Çîrok

Serok û merok

   Yekemîn car min ew dît, yekser min jê hez kir, ev berî heft salan bû, li gundê Bexçe ko dikeve rojavayî gundê me, xelkên wan gundan hemû hatibûn, li serokê partiya me guhdarî bikin. Wê şevê pir axivî, gelekî axivî, di nava min de ramanekê cihê xwe çêkir, dema axaftina xwe bi dawî anî kesek li dijî wî derneket û rexne lê negirt, hemiyan serê xwe jêre dihejandin û di tewandin li gel ko hemû ne ji partiya me bûn.

Min ji gelek axaftina wî fam nedikir, hişê min ne li wir bû ta min çareser kir û di dawiya şevbêrkê de min serok xewle kir û jêre got û pirsî:

-ma tu bi jinî?

-belê

   Dema got belê wek tu distek ava sar bi ser min dakî ez bê hêvî bûm, ji vê riyê pêve min nedîtibû ko ez wî bikim merovê xwe.

Li dawiya wê şevê û piştî wê axaftina bi bandor wek hemiyan me ew kir wek pêxemberekî û li ser serê xwe danî, hemiyan dev ji partiyên xwe berdan û di cê cî de kaxeza endametiya xwe ji partiya me re nivîsandin û imza xwe li bin dan. Piştî semîner bi dawî hat wey li wî yê ko bi vexwendina wî bi serkeve, bibû şer, şer jî ji bo vexwendina serok bo mal giran bibû, hemû divên serok bibne ba xwe, hemû dizanin ko serok bibe mêvanê kê ew dê ta demek dûr û dirêj çîroka li ser zimanan bî, her yekî jî karînên xwe ji bo serok pêşkêş dikir, ê ko got îşev wê wî bibe bajêr û li xwaringeha herî xweş û buha bi nan û dan bike, yekî got ko ew ê sê mih û sê beranan li ber lingên wî serjê bikî û bû qayîş, deh min û deh beran, bîst çêlek, bîst û neh golik, sî û heft gamêş, yekî sûnda hew jê girantir xwar û got ko ew ê keriyê pez û garanê dewaran serjêke ko ew îşev bibî mêvanê wî, min di guhê wî de tiştek got lê wî ez bê hêvî kirim dema got ko du zarokên wî jî hene, min dîsa got:

-dudu jî dibin, ma tu ne misulmanî..

-na ko bibe jî wê bê hewî be.

Serok peyva min û wan birrî û got:

-hevalno xwezî min bikarîba xwe bikim sed perçe da bibim mêvanê we hemiyan.

-tu îşev mêvanê min e, çimkî xanima min mirîşka li ser hêkan serjêkiriye û got ko tu wî bi xwe re neîne neyê mal.

Dîsa serok got:

-hevalno ji bo ko em hemû bi hevûdu re bimînin ka li vir xwarinekê çê bikin..

dema serok wisa got hemû wek mirîşka dîk ji ser peyabe, sistbûn

   Ev bûyer berî heft salan bû, niha her tişt hatiye guhertin, xelkên berî deh duwazdeh salan dibêjin ko carekê dê serok ji bo semînerekê bihata gundekî ji van gundan ew gund jî bi şeş heft kîlo metran ji riya qîr kirî dûr bû da çend merovan ew li ser pişta xwe hilgirtin da ko sola wî herî negire.

   Niha her tişt hatiye guhertin û tiştek wek xwe nemaye, ka serokê berê û ka ê niha, erê serok hemû dibên em serok in. Dibêjin serokên hin welatên Euripî dirin sûk û çarcihan, bi xwe pêdiviyên xwe dikirin ê me hîn nizane sûk û çarcih li ku ne, yek şekir û çayê jêre dibe yek nan dibe, yek rûn û zeyt û helawê dibe, yek jî fêkî û şînahiyê dibe, jixwe her hefte jinek ji jinên hevalan cil û tejik û kulavên wî dişo. Jina wî ya ko ji xêra xweda reviya û çû ser dilovaniya xwe, endamekî partiyê ew diyarî dabû wî, wilo bê tiştek, bê next û zêr û devê derî, roja guheztinê xalanên wê ketin rê û gotin em xelata xwe dixwazin, wê rojê kirî xwîn bimeşya, serok ji wan re got:

-qey hun nizanin ez kî me, gerek hun min xelat bikin ji ber ezê bibim zavê we..

   Niha serok bûne ax û xwelî, ji dengbêjan pirtir bûne. Berî çend rojan endamekî partiya me ji gundê Qîra, bi du gundan dikeve bakurê gundê me, çûbû Qamişlo, berî bipeyive û ji min re bêje sûnd xwar û got :

-min serok dît

-na lo, bi rastî ha..!!

-xwezî min ew nedîba.. !!

