Gotar

Pêncşema Ziman, di facebookê de

Zimanê me, hebûna me ye.
“Pêncşema Ziman” a duyemîn jî qediya,  zikêşên zimanê kurdî xwe bi kurdiya şêrîn derbirîn, bi coşek mezin xwedî li zimanê xwe derketin û tenha bi kurdî xwendin û nivîsandin. Fikir û giyanên xwe bi kurdî nivisandin, û ew gaveke pîroz bû.

“Pêncşema Ziman” pirojeyeke ji bo xwendin û nivîsandina bi kurdî ye li ser rûpela facebookê. Berî du heftan nivîskar Qado Şêrîn bang û pêşniyar kiribû ku rojên pêncşeman bibin rojên zimanê kurdî, tenê bi zimanê kurdî bê xwendin û nivisandin. Derbirîn xurû bi kurdî be û ne bi zimanê serdestan be.

Do duyemîn “Pêncşema Ziman” qediya, ji ber ku encam gelekî baş û balkêş bû, me pêwist dît ku em bêtir xwedî li vê rojê derkevin û berfireh bikin, êdî hemû kesên ku xwedî li “Pêncşema Ziman” derketin dikarin xwediyê pirojê bin, tiştekî fermî nîne, belê emê daxwiyanî, logo û nivîsên ji bo “Pêncşema Ziman” di bin navê “Komîta birêvebir a Pêncşema Ziman” belav bikin. Dibe ku di nêzîktirîn wext de bibe “Zikêşên Pêncşema Ziman”, wê wextê çi kesê zikêşê zimanê xwe be dikare nijadekî sereke û çalak be di pirojeyê de.
Hêviya me ji pirojeyê ew e ku “Pêncşema Ziman”  berfirehtir bibe, hemû roj û wextan kurd tenê bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin û binivîsin, her wiha bighê her çar aliyên Kurdistanê û kurd ne bi zimanê serdestan, belê bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin.
Di pêncşemên ziman ên li pêş de, emê hewl bidin rêziman û şêweyên fêrkirinê biweşînin, her wiha emê hewl bidin jimarek mezin ji facebookiyan tev li pirojeyê bikin, taku facebook tenê bi kurdî biaxive.
Piroje ne ya kesekî û duduwan e, belê ya hemû kurdan e, êdî bila her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û tenê bi kurdî binivîse û bixwîne.
Tu kurdî, zimanê te heye, pê bixwîne û binivîse, tu çima bi zimanê dijminê xwe dixwînî û dinivîsî?


Komîta birêvebir a Pêncşema Ziman

13/12/2013