Dema wan tiştin li ser Kerîmo bihîstin yekser bang li wî kirin û jêre ne razîbûna xwe diyar kirin û gotin ev yek di derheqa xwendevanên kurd e kirêtiyeke mezin e û qet nabî tu bi şekala serşokê bê zankoyê, bi şixte-şixta şekala xwe ya serşokê tu nerînên çewt li ser kurdan ava dikî. Lê dema Kerîmo guh li wan nekir û hatina zankoyê bi şekala serşokê berdewam kir, Temo û Mamedo ew vexwendî mala xwe kirin û ji hevûdu re gotin û soz dan hevûdu ko dê vê yekê ji Kerîmo re nehêlin. Herduwan bi hevûdu re xaniyek li taxa Siryan a kevn kirê kiribûn, wê şevê jî wek gelek şevan civat û gerîna peyalên meyê yên ko vala nediman, lidarbû. Temo ji nişkande got:

-delalno, Kerîmo dikî were…

-hêêêêê…bijî Kerîmo.., tevan bi hevûdu re gotin.

-ji pirsên min fam bikin û mebesta min jî nas bikin…başe..?

vê yekê şahî û kêfxweşî xist dilê hemiyan, wan dizanîbûn dê Temo afatan bîne serê Kerîmo û ew dê bikenin. Yek ji wan li dujî vê yekê derket lê weke wî nebû û jêre gotin ko tu dikarî tenê guhdarî me bikî an jî tu dikarî peyala meya xwe bi dawî jî neyne û here devera tu jê hatî. Pêşwaziyeke germ bi Kerîmo hate kirin, şekala serşokê li ber derî hişt û bi ken û payebilindî di sênga civatê de danişt, hemiyan peyalên xwe bilind kirin û gotin:

-noş…hêja Kerîmo.

Dema Kerîmo tuştek li ber xwe nedî dest avêt peyala avê û beşdariya wan di vexwarinê de kir.

-em Wiskî vedxwin..ma tê çi vexwî?

-ez jî wek we, ma hûn bi çi ji min çêtirin, em hemû kurê bava û simbêl boqa ne..

Temo û Mamedo ji zû ve li benda vê şevê bûn, bi hevûdu re li xwaringehê kevçiyek avabacana tev li peyaleke av kirin û baş tevdan û li ber Kerîmo danîn, bi hildana peyala yekem re Kerîmo ta nîvê wê vexwar, pêre pêre madê wî tirş û tal bû, lê tuştek negot, tenê destê xwe dirêj kir û kulmek fisteq û nok avêt devê xwe, bi bilind kirina duduyan re Kerîmo dibin de banda, dema rabû avekê birjîne ditewtihî, te digot qey denek Wiskî vexwariye û dest bi gotinên vala û beroçeqî kir:

-oooooooooh…serxweşî çi xweşe, merov dike wek zarok û evîndaran..

-ma tu evîndarî ?, yekî pirsî.

Şev dereng bû û Kerîmo gula civatê bû, li ser zaroktiya xwe axivî û çilo li zarokan dida û çilo ji tirsa wî newêrîbûn ji malên xwe derkevin ko wî destûr nedabana wan, got çilo di şevên zivistanê de wî çîrok û serpêhatiyên kurdan ji zarokan re digot û çilo mirîşk digirtin dema mêvan dihatin, belê çilo Dîk bera hevûdu didan, wî got ko Dîkê wî zora hemû Dîkan dibir, berê pir ji niha xweştirbû, em zaro bûn me çûk û çivîk digirtin, ji nav koma zarokan xefk û davên min vala nediman, ma hun dizanin min çilo mirîşk dixapandin dema min pîvazeke spî dixist bin ji dêvla motkê ve, ma kê diwêrî bi kaban bi min re bilîze. Mamedo gotina wî birî û pirsî :

-diyare tu leheng bû di jiyana xwe ya zarokîde?

-erê weleh..çû ew dem nema vedigere..

-ka bêjin we di jiyana xwe de cins bi çi canewerîre kiriye?, Mamedo pirsî û peyala xwe ya dawî bilind kir.

Hemiyan ya xwe gotin lê ji wan re ne wek ya Kerîmo balkêş bû, dema dora axaftinê gihayê,  wî got:

-yabo ew jî çîrok û serpêhatiyeke xweşe, de ka guhdarî bikin, temenê min 14-15 sal bûn, bizineke me yî spî û pênc-şeş mih hebûn, min şivantiya wan dikir, di newalekê de ji xweda pêve xuya nedikir, dilê min bijya bizna spî wek çawa dilê merov bibije Fatma Mixrubî. Kerîmo gotna xwe bi dawî nekir rabû çû destavê û bêhn çikyayî vegeriya civatê…

-niha tu ne ew ê ko dema jina tazî dît, dilê wî êşya û ew bi mirîtî avêtin xestexanê, ma raste tu heftekê di nexweşxanê de ma?, merovekî ji Kerîmo pirsî.

-ew e, ew bixwe ye, merovekî din wisa got.

-hema di şeva zewaca min de wisa bi min neyê lawo, bi xwedê ez ê bi hetikim.

                                                                                              Holenda

                                                                                              31/07/2003