-çima kuro, çi heye ?

-min serok li ber firna Mirado dît, li benda nan bû.

Bêhna min çikiya dema min ev yek guhdar kir û ez bi tepa bi serê xwe ketim, min got :

-naxwe serokê me jî bûye wek serokên din. Min wisa got di dema ko min hez ne dikir vê yekê bawer bikim, dîsa min got:

-kuro dibe ko ne ew be, ma tu wî baş nas dikî?

-Sorooo, ezê kirasê xwe biqetînim ha..

ev tê wê wateyê ko rêz ji serok re nemaye, jixwe niha hin kes belê pir kes rexnan lê digrin û bê jimar şaşî û gunehên wî dijmêrin, jixwe berî du sê rojan cînarekî serok ji bo belav kirina vê nûçeyê hatibû herêmê, bav û kalên wî ji gundê Mirîşkê ne lê xweda ew li Qamişlo da, dema me hevûdu dît yekser got:

-tu zane niha serok çi dikî?

Li gel min nedixwest bizanibim û guhdar bikim lê ez mecbûr mam û min pirsî:

-na, çi dike?

-ezbenî niha paporê pêdixe, rojane haaaaa….

-ma çi pêve heye merov alîkariya xanima xwe bike, ma tu zane serokên Ewrupî çi dikin..

-Soroooooooo, ev gotin ne ya te ye

-ê erê ma çi pê heye..

-Soro, ezê kirasê xwe biqetînim ha..

van peyvan bi xurtî bandora xwe li min dikir û ji ber ko niha îca rexne jî lê tên girtin, carnan ez poşman dibim ko min ew ev yazdeh sal wek serok pejirandiye, jixwe niha hin kes rexne dikin û dibêjin ma dibe ko ji sî û heft salan de serok be, ma kesek din tune şûna wî bigre. Dibêjin serok nema serokê berê ye, nema wek berê dizane biaxive, baş bû ko xuşka min ya bi tenê jêre nebû jin, eeeeeeeew ezê niha çi poşman bibûma.

   Gotinbêj û rexne di derheqa serok de pir bûne, min jî nedixwest tiştekî guhdar bikim. Gelo divê ez çi bikim?, min ji xwe dipirsî, rewşa min xerabibû, şeş roj û şeş şevan min derî li xwe girt û ji oda xwe ya piçûk derneketim, di encamê de min ev name ji serok re nivîsand.

Serokê hêja,

« Silavin gulgulî û ev dem û hemû demên te şad û bextewer bin.

Ji ber ko her tişt hatiye guhertin û tu bi tenha wek xwe maye, tu nayê guhertin, ez vekirî ji te re dinivîsim ko tu dev ji serokatiya partiyê berde hîn ruwê te bi teniyê nehatiye şuştin, hîn hêvî heye ko em kurdistanê rêzgar bikin, çimkî serokatî nema tu nan û avê didî te. Me pir ji te hez dikir nemaze dema tu nû bû serok û çend salên bi dûde jî, lê niha her tişt hatiye guhertin.

Dema tu di hevraziya xwe de bû min ji te re nimêj dikir, niha ez nifiran li te dikim ko zû xweda rihê te bistîne da ko serokatî li şûna te bimîne, jixwe ko ne mirin be tiştek we ji hev naxîne.

Tu zanî ez ew ê ko dixwest xuşka xwe bidî te, ma ez hatim bîra te, lê niha û ji ber ko her tişt hatiye guhertin ji bilî te, ko ez wê bidim toltajiyan ez wê nadim te. Ma tê bîra te cara pêşî tu hat mala me, te dît diya min çi ji te re kir lê ko tu niha were bawerke te derbasî malê jî nake.

Tê bîra te berî sêzdeh salan tu hat gundê me, tê bîra te gundiyan çi ji te re kirin û çi nekirin, ko nayê bîra te ezê ji te re bêjim, bi dehan min, berx, beran, çêlek, deve û gamêş li pêşiya te, li ber lingên te serjêkirin, lê te dixwest goştê çûkan bixwe, wê rojê me çûk li gund nehiştin, nifşek kelandî, nifşek qelandî û nifşek birajtî me li ber te danî, tu li ku ba gepa xweş li ber te bû, qeymax li ber te bû, serî li ber te bûn, wey li wî yê ko li kêleka te rûnişta, tu serok bû û em kole bûn ji te re, wek zarokekî delalî em li te meqatebûn, me destên te ji tewaş dişuştin wek em destên zarokekî bişon, lê niha ko tu malê hind û yemenê bidî min ez destên te naşom û avê li destên te nakim.

