Gotar

Rojnameya Kurdistan-bersiv

Bi texmîna min her du encûmenan karên hevbeş nekirine taku raweste.

ENKS ku di 26.10.2011an de hatibû damezirandin ta aniha bi pirsgirêkên navxweyî ve mijûle, encumeneke ku ji her tiştî bêtir dişibe tiroleyan, ji derçûna daxwiyaniyan bêtir nikare tiştekî din bike, belkû hin caran dikarîbû li komcivînan amade bibe û rêkeftinan bi alîkariya Başûrê Kurdistanê bi Tev-Demê re imze bike, lê gelek caran nikarîbû xwedî li helwest û biryarên xwe derkeve. Her wiha nikarîbû dakeve kolanan û li dijî kiryarên şaş ên PYD derkeve, ango nikarîbû cemawerên xwe li dijî zulm û kiryarên Pyd daxîne kolanan, û wek encûmenek hevrik ji desthilata Pyd re xwe diyar dike.

Tev-Dem encumeneke ku bi rêberiya Pyd birêve diçe, Pyd jî bi ser Pkk veye, êdî ku mirov li dîroka Pkk vegere, qet û qet karên hevbeş bi kurdan re nekiriye, belê bêtir kurd tune kirine û gelek caran şerê partiyên kurdan kiriye, nimûne gelek in wek şerê birakujiyê li B.K.

Tev-Demê xeta kurdayetiyê di bin sîwana Umeta Demuqrat de winda kiriye, belkû Umeta Demuqrat pilana Pkk a nûye ji bo têkbirina fikra neteweya kurdî û ji holê rakirina fikra dewleta kurdî ye.

Her du encûmen serbixwe kar nakin û berjewendiyên giştî yên gelê kurd di ser ên partayetî û derve re nagirin, yek biryarên xwe ji Qendîl distîne û ya din ji Hewlêr û Silêmanî.

Gelek rêkeftin bi alîkariya Başûrê Kurdistanê di navbera her du encûmenan de hatine imze kirin, lê yek rêkeftinê rêya pêkanînê nedî, dêmek berjewendiya gelê kurd li ber çav nayê girtin, bêtir pirsgirêk û nakokî derketin ên ku bûn egera koçkirina xelkê.

ENKS bêhêze, nikare li ser xakê li dijî desthilat û kiryarên Pyd ên şaş wek leşkeriya neçar derkeve, endamên wê ji aliyê desthilata Pyd ve tên girtin û revandin û îhanetkirin, tenê bi rêya daxwiyaniyan şermezar dike û bi çalakiyan ranabe, lê endam û piştgirên wê li Europa jî neçalakin?

Pyd wek desthilat di ber her tiştî de berpirsyar e, di ber valakirina R.K de, di ber komkujiya şeva xedrê li Kobanî, di ber nan û ava xelkê de berpirsyar e, yana bila dev ji desthilatê berde. Deshilata leşkerî û siyasî têra xelkê nake. Xxelk nan û avê jî dixwazin û pyd bi tenha xwe û bi hebûna rêjîmê li herêma kurdan nikare aramî û pêkhatiyên rojane ji xelkê re peyda bike. Şerê Daiş pîroz e lê bihaneye ku şerê rêjîmê neke, jixwe taku rêjîma Esed neyê rûxandin wê Daiş tune nebe û wê desthilata pyd a yek layane û diktator bi dawî neyê.

Bi texmîna min wê her du encûmen nikaribin karên hevbeş bikin, çimkî Tev-Dem ne bi serê xwe tev digere, her kes dibêje bi rêjîmê reye, nimûne gelek in lê alîkariyên dawî li Hesekê baştirîn nimûneye, her wiha ji aliyê Qendîlê ve tê birêvebirin, jixwe Qendîl bi rêberiya Cemîl Bayiq bi Îranê ve hatiye girêdan.

Tev-Dem û Pyd fermî mafên neteweyî ji gelê kurd re naxwazin, berovajî ENKS ku fedralîzmê dixwaze, êdî bi texmîna min wê her du encûmen qet û qet nikaribin karên hevbeş bikin. Jixwe ku karên hev bikin, helbet wê sistema pyd têkbiçe çimkî wê şerê rêjîmê bê kirin û pyd qet wê naxwaze, Qamişlo wek nimûne.

Baştirîn nimûne ku pyd karê hevbeş nake ew e ku Pêşmergeyên Rojava qebûl nake, li gel ku rêkeftina Duhokê imze kiribû, pyd nikare wan wek hevpar qebûl bike çimkî derbasbûna Pêşmergeyan ne di berjewendiya rêjîm û Îranê deye, Pêşmerge dê şerê rêjîmê jî bikin, û ala Kurdistanê bilind bikin û doza mafên rewa ên neteweyî li Sûriyeyê bikin.

Li dawî, taku rêjîma Beşar neyê rûxandin wê pyd mecbûrî karê hevbeş nebe. Jixwe belkû desthilata wê nemîne, çimkî dost ne di nav kurdan de û ne jî di nav ereban de ji xwe re nehiştine, hemû alî wê bi têkiliya bi rêjîmê re tawanbar dikin.

Qado Şêrîn

Hollenda, 24/08/2015