Çîrok

Serokê giştî

Yekem Car bû ko sê keçên kurd li hevûdu dirûnên û giftûgoya wêje û rewşa nû dikin, min digot qey jin tenê li ser modêlên cil û mekyac û zêran diaxivin. Dema min çîrok ji Xecê guhdar kir, ji min re tuştekî nû bû û bû xewn û hêvî ko ez li wan guhdar bikim û bîr û bahweriyên wan bipejirînim. Min di nava xwe de guman dikir ko jinên xweşik û spehî tenê dikarin guhdar û hez bikin, tenê ew ji bo mêrkirin û anîna zarok û şuştina sênîkan in, min guman ne dikir ko rojekê ji rojan jin jî di siyaset û wêje de biaxive, her wisa dê giyan û laşê  wan hişk û zuha bibe. Wê jî piştgiriya min dikir û digot ko bi tevayî wisa ye.

-Xecê..çi navê xweş û şêrîn,

-ji min ve jî xweş û şêrîn e, kalkê min, bavê diya min li min kir.

Min ew li seyrana Indîwar ya ko hevala wê Şêrîn bi helkeftina salvegera rojbûyîna xwe rêxistibû dît, min jê pirsî:

-te xwe derman nekiriye, çi ecêb?

-çax tune bû.

Du sê caran kir ko çîroka xwe û herdu hevalên xwe bêje û ji bo ko ez ji nêzîk ve wê nas bikim min gotina wê dibirî. Paşî min derfet dayê ko bêje. Carekê em hersê li ba Gulav gihan hevûdu û me ji hevûdu re got ; werin em îro li ser modêlên cil û mekyac û zêran naxavin, ka em li ser serokê partiyan «Ma ka ew roj a kurd li Kurdistan »  biaxivin. Min pirsî :

   -hûn rewşa helbesta kurdî çawa dinirxînin?

   -îca helbesta kurdî ha!! ev çi pirs e keçê..tu fedî nakî tu van pirsan dikî, Gulav bi qerf û tinaz wisan got û berdewam kir :

   -helbesta kilasîk bi çûna Cigerxwîn re binaxbû û ya nûjen jî li nivîskarê xwe digere..

Şêrîn: hûn dikarin bêjin serokên partiyan çawa û çilo dibin nivîskar û rê li ber berhemên nivîskaran digrin.?

   min bi ken û tinaz got: we kovara “yek dest” ya partiya “Ma ka ew roj a kurd li Kurdistan” dîtiye û xwendî ye..?

Şêrîn û Gulav bi hevûdu re gotin  ko wan ne tenê nexwendin e belê hîn nedîtine jî, da ji min xwestin ko ez naveroka wê ji wan re bidim diyar kirin. min got:

-ezê bêjim lê hûn dê ken û tinazên xwe bihêlin dawî dako em bi hevûdu re bikenin.

    Li şûna pêşgotinê Serokê Giştî yê partiya”Ma ka ew roj a kurd li Kurdistan” kurtejiyana xwe nivîsandî ye “”ez di sala berfa giran de ji diya xwe bûm, temenê min bû çardeh sal ”yazdeh” hevalkên min hebûn, ez pir xweşik û lihevhatî bûm û ji ber vê yekê ez bi navê Kazanova dihatim bi nav kirin. Min komeleya Xoybûn damezirand û yekem çapxane min bir kurdistanê, civata yekîtiya xortên kurd û yekîtiya jinên kurd jî min damezirandin û yekîtiya nivîskaran jî, belê yekem partî di nav kurdên rojava de min çêkir, di kongirê yekîtiya tevgera kurd li kurdistanê ez amade bûm û kesek weke min neaxivî, belkî ez panzdeh katjimêran axivîm, gelek caran ez bûme nûnerê partiya çep, sê caran ez çûme hevdîtina Berzaniyê nemir û çardeh caran ez çûme Japan, jixwe Tişîlî û Felestîn nayên jimartin, di şewata sînema Amûdê de min bîst û neh zarok ji şewatê rêzgar kirin, wisa jî di Zindana Hisiça de ez pêhlewan bûm, yekem kovara rengînî di kurdistanê de min weşandiye, ez karim bibêjim ko xweda ez diyarî ji kurdan re şandime””. Bû tiq-tiqa Şêrîn û Gulav lê min gotina xwe berdewam kir û got :

   Di rûpela yazdehan de Serokê Giştî bi helkeftina rojbûyîna dostekî  namekê dişîne û di rûpela 12 ande namekê ji dostekî dî re dişîne, ew dost jina xwe piştî bîst û sê sal û deh roj û heft katjimêran berdide da Serokê Giştî namekê jê re dişîne û têde dinivîse””Delalo tu ne yê pêşî yî û helbet  tu ne yê dawî yî jî ko jina xwe berdidî, ev di ola me de normal e û tu dikarî sibe yeke dî bîne, min ji te re çar dîne, yek ji wan ji Sûdan e, pir esmer e lê tê xwarin ha, xema zarokan jî mexwe, tu dikarî wan bişînî şoreşê yan Tişîlî yan jî Felestîn””.

