Rexne

Min romana Tirsa bê diran, bi du çav û du hestên cuda xwend

Tirsa bê diran, tirs .. tirs .. tirs, gotina pêşî tirs e, her wisa gotina dawî jî tirs e, di navbera her du gotinan de182 rûpel hene, di derya van rûpelan de çi bi serê min wek Qado tê, çi bi serê te wek Mûsa tê û çi bi serê we wek Simko tê, ew di nav per û baskên wan rûpelan de diyar in, ma ji bilî tirsê çî din heye û çi dê bê serê me, tirs ku dikare bi xweşî û hesanî merovan daqurtîne, tirs nehewceyî diranaye daku merovan bicû û bixwe, ji ber dikare merovan sax daqurtîne, ma merovê tirsonek dikare çi bike?! Zendî be, mirî be wek hev e. Ji roja ku insan bûye ditirse, jixwe ku tirs nebiwa dê çi rewşa jiyan û dinyayê biwa? Insan ji Teba ditirsiyan, ji ber ku Teba ew dikuştin û bê cûtin dixwarin, ew dikirin qetqeto, lê Teba natirsin, ji ber ku hişê wan tune û cudahî di vir de ye, Teba bi diran in û tirs bê diran e, lê herdu dikarin merovan bikin qetqeto û wan tune bikin, jixwe mêrê netirse ne mêr e, merovê tirsonek bê projeye, û nikare hemû hêvî û xwestekên xwe pêkbîne, naxwe Tirs Teba ye, ew tebayê ku em tim û tim pêrgî wî tên û pê nikarin, dibe ku tirs jî teba be.

Di romanê de Kalo û Tûtino jî natirsin, ji ber ku aqilsivik in. Tûtino şûrê darikî wek simbol di destan de tim bilind kirî ye, û Kalo jî civat û axaftina di derbarê serhildana Ubêdulahê Nehrî û serpêhatiyên kurdan tim li dar e, her du natirsin ji ber ku hişê wan wek jêdera danasîna her tiştî kêm û sivik e, merovê aqilsivik(dêhn) û teba di hin tiştan de mîna hev in.

“Tirsa bê diran” romana nivîskarê kurd Helîm Yûsif e, di dema dawî de hate belav kirin, roman 182 rûpel e, sê kesên sereke rola lehengiyê têde dilîzin, ta radeyekê yek ji yê din bêhtir, Mûsa yê ku di gelek beşan de bêjere, Qado û Simko. Nivîskar her kesekî rolekê davêje ser milê wî, jixwe ji ber ku ji biçûkanî de dost û hevalên hevûdu ne, gelek tiştên hevbeş di navbera wan de hene, mîna jêkirina terya lawiran. Nivîskar Mûsa dike mamosteyê dîrokê daku Saykis bi xwendevanan bide nasîn bê ka çi hiner bi serê wî wek kurdekî de aniye û çi bi herêm û welatê kurdan kiriye, nivîskar wê rolê didê daku biterqe û di Londinê re derkeve û hewldana kuştina Saykis bike, dema li Londinê êrîşî acinciyekî bi navê Saykis dike(wek simbol), li gel ku Saykis di R95an de ji Mûsa re dibêje ku ewê here Londinê, di dema ku dibe wî merovê Brîtanî bi Saykisê dîrokî nebihîstibe jî, jixwe nivîskar gelekî bi kurtî li ser vê bûyerê nivîsandiye, wek merov têde dighêje ku nivîskar rola mamosteyê dîrokê dide Mûsa dako di Londin re derkeve û wê yekê bike, Saykis bikuje û tola 90 salî jê hilîne.

Qado jî dike şêwekar ji bo ku dema bê Elmanya portrêtekê ji Anêtre çê bike û diyarî wê bike, ev wek xêza qalind, lê di wate û naveroka xwe de Qado wek şêwekar, wek merovekî ji ber tirsê revyayî, tirsê li derdora xwe çê dike, tirsa dê û bav, tirsa malbata wî, û tirsa Anêtli ser nebedîbûna wî û hiştina kurekî kor li dû xwe, tirsa ji xwekujtina Alêna. Nivîskar vê yekê wek bûyer tîne ziman, lê wek bandora nebedîbûna Qado nivîskar tiştekî nanivîsîne. Di romanê de nabe bûyer wek nûçeyeke ji du sê gotinan derbas bibe, bi taybetî bûyerên ku bi kesên sereke re dibin, nimûne; çima kurekî Kor ji Qado û Anêt re dibe, û serhildana Qamişlo wek nûçeyeke ji bo ragihandinê di romanê de derbas dibe. Mebesta min, û li vir serhildana Qamişlo wek nimûne ye, çilo ev bûyera mezin ku dibe sedema guhertina qedereke nû ji Qado û Mûsa re, bi wî şêweyê kurt di romanê de derbas bibe, ji bo romanekê du sê rûpel hindik in, niha ku çîrok biwa dibû. Ji bo lawkê kor jî ku encama tirsa jiyaneke hevbeş e, ew jiyana ji du kulturên cuda tê dinyê, dibe ku tirsê li ser milê xwe hilgire û bi xwe re bibe ta bi pêşeroja xwe, ma naxwe rev ji ber tirsê tune.