Çavên jin û qîzên me li te bûn, ji bo te jinan dev ji mêrên xwe berdidan, jin û qîzên me li dor te digeriyan hêviya wan bû ko tu şevekê bi wan re razê, lê niha û ji ber ko her tişt hatiye guhertin lê tu bi tenê wek xwe maye, ew bi sehan re razên bi te re ranazên, ez zanim tu bi gelek jinan re razaye û te gelek jî avis kirin û te bi dehan zarokên sê çar mehî ji ber wan kir, lê niha jina te ya duyemîn nahêle tu pêre razê. nema kesek te bera ser xwe dide, qehp jî te bera ser xwe nadin.

Tê bîra te berî yazdeh salan li gundê Kurma û di semînereke mezin de, min gote te :

-tu pêxemberê me kurdaye..

lê niha nimêja bi te re betale û xweda napejirîne, vêga merov çiqasî ji te dûr be ewqasî merov gunehan nake. Ma tu zanî çima û ji bo çi kesek narî mizgefta bi mala te ve, ko tu nizanibe ji sofî Elî bipirse. Ji niha de xelk qewîtiya xwe dibêjin û dinivîsin; goristana ko tê lê bê veşartin (( xwezî îro be )) wan lê veneşêrin. Şêx û Melan cihê xwe didan te, tu tim di sênga civatê debû, me bi dû te de nimêj dikir, te çi digot me digot “ amîn”. em bi te re û tenê ji te re sernerm bûn. tu şivan bû em pez bûn, tu gavan bû em dewar bûn, te bigota bimrin em dimirin te bigota rabin em radibûn, me tenê bi ya te dikir, ne ko em ji te ditirsiyan belê me ji te hez dikir. Lê niha û ji ber ko her tişt hatiye guhertin û tu wek xwe maye em nema silava xwedê jî li te dikin.

Tu çîroka li ser zimanan bû, te bêtar û qezayên me çareser dikirin, ko ne tu ba ma kê dikarîbû ewqas şer û kujtinan vemrîne. Dema gotina te nedibû dudu gelek xort û qîzan hevûdu direvandin û xwe ditavêtin tor û bextê te. Lê niha û ji ber ko her tişt hatiye guhertin lê tu na kes nema nan ji destê te digre.

Wêneyê te li her malê daliqandîbû û tu vê baş dizane, me navê te yê nexweş li zarokên xwe dikir, niha hemû mûlidan didin da ko xwe ji te û navê te bêrî bikin, dema yekî navê xwe kir Dehşiko, gotibû:

-wek ez îro ji diya xwe re bûm..

Tê bîra te roja me tu li ser pişta xwe kir, me çar pênc mêran ji riya qîr kirî ta bi mala ko civîn lêbû hilgirt, da ko sola te ya Îtalî ya ko bavê endamekî ji Holenda ji te re diyarî anîbû, herî negre, tê bîra te dema tu li ser pişta min bû te çi got:

-ma hevalên me jin nînin?

Wê çaxê me mebesta te baş fam kir, gerek me tu li wir wek sehekî mirî bavêtate, te dixwest li xuşk û jinên me siwar bibe, ji ber ko tu wê demê serokê serokan bû me bi te re deng nekir lê niha û ji ber ko her tişt hatiye guhertin ko tu wisa bêjî perçê mezin ji laşê te dê guhê te be.

Ji bo ko gelekî li te dirêj nekim, bi kurtî û vekirî ji te re dibêjim: tu û serokayetî nema ji hevûdu re dibin » .

Soroyê Qilçixo

Nehroz di 11.11.2003

Wek ko diyare xelkên me dixwazin her tiştî bizanibin û ji bo ko name bighê destên wî bê ko kesek din veke min bi mûma sor girt.

Dema min derî vekir diya min bi her du destên xwe pozê xwe girtibû, pêre madê wê tirş û tal bibû, diyar bû bêhna miraran ji laşê min difûriya. Jixwe xuşka min ya bi tenê ya ko min hez dikir bighê serok, dema berê xwe da oda min ji nîvê rê vegeriya, nava wê li hev ket, dilê wê xeliya, reş û şîn bû, ma hiner hatin serê wê û piştî ko verşiya, ji verşandina wê min nas kir ko firavîna me kortik bû, piştî ko bi hişê xwe ve hat, bi bêhneke teng got :

-ko te ji bavê xwe fedî bikra te wisa dikir.

Diya min jî avêt ber û got:

-ew çi serok merokin tu xwe ji bo wî dixe wê rewşê.

Min jî avêt ber wan û ji xwe re got bê ko deng here wan:

-ma gelo ya ko min kir rast bû…de ka ezê li benda encama wê nameyê bim a ko kes newêre ji xwe re binivîse min ji serok re nivîsand, bê çi çê dibe…

 ez ji we venaşêrim, piştî demekê namek giha min du tişt têde bûn: fîşekek û gotina: tifû..

25.11.2003 Holenda