   Di rûpela şanzdehan de namekê ji Rêzan  Xisro re dişîne, ((Rêzan Xisro jî endamê komîta navendî ye di {partiya welatparêzên kurdistan} ya hevbend ji partiya “Ma ka ew roj a kurd li Kurdistan”ne, wî diranê xwe yê aqilan rakiriye lê pir êş û elem û werm girtiye, da Serokê giştî namekê bi vê helkeftinê jê re dişîne û tendurustiyeke baştir jê re dixwaze.

   Di rûpela bîst û duduyan de hatiye nivîsandin ko mirovekî Nîkaragweyî ev sê roj in xwe di xurîne lê têhna wî naşike û derman û bijîşk jî bi xura wî nikarin da Serokê giştî namek bi vî rengî jê re şandiye””ez sîh û sê salî bûm eynî xura te ez girtim, min tu çare jê re ne dît ji bilî ku gerek min xwe di nav heriya axa sor û hinê de bi çanda””.

   Di rûpela bîst û heftan de Serokê Giştî namekê ji hevalê xwe Hiso endamê komîta navendî ya eynî partiyê re dişîne “”wek ku ez dizanim gerek tu jî dev li kuçikekî{ sehekî} har bikî da tu ji nexweşiya sehê har rihet bibî an jî tu dê bibî seh û nabî tu were nav me û civînan ta ko tu wisan nekî!!!!!.

   Nameya dî ya ko Serokê giştî bi rê kiribû, ji jineke kurd re bû, sêzdeh keçên wê hene, di dema ku gerek kurek jê re biba beravêt, da Serokê Giştî namekê jê re dişîne û dinivîse””xweda mezin, dilovan û comerd e, bila bahweriya te bi xweda hebe, xêra wî bê dawî ye””.

   Di nameya dawî de ko di rûpela şêst û şeşan de belav bûbû bi helkeftina şerê di navbera sehên du gundan de bû, Serokê giştî namekê bi vî rengî ji herdû gundan re dişîne””ez vê yekê rast û durust nabînin, ev gelacî ji Emerîka ye û divê nêzîk ne dûr aştî û biratî bikeve nav sehên we, ez vê yekê şermezar dikim””.

   Careke din bû tiq-tiqa Şêrîn û Gulav û di nav ken re bi hevûdu re gotin:

-ev çi serok merokin bavo…min bi zor û heft belan herdu rawestandin û got:

-na welê hîn..hîn bila bêhna we fireh be.. dibin her namekê de jî dinivîse:

                                       Şîşa Tenûrê

                                       Serokê Giştî

                               Yê partiya ma ka ew roj a kurd li Kurdistan

Cardin bû tiq-tiqa wan û bi hevûdu re gotin :

-em li ser modêlên cil û mekyac û zêran biaxivin baştire ko em li ser wêjeya serokên wisa ezît û nexweş biaxifin.

Ji min re çîrok û axaftina wê pir balkêş bû û ji bo ez li guhdariya wê sar nebim min hez kir ko berdewam bike.

Dema Şêrîn û Gulav ji ken vala bûn, Gulav got:

-keçê guhdar bikin weleh dê quloçên we derkevin; di eynî kovarê de, di jimara çil û sisiyan de Serokê giştî bersiva pirsa danasîna jiyana xwe di hevpeyivîna ko endamekî partîyê pê re kiribû, wisan pesnê xwe dide û dibêje; Ji her çar perçên kurdistanê kurdên Rojava rewşenbîr û jîr û zana ne, û ji nav kurdên Rojava kurdên êla me rewşenbîr û jîr û zana ne, û ji kurdên êla me kurdên li bajarê Qamişlo dijîn rewşenbîr û jîr û zana ne, û ji kurdên êla me ji yên ko li Qamişlo dijîn kurdên taxa me rewşenbîr û jîr û zana ne, û ji kurdên taxa me kurdên celda me rewşenbîr û jîr û zana ne, ji kurdên celda me kurdên mala me rewşenbîr û jîr û zana ne, û ji xwe di mala me de kes ji min pê ve tune.

Cardin bû tiqe-tiqa me hersiyan û em nerawestiyan ta ko diya Gulav derî li me vekir û bi xeyd got:

-dengê kenê we wek ê qereçiyan dighê asmanê heftan, hûn qereçî ne hûn çi ne..???????

25.04.2001 HOLANDA