Gotar

Çand û terqîna çapxaneyan, Avesta Xelat girt

Navnîşan wisa kêm e, lê ku sebr û arama we xwendevanan hebe hûn ê hêdî hêdî bi ser raza wê ve bin. Mebesta min jî ji navnîşanê ne ku malpera Avesta, ne çapxaneya Avesta, ne jî tiyatroya Avesta xelat girtiye, belê mebesta min tiştekî dine.

Di dema min hizir dikir, vê nivîsa di derbarê çapxaneya kurdî de binivîsim, malpera Netkurd nûçeyek balkêş di bin navê”” Lîsteya pirtûkên 2007´an ên bi kurdî derçûyî”( http://www.netkurd.org/nuce.asp?id=10300 ) belav kir. Bi xwendina nûçeyê re, du pirsan xwe avêtin hizr û bîra min; gelo çend pirtûk hêjayî çapkirinê bûn û çend jî, ji wan hatin xwendin?.

Di derbarê lîsteyê de rêzdar Dawud Rêbiwar jî nivîsek balkêş di bin navê “Li ser lîsteya pirtûkên 2007’an çend gotin” di malpera Diyarname de weşandiye.

http://www.diyarname.com/diyarname/index.php?option=com_content&task=view&id=1922&Itemid=1 ). Di nivîsa hêja Rêbiwar de du xaleyên girîng henin: 
1
– mixabin ku rewşeke din derdikeve pêşberî me ku ew jî bi zêdebûna pirtûkan re, hejmara berhemên qels jî her diçe zêde dibe. 
2
– ji ber ku pereyê çapê ji nivîskaran distînin hema çi tê ber destê wan bêyî ku baş binirxînin ka layiqê weşandinê ye yan na, digirin çap dikin.

Her wisa  hêja Dawud Rêbiwar di gotara xwe de xelatan jî belav dike û ya baş xebitiye dide Avesta, li derveyî Avesta rast e, lê belê dibe ku mebesta wî tiştekî din be; Avesta xelat girt, ango Avesta Xelat çap kir. Xelat jî bi gelek şêweyan dikare bê girtin û çapkirin, dibe şehnaziyek be, dibe çapkirina pirtûkekê be, dibe ramûsanek germ be, dibe tiştin din bin, bi her hal xelat xelat e, mîna teriya seh û merovan e qet nayê guhertin.

Sed zanayî Europa ava kirin, lê li ba me kurdan nivîskar û zanayên rastîn ketine rêza sêyemîn, li şûna wan nivîskarên fanso û xapînok cih girtine.

Nivîskarê bi bihayê gepa devê zarokên xwe, pirtûkan çap dike. Nivîskariya wî qels û kêm e. Nivîsevaniya wî mîna baweriyên wî ye. Jixwe ana gelek nivîskar(qaşo) ji kîs xwe pirtûkan çap dikin, €600 dikare merov bixîne dîrokê û li kêleka A. Xanî deyne. ev têkçûn dê berdewam bike tako poz bişewitin. Jixwe her kes dizane ku ev yek pirtûk û çandê bê nirx dikin. Çanda erzan belav dikin. Çanda ku li ba kê €600 hebe, dikare pirtûkek xwe çap bike. Hin çapxane jî, bê pere pirtûkan çap dikin, lê mejiyê nivîskar ziwa dikin. Di navbera her du celeban de hin nivîskar tên dagîrkirin. Mebesta min mejiyê wan tê dagîrkirin. Encama hiş û ramanên wan bê nirx û hember tên dagîrkirin û pirtûka wî bê hember tê çapkirin, mîna çapxaneya Avesta, lê îca Avesta wan pirtûkan dadixîne bazara kirîn û firotinê. Xwezî hemû çapxane ji bo çandeke bilind bixebitin û ne ji bo bazirganiya Euro û Dolaran. Dema Avesta(wek nimûne) pirtûkan çap dike 11 jimaran nade nivîskar, dako diyarî dostên xwe neke. Her wisa pirtûkên gelekî bên firotin hildibijêre û çap dike, vêca dibe çapxaneya herî baş xebitiye û xelatan ji birêz Rêbiwar digre. Hin çapxane jî di bin şert û mercên Tirkan de dixebitin, dema gelek hevokan dixwin. Çapxaneya Belkî ji romana MIJABAD a Jan Dost gelek xwar. Gelo komîta lêkolîn û nirxandina pirtûkan di ewan çapxaneyan de heye?, ku hebana dê zikê wan li ser çanda bê xwedî biêşiya û her pirtûk bi €600 çap nekirbana. Ji ber vê yekê ew çapxane ne û ne weşanxane ne ango tenê ji bo pereyan dixebitin û ne ji bo çand û wêjeya kurdî.

