Gotar

Zarok û zimanên biyanî

Zimanê dayikê tim şêrîntirîn ziman e, her wiha baş û hesantirîn ziman e ku mirov dikare xwe pê derbibire.

Li Europa wexta zarokên me bi kurdî neaxivin, sedem dê û bav in, wexta hez kirin û girêdana dê û bav bi zimanê dayikê ve hebe, helbet wê zarokên xwe fêrî kurdî li kêleka yên biyanî bikin, û bi kurdî biaxivin.

Zarok dikarin çar zimanan bi hev re fêr bibin.

Bi texmîna min dê û bavên nezan zarokên xwe fêrî kurdî nakin, yan jî zarokên wan bi kurdiyeke şaş û şikestî diaxivin, û yan jî bi hev re bi zimanên biyanî û ne bi yê kurdî diaxivin. Dê û bavên ku nikarin fêrî zimanên biyanî bibin, derfetê didin zarokên xwe daku ji wan re wergerînin û hin ji wan dê û bavan xwe bi zarokên xwe mezin dikin.

Ez li ser xwe û hevalên xwe yên rewşenbîr û nivîskar bibêjim, zarokên me hemûyan bi kurdî baş diaxivin, û di malê de jî tenê bi kurdî û ne bi zimanên biyanî diaxivin.

Wexta zarokên kurdan bi zimanên biyanî diaxivin, nezaniya dê û bav diyar û eşkere dibe, her wiha kurdiya wan a lawaz, ku hin ji wan bi nav kurd in diyar dibe.

Wek encam, wexta zarokên kurdan bi hev re bi zimanên biyanî diaxivin, sûnc û gunehê dê û bavan e, nezaniya dê û bavan e. ta bi mamosteyên dibistanan dibêjin: bila zarokên we li malê zimanê we fêr bibin. Lê dê û bavên nezan guh nadin xwe û şîreta mamosteyan, û kurdîtiyan wan lawaz e.

Zaroka bi kurdî neaxive, dê zûtir ji yên bi kurdî diaxivin di civaka Europî de winda bibe.

18/02/2015