Hevpeyvîn

Hevpeyvîna Evdile Koçer bi nivîskar Qado Şêrîn re

Çima “Serok û Merok”??. Bi taybetî çima te ev nav bijart?
Mexabin min navê pirtûkê nekir Merok û Serok. Eger merov li dîroka kurdan, li dîroka
tevgera siyasî, li dîroka serokên partiyên kurdan vegere, merov dê bighê encamekê, ew jî ev e:
guneh û sûcê serokên kurdan di bindestiya kurdan de heye, wek nimûne; li rojavayî
Kurdistanê tim serokên partiyan bûne sedemên perçebûna partiyan û vê yekê tevgera siyasî li
hember dujmin û desthilatdariya Sûriyê qels û bê wate kirne, jixwe tim bi hev jî ketine û ta bi
helwesta wan di derbarê zulm û zordariya ko li miletê me dibe ne yek e. Min di nivîseke xwe
de ev xale wisa anîbû ziman: kesê(serokê) parçebûnan dike alîkariya dujminan di ne pêkanîna
hêviyên kurdan de dike hêza xebatê li beramber dujminan qels dike. Mexabin endamên
partiyan koletiyê ji serokên partiyan re dikin wek ko ji diktatoran re koletî dibe. Di hin
partiyan de Kurdistan di serok de qambostî kirne. Eger serokê kurdan li hev bûna ana rewşa
me ne wisa ba. Serokan kurd ji hev tarûmar kirine, bi jimara partiyan milet perçe werçe kirne.
Ji ber van sedeman navê piertûkê gerek Merok û Serok ba.
-Behsa weşandina pirtûkê û hwd. bike.
Li gor dîtinên min, û min gelek caran ev dîtinên xwe anîne ziman, merov ne bi pirtûkan dibe
nivîsevan, û sedemên din ko min pirtûk çap nedikirin ew bû ko ez pereyan ji ba xwe li
çapkirina pirtûkan nadim, eger min wisa bikra ana pênc şeş pirtûkên min hebana. Di 2007an
de min bi riya nivîskarê kurd Ezîz Xemcivîn ev pirtûk ji Sema Kurd re şand. Sema Kurd
dezgeheke serbixwe ye, li Dubey e, serokê wê dewlemendekî kurd e, navê wî Arif Remedan
e, cuwamêr ji gelek hêlan ve alîkariya nivîskar û hunermendan dike. Ji bo ko pirtûkê diyarî
Komîta fêrbûna ziman bikim, min biryara çapkirina pirtûkê da. Komîta fêrbûna ziman li
rojavayî kurdistanê bi salane ko bi hezaran merov fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî
dikin. Derfete li vir ko spasiya sê kesan bikim: Birêz Arif Remedan, Ezîz Xemcivîn û Hozan
Emîn.
-Hinekî behsa naveroka çîrokên xwe bike…

Di nav per û baskên her du belgeyan de bîst û çar çîrok bûne çîroka jiyana min. Naveroka wan
civakî û siyasî ne. Hemû jî bi şêweyekî tinazî mîna pêkenokan hatine nivîsandin. Bi qestî bi
zimanekî hesan mîna zimanê pêkenokan dako her kes fam bike û bi kesên di çîrokan de
bikenin hatine nivîsandin.
-armanca te bi nivîsandina vê pirtûkê çi ye? Armanceke te ya taybet heye?
Belê, Ji bo ko pirtûkê diyarî Komîta fêrbûna ziman bikim, min biryara çapkirina pirtûkê da.
Komîta fêrbûna ziman li rojavayî kurdistanê bi salane ko bi hezaran merov fêrî xwendin û
nivîsandina zimanê kurdî dikin, ta ana jî berdewam e, min pirtûk diyarî wan kir û ew azad in
di belavkirina wê de. Her wisa ji bo ji xwendevanan re rola serokan di xirecira rêzgarkirina
kurdistanê e diyar bikim.
-Çima çîrokên henekî û qerfî? Çima ne ‘cîdî’??
Bi gumana min kesayetiya nivîskar û jiyana derdora wî rola xwe di vê yekê de dilîzin,
merovê vî şêweyî dinivîsin merov in taybet in, berî ko bi civaka xwe re rast bin bi xwe re rast
û dirust in, tim hewl didin ko civakê ber bi xweşbûnê de biguherînin, civakê xemgîn nebînin.
Ziman bi hunereke blind bikar tînin. Dikarin qerf û hinekên xwe bi her tiştî bikin dako ew tişt
baştir bibe, xweşiktir bibe. Di nivîsandinê de şêweyê herî hezkirîye çimkî merovan hin rihet
dike hin jî di dema xemgîniyê de dikenîne.
-Bi giştî wêjeya mîzahî ji bo te çi îfade dike?
Mîzah aliyê herî rasteqîneye di jiyana merovan de, encama mîzahê ken e, kêfe, û merov di
ken û kêfê de nikare du rûyî be. Ev şêwe dikare bihêle merov rihet bijî. Mîzah beşê herî rast û
xweşike di jiyana me de ko em nikarin bê wî bijîn.
-Gelo cihê çîrokên henekî di wêjeyê de çi ye?
Wêjeya bê nivîsên tinazî mîna bilbilekî lal e, mîna çemê bê av e, mîna asmanê bê stêrike.
Wêje jî mîna dara bi qurm, şax, pel û mêwe ye, eger yek ji wan tune be dar kême. Wêje jî
wisa ye, bê nivîsên tinazî seqete, kor e, bawîye. Di wêjeya kurdî de jî gavin hatine avêtin, lê
ne bese.

  • Gelo Qado vê pêlê bi çi ve mijûl e? Niha çi plan û proje li ber destê te ne?
    Bi gelek qilçix û çîrokên din ve mijûlim, bi gelekî ji yên di pirtûkê de cuda û tazîtirin. Bi
    perwerdeya Adaro ve mijûl im, eger dem û guh nedimê dê Adaro berevajî hêza ba biçe. Dê
    nebêje nan, av, ez kurd im û ji zimanê xwe û gelek tiştên din bi kurdî hez neke. Her wisa bi
    nivîsandina şanoyekê ve mijûlim.
  • Heke gotineka te ya taybet hebe li ser pirtûkê û hwd. fermo…
    Bi wateya gotineke Dr. Nureddin ZAZA ê ko wiha dibêje:((Gelî Kurdan!Eger hûn naxwazin
    ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê
    eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya
    miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin
    xwendin)).
    Ez jî dibêjim: pirtûka min bi kurdî, bi zimanê xwe, ne bi yê serdestan bixwînin û bidin
    xwendin dako hûn xwe nas bikin û bizanibin li ser çi riyê ne, û çi ji xwe dixwazin.

-Qado Şêrîn kî ye?
Xwezî min jî zanîba Qado Şêrîn kiye?, min ê ta bi derziyê vekra. Tiştê ko ez zanim ji roja min
bîr biriye mîna penaberekî li ser sînoran dijîm, tê bîra min demekê li Qamişlo li ser sînoran
bûm, ana jî li ser sînoran dijîm. Bavê kurekî bi navê ADARO me, di 1995an pirtûkek din bi
navê STRANÊN MIHEMED ŞÊXO bi BEHAA ŞÊXO re derxistiye. Qilçix û çîrokan
dinivîsim. Li Holenda dijîm. Mirin ji bîra min naçe, gelo ezê bimrim?