Gotar

Pkk û AA

Mirov kîjan televizyona nûçeyan vedike û lê temaşe dike, dibîne ku rêjîmê herêma Cezîrê(herêma kurdan) radestî Pkk kiriye, hin jî dibêjin pkk rola rêjîmê li wan herêman dilîze û bi hev re herêmê diparêzin, wisa di derbarê Pkk û rêjîmê de ji aliyê gelek dijberan ve tê gotin.

Xelkên herêmê jî gelek gazinan dikin û dibêjin: Pkk astengiyan ji me re derdixe û nahêle em rihet bijîn û çalakiyan bikin. Wek nimûne bûyera Amûdê, Dêrka Hemko, Kobanê, revandina Mistefa Cuma û Behzad Dorsin.

Gelek raport jî divê derbarê de derketin, dibêjin û piştrast dikin ku Pkk li herêman kurdan çekdar e û bi devê tivingê birêvebiriyê dike. Ew çekdar kurd in, lê dîsa jî kurdan ew ne hilbijartine, ne bi erê û razîbûna kurdan bûne rêvebir.

Hesen Ebdilezîm rêvebirê Pergala Hevrêz a ku Pyd endamekî sereke ye têde, wî jî got ku çekdarên li herêma kurdan çekdarên Pkk ne û ne yên pyd ne, û ew qebûl nakin Pyd çekan hilgire, çimkî rêbaza wan aştiyane ye.

Em kurd ji ber doza xwe şerm nakin, berevajî wê em pê razî û serbilind in, êdî gelek kurd dipirsin: çima çekdarên me rûyê xwe vedişêrin?, dêmek ew ne kurdan in an jî ji ber doz û kiryarên xwe şerm dikin.

Li bakurê Kurdistanê Pkk şerê hikûmeta Ardogan dike, çimkî hikûmeta Ardogan rêjîmek dagîrkerê Kurdistanê ye û li wî perçeyî kurd bê maf in, lê ma rêjîma Esed jî ne rêjîmek dagîrker e?, kurd li wir jî bêmaf in, lê hîna Pkk êrîşek çekdarî nebiriye ser hêzên Esed.

Piştî 20 mehan ji şoreşa gelêrî ya gelên Sûriyê, diyar dibe ku Pkk tim bi tenha xwe û wek xwe dike. Rojekê ala şoreşê bilind nekiriye, siloganên rojên înan bilind nekiriye, û Artêşa Azad û dijbera ereb vê baş dizanin.

Ji ber wan sedeman, bi texmîna me piştî rûxandina rêjîmê dê şer di navbera Pkk û Artêşa Azad e derkeve.

Bûyerên Eşrefiyê texmîna me piştrast dike, me piştgir û hevalbendên Pkk di medyayê de dîtin bê çi li ser Artêşa Azad gotin û nivîsandin.

Bi texmîna me çi şerê di nav Pkk û A.A de derkeve tenê di berjewendiya rêjîma Beşar de ye. Têbînî: me ev nivîs berî bûyerên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd nivîsandibû.