Hevpeyvîn

Temaşe bikin: Hevpeyvîna Vîdyoyî ya Loran Weşanê bi Qado Şêrîn re, ji aliyê Salihê Kevirbirî ve.

Loran Weşan, Bernameyek heftane ye. Salihê Kevirbirî bi nivîskar, hunermend û navdarên kurd re dike.

Têbînî: ji bo ku hevpeyvînê biparêzim, û wek vîdyo di malpera xwe ya taybet de biweşînim, min vîdyo ji Youtube ya Loran Weşanê tomar kir, ev jî linka wê ye ( https://youtu.be/tIvhXA0UnS8 ).

Jînenîgarî

Qado Sêrîn, sala 1967ê li gundê Naroza Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî dibistana seretayî û navîn, ji bo xwendina lîseyê malbata wî Qamişloyê bi cih dibe. Piştî lîseyê, li Dêrezorê Enstîtûya Matemetîkê temam dike û çend salan li Qamîşloyê mamostetî kiriye.

Sala 1982ê, dest bi nivîsandinê kiriye û tenê bi kurdî dinivîse. Çîroka wî ya pêşî
‘Kortik’ dawiya salên heştêyan, di kovara ‘Gurzek Gulê’ de hatiye weşandin ku Konê Reş û Ebdilbaqî Huseynî derdixistin.
Qado Şêrîn, sala 2011ê dibe Endamê Hevgirtina Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê, lê li gorî ‘gotina wî’piştî hinek nîqaş û nakokiyan, bi awayeke fermî ji vê saziyê û ji rêxistinên nivîskaran dûr dikeve.

Gelek çîrok, gotar û nivîsên wî yên rexneyî di kovar,malper û rojnameyan de
hatine weşandin. Pirtûka wî ya yekem a çîrokan, bi navê ‘Serok û Merok’ ronahî dîtiye.

Ji bilî kurteçîrokan, Qado Şêrîn di nav wêjevanên kurdan de, bi nivîsên xwe yên tinazî û qerf û henekan tê naskirin. Wî navê ‘Qilçix’ li şêweya nivîsandina xwe kiriye.

Qado Şêrîn herwiha pirtûka bi navê ‘Stranên Mihemed Şêxo” tevî Beha Şêxo û pirtûka bi navê ’Îsmaîl Emo, Bîr û Boçûnên we” li kitêbxaneya kurdî zêde kirine.

Wî di navbera salên 2002-2007ê de, sernivîseriya malpera Tîrêjê; di navbera salên 2012-2015ê de, sernivîseriya beşê kurdî yê rojnameya ‘Pênûsa Nû’ kiriye.

Sala 2003yê, di warê kurteçîrokan de xelata yekemîniyê standiye ku ji aliyê Kovara Zeviyê ve hatiye lidarxistin. Herwiha sala 2021ê, di ‘Mihrîcana 7an a Çîroka Kurdî ya Qamîşloyê de’ Xelata Sêyemîniyê wergirt.

Qado Şêrîn sala 1995ê li Hollandayê dibe penaber û heta niha li wir dijî. Sala 2006ê zewiciye û bavê Adaro û Pîroz e.

***

10 Pirs

1-) Qado Şêrîn heta sala 1995ê li Qamîşloyê jiyana xwe derbas kir. Behsa wan salan ji me re bike. Jiyana çandî, civatî û hunerî. Çax û demên we çawa derbas dibûn? Tu carcaran xweziya xwe bi wan rojan tînî gelo?

2-) Ev 29-30 sal in ku tu li Hollandayê dijî. Li wî welatî çend salên te di nav ‘Xelîl û Celîlê’ de derbas bûn? Piştî çend salan tu hînê wî welatî bûyî?

3-) Qado can, kesên di nav civaka kurdan de bi piranî bi bavê xwe têne naskirin. Lê te navê diya xwe ji xwe re kiriye paşnav û navê nivîskariyê. Ez bawer im çîrok û paşxaneya vî navî heye? Cihê Şêrîna Şêxmûsê Remo, di jiyana Qado Şêrîn de çi ye?

4-) Ez bêm ser meseleya ‘Qilçixan’, ev nav ji ku derket. Ev nav ji bo nivîsên te bû merqeyek. Gava qilçix tên gotin, tu têyî bîra xwîner û şopînerên edebiyata kurmancî. Hinekî behsa vê rêbaza nivîsê bike…

5-) Qado Şêrîn, bi qasî ku mirovekî rûken û henekok e, hewqas jî di meseleya edebî û siyasî de cidî ye? Çi ne ku di van mijaran de ‘te ji dîn û îmanê’ derdixe?

6-) Em hinekî bi kurtî behsa berhemên te bikin ku wekî kitêb derketine. Paşê bi taybetî emê behsa Mihemed Şêxo û kitêba te ya li ser wî bikin…

7-) Çima Mihemed Şêxo? Helbet cihê wî di jiyana me de taybet e. Lê ji bo Qado Şêrîn, cihê Mihemed Şêxo li ku ye. Behsa çîrok û serpêhatiya vê berhemê ji me re bike?

😎 Herî zêde kêfa te ji kîjan stran û kilamên Mihemed Şêxo re tê. Ji bo te sertacên kilamên wî kîjan in? Tu bi kîjan strana wî, çavên xwe digirî û dikevî xewê?

9-) Qado, Mehebad, Adaro û Pîroz. Malbateke xweşik! Hinekî behsa zarokan û Mehebada diya wan bike. Di malê de gotina te yan gotina wê serdest e?

10-) Demek e dirêj e te destê xwe ji siyaset û partiyan şûştiye û xwe spartiye ‘tor û bextê’ nivîsê. Li ser vê yekê tê çi bêjî û di rojên pêş de plan û projeyên te çi ne?