Gotar

2rûtiya zimankaran

Wexta me di 01/12/2013an dest bi çalakiya Pêncşema Ziman a ji bo xwendin û nivîsandina bi kurdî di facebookê de kir, me texmîn dikir ku wê nivîskar, helbestvan û zimanzanên kurd berî nifşên din xwedî lê derkevin, ango yên têkiliyan wan bi ziman re heye û bi ziman re kar dikin. Em zêde geşbîn bûn.

Nivîskar û helbestvanên ku pirtûkan bi kurdî çap dikin, bi berdewamî gazin kirine û gotine berhemên wan nayên xwendin, çimkî kurd nizanin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Bihaneya wan jî tim ew bû ku dijminan ziman qedexe kirine. Ji ber wê bêtir ji wan dihat xwestin xwedî li çalakiyê derkevin, bibin nimûne di şêrînkirina xwendin û nivîsandina kurdî, lê mixabin ew yek nekirin, bêtir xelkê digotin: nivîskar û rewşenbîrên me bi kurdî nanivîsin, êdî emê çima xwe fêr bikin û binivîsin, taku me çalakî rawestand.

Mirovê pirtûka bi kurdî çap dike, ji her kesî bêtir jê tê xwestin ku xelkê li xwendin û nivîsandina bi kurdî sor bike, daku pirtûkên wî bên xwendin, û ziman jî di wexta globalîzmê de ji êrîşên zimanên qerase bê parastin.

Her wiha partî, dezgeh û rêxistinên kurdan jî xwedî li çalakiyê derneketin, wek ku ne ji bo zimanê wan bû. Çimkî ne ew pê rabibûn û ne bi navê wan bû.

Dezgehên çandî û rewşenbîrî jî yên ku qaşo ji bo ziman kar dikin, xwedî li çalakiyê derneketin û pişta wê negirtin. Tenê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevananên Kurd li Sûrî xwestin pişta çalakiyê bigrin û xwedî lê derkevin, lê min nehişt, çimkî wê piştgiriya wan ji bo kesê min ba, eger ez ne endamê wan bama, wê wan jî pişta wê negirtina.

Wiha diyar e ku kurd pirsgirêkên xwe yên sereke û cewherî bi kesayetiya mirovan ve  girêdidin, bê ku naveroka pirojeyên wan mirovan binirxînin û lêkolîn bikin, belkû ji ber wê gelekên caran rastî têkçûn û şikestinan tên. Hinan ji bo kesayetiya me bi kurdî nedinivîsandin, û xwedî li çalakiyê dernediketin, wek ku ziman samanê dê û bavê me be. Digotin ne hûn in ên bi vê çalakiyê rabin, me jî ji wan re digot: Nexwar ne da hevala, genî kir avêt newala. Ne dikin û ne jî dihêlin mirov bike. Di dûv re hate nas kirin ku ya wan kîn û zikreşî bû. Jixwe di dûv re xwe eşkere derbirîn û gotin: ma Qado Şêrîn kiye me mecbûrî xwendin û nivîsandina bi kurdî bike, li gel min tim hewl dida xwe ne wek xwediyê çalakiyê diyar bikim, bêtir wek çalakvanekî nenas ji nav birêvebirên P.Z, û ji ber wê me her tişt bi navê rûpela P.Z dikir.

Siyasetvanên kurd ên ku bi dehên salan e qaşo ji bo mafên kurdan xebatê dikin, ne xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi kurdî kirine, belê diyar bû ku ne bi pilan in xwe fêr jî bikin, bêtir diyar bû ku ziman ne di bernameya wan deye, çimkî ne di roja çalakiyê de û ne jî di rojên din de bi kurdî nanivîsin û nedinivîsandin. 2rûtiya wan zikê xelkê diêşand.

Hin nivîskar û helbestvanan gilî û gazin dikirin û digotin: çima tenê rojek ji bo ziman, gerek her roj bi kurdî bê nivîsandin, lê weleh û bileh û tileh wan bi kurdî nedinivisandin û heft rojan toz bi erebî radikirin.

Gelek nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên kurd dostaniya rûpela P.Z taku piştî şeş mehan rawestiya jî nepejirandin, belkû ji bo ku nekevin bin ferman û şermezariya P.Z û bi kurdî nenivîsin.

Yên herî bêtir di roja çalakiyê de bi kurdî nedinivîsandin, nivîskar û rewşenbîrên kurd bûn(navên wan tomarkirî ne).

Bi gştî wek me li jor nivîsand, reşbîniyê deriyê çalakiyê girt û bû egera rawestandinê, lê dîsa jî hinan mîna Tengezarê Marînî, Konê Reş û Boniye Cigerxwîn û hin din bi xurtî alîkar bûn û ji min bêtir xwedî li P.Z derdiketin.

Li dawî, wê çalakî nerawesta eger zana, zikêşên ziman, nivîskar û siyasetvanên kurd xwedî li zimanê xwe bi riya çalakiyê derketina, çimkî ziman zimanê me hemûyan e û ji erkê me hemûyan e xwedî lê derkevin û xelkên xwe li xwendin û nivîsandina bi kurdî sor bikin.

Me bi riya çakajiyê nas kir ku em kurd bêtir ji ziman hewcedarî hevdu qebûlkirinê ne, ji hev hez kirin û li hev guhdarî kirinê ne. Di dûv re emê karibin bêjin: çilo dayikên xelkê nabin dayikên mirov, wiha jî zimanê xelkê nabin zimanê mirov, êdî xwe bi zimanê xwe, ne bi yê xelkê rep bikin.

26/05/2014