Dema navnîşana romanê “Tirsa bê diran” be gerek her tişt dibin siya tirsê de bê kirin û bi tirsê ve bê girêdan, kiras û xiftanekî ji tirsê lê be, wek wate, wek bûyerên bitirs, wek axaftina bi tirs, her tiştê di romanê de gerek tirs jê biniqutya, ta bi çûna Mûsa li ba Nataşiyan, kirina cins bi Nataşiyan re gerek bi tirs biwa,  pêşiyan ji berê de gotine; merovê tirsonek, sînga spî nabîne. Di vir de Qado berevajî Mûsa ye, kêlîka ku lêvên Mûsa li serê memikê Lênaya çepê tên pêçan, dest bi girî dike û di dûv re ji Lêna re dibêje: Ez ditirsim(R134). Piştî du çixareyan dikşînin Lêna di nav tiliyên Mûsa de dibe mîna lîstokekî lastîkî ya zarokan.

 Di vir de nivîskar û li gor mijara ku di romanê de daye ser milê xwe, gihaye hevraziya nivîsandina romanê, lê çima ev yek bi kesê wî re û li vir mebesta min Mûsa ye ne wisa ye, bêguman hemû kesên romanê nabin wek hevûdu, çi di cins de be, çi jî di jiyana rojane û xuriştî de be, lê dema ku roman di derbarê tirsê de be, gerek ta bi xwendevan bi xwe re bitirsîne, bi taybetî ew serpêhatiyên rojane û normal ku bi merovan re dibin. Ta radeyekê navnîşana pirtûkekê ji pirtûkan nikare hemû barê pirtûkê hilgire ser milê xwe.

Merovê ku romana nivîskar a pêşî Sobarto xwendibe dê gelek cudahiyan di navbera herdu romanan de bibîne, dema merov “Tirsa bê diran” dixwîne, ji merov weyê ku hinekan bi qemçika nivîskar girtine û tivinga li ber teqînê kiribin serê wî û jê bixwazin ku zû û bilez romanê bi dawî bîne, ku tu wisa nekî bê şek tu kuştî yî, fîşeka di tenûra tivingê de sincirî dê di serê te de sar bibe, di “Sobarto” de ev yek nîn e, nivîskar bi bêhneke fireh romanê dinivîse û xwendevan ta dawî bi xwe ve girê dide û destûra wî nade ku deyne bêku bi dawî bîne, xwendina wê balkêşe, bûyer û saloxî têde pir in, di “Sobarto” de bûyer wek nûçeyên ragihandinê derbas nabin, di her rûpelê de bûyer û tiştekî nû û balkêş heye, berevajî vê yekê di “Tirsa bê diran” de nivîskar xwendevan li xwendina romanê sar dike, dema ku bi şêweyekî berfireh û hin caran bê sûde bûyerina şirove û dirêj dike wek di rûpela 49an de, pişta xwe dide civata Kalo û Tûtino û di dûv re dîsa vedigere civatê, tenê ji bo ku li Simko rast bê, jixwe gelek gelek caran bê pilan li merovan rastê, û ev jî cihê pirsê ye, tu dibê qey merov li benda wî ne ku lê rast bên, nimûne R83, mebesta min dirêjkirina rûpelên romanê ye, nimûne R133-134, dema tu bê wate di romanê de şiroveyan dirêj bikî û bûyeran bê wate pir bikî, tu romanê qels û lawaz dikî, di dema ku hin bûyerên sereke di romanê de hene, wek serhildana Qamişlo, çûna Mûsa boyî Londinê, kurê Qado yê kor, ev bûyer hewceyî firehkirinê bûn, lê nivîskar bi kurtî û wek nûçe wan derbasî romanê dike. Îca li vir û dema ku merov xwendina romanê bi dawî tîne, merov wek xwendevan pirseke serekî radestî nivîskar dike; di dema ku romana kurdî hîna bi lûs nebûye, li gel ku gelekan roman bi kurdî nivîsandine, hinek bi serketin û hin jî bi binketin, hêjayî gotinê ye ku Helîm Yûsif di “Sobarto” de bi serket, gelo çi çîroka dirêj ku rûpelên wê bi ser 59 rûpelan bikevin, dibe roman?