Dema çapkirina pirtûkan dadikeve bazara kirîn û firotinê, terqîna dawî li ser çand û weşangeriya kurdî tê xwendin. Rola hin çapxaneyan di wêrankirina kesayetiya kurd de heye, dema edebiyata erzan û bê nirx belav dikin. Jixwe hemû nivîskaran dixin bin yek sîwanê, sîwana €600. Ev nayê wê wateyê ku ez li dujî çapkirina pirtûkan im, na, lê pirtûka ku li ser refikan toz bigre çima kirî çap bibe.

Pirtûk bi €600 çap dibe, îca hin kes €600 EURO li ba wan heye lê nivîskarî tune, û hin jî nivîskar in lê €600 li ba wan tune. Vêca roj bi roj pirtûkên binirx û hêja kêm dibin û yên erzan û ketî pir dibin.

Çapxaneyên ku bê pere pirtûkan çap dikin, mala wan ava û xweda xêra wan jê binivîse, jixwe dikin xêr û qencî û li ber serê dîrokê datînin, xwendina elfatîha jê kêm e, lê ew çapxane di dûv re bazirganiyê bi pirtûkan dikin, jixwe hemû bazirganiya bê nirx û ketî li ser pişta nivîskarê pepûk û reben û bê biryar dibe, û gelek €600 jê qezenc dikin. Gelek ji wan dako pirtûka nivîskarekî belaş çap bikin devê wî didrûn û bê biryar û helwest dihêlin. Ma tê çi wateyê ku pirtûk bê peymana di navbera çapxane û nivîskar de çap dibe.

Jixwe ana şêweyekî nû ji çapkirina pirtûkan re di meydana çanda kurdî de derketiye holê, nivîskara jin a xweşik û nivîskara jin a ziman dirêj û şêrîn. Xwediyên çapxaneyan têkiliyan bi nivîskara xweşik û xwîn şêrîn re datînin û çapkirina pirtûka wê pêşniyar dikin. Û nivîskara şelaf û ziman xweş û seksî, bi zimanê xwe yê xweş û şêrîn dikare pirtûka xwe bi Emerîkiyan jî bide çapkirin, îca kurdên li ser jinan dimrin. Bi bihaneya çapkirina berhemên jinan, gelek jin li ser serê me û çanda kurdî bûn Anakonda û kes nema dikare ji wan re bêje; siya we xwar e..

Weşanxaneya Avesta ji Ezîz Xemcivîn û Nezîr Palo re eşkere kir, ku helbestan çap nakin, ziyana madî dibîne. Lê belê me dît ku ji helbestvanên jin re çap dike; mîna Axîn Welat, Lorîn S. Dogan, Fatma Savci, Vînos Fayiq, Jana Seyda û Xelat Ehmed. Dêmek ku helbestvanên jin mêr bana ji wan re çap nedibû, vêca jinan gerek helbesta xwe danexistibana vê radeyê û ev yek nepejirandana. Dibe ku hin ji wan ne helbestvan in jî, lê ji ber ku jin in çap bûn, ew wek jin hatin çapkirin û ne wek helbestvan û nivîskar. Li gel ku hin ji wan nivîskar û helbestvan in bilind in jî, lê di bin navê berhemên jinan de şaş e, naxwe çi jin be ji wan re berhemnan bişîne dikarin çap bikin, bê ku binirxînin hêjayî çapê ne an na.

