Gotar

12 adarê û hestê neteweyî

Hestên netewî roj bi roj kêm dibe, an jî nemaye, belê hestê partayetî bilind û xurt dibe, wek ko
diyare endam û piştgirên partiyan ji bo partiya xwe xebata kurdayetî dikin û ne ji bo kurd û
kurdistanê, nimûne jî gelekin, ji bo pîrozkirina Newrozê, ji bo pîrozkirina 12 adarê û ji bo
serjimara awarte, kurd nabin yek, helwesta kurdan cuda û ji hevûdin dûr ketiye, ji hevûdu hez
kirin nemaye, hevûdu pejirandin nemaye, her wisa li hevûdu guhdarî kirin jî nemaye, jixwe ji
ber van her sêyan helwesta kurd û bi taybetî li rojavayî kurdistanê, cuda û têkçûye, çimkî
helwest bûye helwesta partiyan û partî ji hevûdu dûr û cudane, naxwe tê çi wateyê ewqas
perçebûnên bê wate û sûd. Wek merovê bêje; hemû rastî li ba min e, ko ne wek min be em
biser nakevin, êdî rabin û rûnên û wek min bikin, ji min re nimêj bikin.
Diyare 12 adarê jî nikarîbû hestê netewî li merovê kurd vegerîne, tenê dema xwîn germ bû,
xwîn rijiya ser xaka pîroz, kurd di kurte demekê de bûn yek, jixwe piştî demeke kurt ava
çeman miçiqî û di golande genû bû, şiroveya partiyan ji 12 adarê re, binixkirina wan ji 12
adarê re û binavkirina wan ji 12 adarê re hate guhertin û cuda kirin, me hemiyan çi sûde ji 12
adarê wergirt?, naxwe tê çi wateyê ko her partî bi navê serokê xwe tê naskirin. Gelo çima sê
dezgeh li rojavayê kurdistanê hene?, gelo çi cudahî di navbera Anî û hevbendî de heye?.
Îro partî û berjewndiya partiyan, bi wateyeke din parastina partiyan di ser parastina kurdistanê
re ye, nimûne; çima du siyasetmedar bi hevûdu dikevin dema yek ji wan sixêfan ji serokê
partiya ê din re dide, lê ko tu hezar sixêfî bikî kurdistanê bi hev nakevin?.
Ne pirsgirêkeke mezine ko ewqase partî hebin, lê pirsgirêka mezin ew e ko hestê netewî li ba
wan di bin hestê partiyan re bê dîtin, her wisa ne pirsgirêkeke mezine dema ko helwesta wan
ji bo kurd û kurdistanê yek be, û berjewendiya kurdistanê xaleya herî bilind, hevbeş û sereke
be di navbera wan de.
Tenê 12 adarê dikarîbû hestê netewî vejîne, nû bike, li me vegerîne, bi kêmanî demeke kurt û
salê rojekê, tenê 12 adarê dikarîbû helwesta kurdistaniyan bi yek e û hestê netewî li ba hemû
kurdan bi yek e, li ba hemû piştgir û endamên partiyan, ji ber ko şehîd û xwîn kete nav me de,
sînor ji kurdayetiyê re nema, her kes rabû ser pêyan, hestê her kesî şiyar bû, bû wek şer û
rabûna merovê bi namûs û xwe di xewre birina bê rûmet û bênamûsan.
Her merovekî kurd, her wisa her partiyeke kurd, hemû ji kurd û kurdistanê hez
dikin(bêguman), lê her yek bi şêweyê ko tenê ew rast dibîne dixwazin kurdistanê rêzgar bikin,
ta radeya ko bêjin; ko ne wek me be kurdistan rêzgar nabe..
Di 12 adarê de û ji dû yekkirina hestê netewî, her kes bû kurd, kurdê baş û paqij, kurdê ko ji
kurd hez dike, kurdê ko ji netew û welatê xwe hez dike û ji bo wan xwe bikuştin dide. Sê
melyon kurd bûn yek giyan û yek helwest. Îca ko wî hestî, wê hezkirinê û ew helwest xurt û
yekbûyî ta niha berdewam bikra, bê guman dê niha me kurdan li rojavayê dil mafin
bidestxistina û rewşa me dê baştir ba, bi kêmanî li derveyî sînorê kurdistanê.
Bijî 12 adarê, yek hest û yek helwest.