Ta bi rûpela 73an naverok û mijara romanê wek nîvişkê romanê nediyare, di dema ku bi teknîkeke bilind û xurt tê nivîsandin, guhertina hevok û bûyerên ne sereke bi şêweyekî xurt û bilind têne nivîsandin, nimûne, di R23an de; ev mişkê dojehî, mişkê bextreş yê ku vê dawiyê bi navê Mûsa hate naskirin ez bixwe me. Ev teknîk û şêwe ta bi dawiya romanê berdewam e, mebesta min bi zilamê çavzer e, nivîskar ji destpêka romanê de wî wek jêdera tirsê û kesekî xeyalî û nenas dide diyarkirin, kesek nizane ew kiye, çi ye, çi dixwaze, û wisa pêre berdewam dike ta bi rûpela 178an.

Ez rû bi rû bi xwe re mabûm…

Rûyê wî rûyê min bû û çavên wî çavên min bûn..

Ew, ez bi xwe bûm.

Ez bi ser çogan de, li ber herdu lingên wî, ji qam de, hatim xwarê…

Mişk, zilamê çavzer û Kulî, her sê jî wek simbol jêdera tirsêne, li gel ku merov dikare pêl serê mişk û Kuliyan bike û biperçiqîne, lê merov ji wan ditirse, her wisa merovê çavzer jî. Her sê wek simbol ku dikarin di romeneke di derbarê tirsê de bên bikaranîn, û nivîskar ta bi radeya qateke bilind ji qatên avahiya romanê dikarîbû wan bizanebûn bikarbîne. Dema Mûsa wek Mişkekî ji diya xwe re dibe, naxwe di jiyana xwe tevî de dê wek Mişka tirsonek be, dê ji her tiştî bitirse, her wisa merovê çavzer jî ku Mûsa bixwe ye.

Di sê beşan de, ji rûpela 75an ta bi rûpela 100î, li şûna tirsê cegerdarî û mêrantiya veşartî ji cerg û hinavan dertê û li şûna tirsê cih digre, li gel ku navnîşana beşê di rûpela 75an de; Serhildana zarokên tirsê, dil dihejîne. Kesek bi tirsê hest nabe, û dema ku ew zarok zarokên tirsê bin, dema ku ew zarok ji malzaroka tirsê derketibin, çilo dê bikaribin pûtê diktatorekî birûxînin û kurê wî diktatorî serokê welat û artêşa kuliya ye. Di rûpela 157an de hevokek xurt û bilind hatiye nivîsandin; TIRS ji her tiştî bêtir dişibe penceşêrê. Di nîvişkê wateyê de her du baş nêzîkî hevûdu ne, tirs û penceşêr merovan ber bi mirinê ve dibin, her du merovan di livîna tirsa ji mirinê de sar, bê piroje û bê hêviya ji jiyanê dikin, îca mirin ji bo merovê bi penceşêrê pirojeya dawî ye, di dema ku piroje di wê nevberê de namînin, lê ji bo merovê tirsonek piroje têk diçin, ji bingeha xwe de nînin. Vêca zarok an jî merovê tirsonek dê nikaribe keviran dûr bavêje, ji ber ku hêza wî ya avêtinê nîn e, ew merovekî têkçû û şikestîye.

Min roman bi du çav û du hestên cuda xwend, bi xwendina her pirtûka kurdî re ez wisa me, û li dawî pirsekê ji xwe dikim; gelo ta çi radeyê nivîskarê pirtûkê biserketiye? Nizanim nivîskar jî vê pirsê ji xwe dikin an na, ez nizanim, lê ku nivîskar wek xwendevan û rexnevanekî li berhema xwe venegere û binçav neke, ew ê nikaribe bi gotin û afirandinê re bijî û berdewam bike, jixwe her nivîsa tê nivîsandin, ji bo xwendevanan tê nivîsandin, û ku xwendevan jê ne razî bin, bê guman ew nivîskar dê bişke .

Ne li ser her pirtûka dixwînim dinivîsînim, jixwe hin pirtûk nehêjayî xwendinê ne jî, lê hin pirtûk hene dema xwendina wan bi dawî tînim, ez di nava xwe de dibêjim; xwezî ev pirtûka min biwa, xwezî min bikarîba û bizanîba wisa binivîsanda, û ev serkeftine ji nivîskar e. Romana “Tirsa bê diran” jî yek ji wan pirtûka ye ku min hêvî kir ku ya min biwa, li gel ku hin rexneyên min li ser hene jî, jixwe nivîs û berhema rexne nebe ji avêtinê re ye, nivîs û berhema xirecirê li ser xwe çê neke, nenivîse û ne jî dibe berhemek dîrokî.

22/09/2006

Hollenda