Min ji bo vê nivîsê têkilî bi hin dost û hevalên nivîskar ji rojava û bakur re danî û lêkola. Hinan gotin Avesta pirtûkan bê peyman çap dike, gelo ev tê çi wateyê? Dako nivîskar bê biryar bimîne û çi çaxa Avesta bixwaze pirtûka wî nivîskarî çap bike û bifroşe, mafê çapê ji Avesta re parastiye.. Hin jî ji bo deryê wan li deryan negere rûpelan bê şêwra nivîskar dixwin. Pirtûk bi şert û mercên çapxaneyan çap dibe û ne bi ya nivîskar. Bi tevayî weşangeriya kurdî berevajî ya cîhanî dixebite, di vê xirecirê de nivîskar bê nirxe, bê tiştek e, cirîd hemû li ser pişta wî dibe. Hinek dikin û hinek dixwin.

Di encama lêkolîna xwe de ya ku min bi gelek dostên nivîskar re kir, ji wan nivîskarên ku pirtûkên xwe bi pere û bê pere çapkirine, ez giham hin encaman;

– Hemû çapxane bê lêkolîn û nirxandin pirtûkan çap dikin.

– Bê peymana di navbera nivîskar û çapxaneyê de pirtûka nivîskar çap dibe. Dako di dûv re bi hevoka”” mafê çapê ji çapxaneyê re parastîye””serî li nivîskar bigerînin.

– dema nexwazin pirtûka te çap bikin, dibêjin: Ji ber ku xwendevanên zimanê kurdî kêm in û ew ziyanê dibînin, ew pirtûka te çap nakin.

– Helbestan çap nakin.

– pirtûk bi €600 çap dibe.

– Pirtûka bê firotin tê çapkirin.

– Têkiliyeke bêrêzî, kelevajî, tahl û bi pozbilindî bi nivîskar e tê kirin, bi taybetî çapxaneya belaş pirtûkan cap dike. Nimûne; Nezîr Palo pirtûka xwe ji bo çapê ji Avesta re hinart, ne bersiv hat û ne jî çap bû, gelekî dereng ma, piştî lêpirsînê Avesta bê silav û milav û etekêta rêzgirtinê ev bersiv da helbestvanê me: helbest li ber destê me pir in, û em nikarin çap bikin. Her wisa xwediyê Avesta navnîşana şaş dide helbesvan Ezîz Xemcivîn dako pirtûka wî negihê ber destên wî.

– Avesta tenê helbestên jinan çap dike. Helbestvanên mêr STOP. ku  A. Xanî Mem û Zîna xwe di vê demê de binivîsanda, çap nedibû.

Pêdiviya her çapxaneyê bi komîteke lêkolîn û nirxandina pirtûkan heye, ku ew komît tune be dê gelek pirtûkên erzan û ketî belav bibin, dê gelek rûpelên qedexe li gor sistema dewletê bên avêtin, dê keda nivîskar bê xwarin.

Li gel her tiştî, her kêmanî û astengiyan, çapxaneyên bakur roleke girîg û dîrokî di weşandina çand û pirtûkên kurdî de, dilîzin. Bi xêra wan pirtûkxaneya kurdî tije û dewlemend dibe. Lê rola moxil û bêjingan jî di dûv re tê û pirtûkên tozgirtî ji yên perpitî didin alî.

Li Rojava çapxaneyên kurdan tune ne, nabe kurd çapxaneyan vekin, ku hat û kurdekî çapxaneyek bi erêya muxaberatan vekir, ji mafê wî ye tenê kertên semawendan çap bike. Ji ber vê yekê em kurdên rojava destên xwe li ber deryê çapxaneyên birayên aliyê din vedikin û xwe li ber dengê wan sernixûz dikin dako pirtûkek me çap bikin. Lê ez bi pereyên ku ezê pê Biskilêtekî ji Adaro re bikirim pirtûkan çap nakim û bi şert û mercên çapxaneyan re nadim ser riya berjêr û şayîk. Û hûn sax…

28.01.2008