Gotar

Gelo Dilawerê Zengî li pişt wê daxwiyaniya perçebûnê ye?

Mixabin:

Wexta rêzdar Dilawerê Zengî bû serokê Hevgirtina Nivîskaran(Qamişlo) gelekan mîna me xêr têde dîtin û bi yekkirina rêza nivîskaran xewnên gulgulî dîtin, me guman kir ku wê hemû nivîskaran di bin sîwanekê de bîne ba hev.

Piştî li dar xistina kongir gelek gazin, dilmanî û pirsgirêk derketin û eşkere bûn, ji nav wan pirsgirêkan gelek nivîskaran helwest û gotara xwe di derbarê nerewatiya kongir de anîn ziman û gotin kongir nikarîbû nivîskarên rasteqîne û xwedî dîrok û berhem li kongir amade bike, belê bêtir ji yên amade bûn ne nivîskar bûn. Lê ne serokê Hevgirtinê dikarîbû bersiva wan pirs û nivîskaran bide, û ne jî Hevgirtinê dikarîbû çareseriyekê ji wan nivîskaran re bibîne û wan hembêz bike.

Dilawerê Zengî roleke wiha dilîze ku bêtir dişibe rola serokên partiyên me yên bi dehên perçebûnan rabûne, wexta wê daxwiyaniyê li ser rûpela xwe diweşîne, ew bi wê yekê pişta helwest û daxwiyaniya du kesên xwedî helwest û xwestekên şaş li dijî rêxistinekê ku jimara endamên wê ji jimara endamên Hevgirtina wî bi sêtaq bêtirin, digre.

Mirovekî berpirs û aqilmend, eger xêrê bixwaze wiha nake, belê mirov wiha fam dike ku serokê Hevbenda Nivîskaran Dilawerê Zengî li pişt wê daxwiyaniyê be, belkû destê wî têde hebe. Her destê hin endamên Hevgirtina wî têde heye, em wê tekez dikin.

Me guman dikir ku wê rêzdar Zengî rola xêrxwazan bilîze û hemû nivîskaran li hev bîne, pirsgirêkên nivîskaran çareser bike, û hemiyan di yek rêxistinê de bîne ba hev, me nizanîbû wê  pişta du kesan li dijî rêxistinekê ku dîroka wê ji neh salan kevntire, û jimara endamên wê ji jimara endamên Hevgirtina wî bi gelekî bêtirin, bigre.

Daxwiyanî di bingeha xwe de ne rewa û tije şaşî ye, çimkî du kesên ku me wek komîta birêvebir ew destnîşan kiribûn daxwiyanî derxistine. Çilo maf dane xwe wê biryara çewt û ne rewa bistînin, nayê fam kirin, lê em matmayî dimînin ku serokê Hevgirtina Nivîskaran rêzdar Zengî çilo maf bide xwe û wê daxwiyaniya bêwijdane li ser rûpela xwe biweşîne, ku di belav kirina wê de tê wateya piştgiriya wê daxwiyaniyê, em nikarin ji serokê Hevgirtina Nivîskaran fam bikin.

Ji bo xwediyên daxwiyaniyê, emê sedeman eşkere nekim, lê ku hat û bêhn bi xirecirê ket, emê name û daxwazên wan ên ne rewa ku bûn sedema derxistina wê daxwiyaniyê, belav bikim.

Dilawerê Zengî yê ku xwedî li sozên xwe bi me re ji bo yekkirina rêza nivîskaran derneket, eşkere pişta aliyê bi xirecir li dijî aliyê rewa û xêrxwaz digre. Wî soz dabû me ku ewê bê nerîn û dîtinên me kongiran saz neke(belge li ba me hene), belê em ji bo li dar xistina kongir agahdar jî nekirinin, û wexta me bi riya partiya piştgir a kongir, bi riya Tewfîq Ebdilmecîd û Fêsel Neso xwest bi hev re kar bikin, û yek kongirî ji bo me û wan(hemû nivîskar) daku hemû nivîskar lê amade bibin, dîsa Dilawer pêşniyara me red kir, belê Dilawer çû hin kesên ne nivîskar nizanim ji ku anî û bi wan kongir li dar xist, û pêşniyar û pirojeya me ya ji bo yekkirina nivîskaran bi avê de berda. Me hemiyan bi riya medyayê bi dehan helwest û gotar ên gelek nivîskarên ku li kongir amade nebûn, xwendin. Bi texmîna me ew gunehbariyeke mezin bû di dermafê nivîskar û yekkirina nivîskaran de. Belê ji wan nivîs û helwestan, û ji rola ku ana Dilawer dilîze, nakeve xizmeta yekkirina rêza nivîskaran, û ne jî dikeve xizmeta bihêzkirina helwest û gotara nivîskaran di vê qonaxa zirav û hestedar de. Li şûna ku Dilawer rola xêrxwaziyê wek nivîskar û wek serokê Hevgirtina Nivîskaran bilîze, bêtir nivîskaran perçe dike, û wê dîrok vê yekê li ber navê wî deyne.

Li dawî, em dîsa xwedî li piroje û pêşniyara xwe derdikevin û soz didin gelê xwe ku emê li dijî yekkirina rêza hemû nivîskaran qet û qet dernekevin, em tim û tim ji bo yekîtiyê bê şert û merc amade ne, eger ji bo berjewendiya gelê me be û li dûrî pirsgirêk û berjewendiyên partî û keysebazan be.

Bila dserkeftin û azadî para gelê me be..

18/01/2014