Gotar

Şoreş-bîr, rewşen-ger

Di dema şoreşan de, piştgir, beşdar û rewşenbîrên şoreşê dibin mîna endamên şanika mêşa hunguv, her yek ji hêla xwe ve guman dike ku bê wî/wê şoreş bi ser nakeve, her yek li gor karîna xwe karê xwe dike û bi hemûyan şoreş bi ser dikeve. Her wisa xwediyên şoreşan dibin mîna malbatekê û her yek karekî curbecur dike, wek nimûne: şoreş mîna birêvebirina malbatê ye; dê nan dipêje, bav cot dike, kur êzingan kom dike, keç dewaran didoşe, û her wisa. Hemû dibin şoreşger û di yek astê de, cudahî û sînor namînin, her kesek li gor karînên xwe şoreşê ber bi serkeftinê ve dikişkişîne, eger wisa nebe şoreş bi ser nakevin.

Li gor şiroveya jor, eger dê nav di kurê xwe nede, kur dikare beşdarî xwepêşandan, çalakî û şoreşê nebe. Rewşenbîr jî dikare bi bihaneyên rengareng di xew de bimîne û helwest û dengê şoreşê ranegihîne.

Li vir xalek gelekî girîng û pêwist heye, bê wê qet şoreş bi ser nakevin, ew jî ev e: şoreş bê vîn û beşdariya yên din biser nakeve.

Şoreş dema dest pê dike, kes guman nake ku ew dê ta dawiyê zindî bimîne, êdî şoreş ji bo berdewamiya jiyana xweş û azad gur dibe û ne ji bo xweşkirina jiyana beşdaran, çi şoreşger çi jî rewşenbîr, jixwe rewşenbîr dikare berî şoreşgerê meydanê bê kuştin, û gelek caran wisa bûye, dema rewşenbîr bûye çavdêrê şoreşê.

Ew ne rewşenbîr e ew ê li derveyî şoreşê bijî, û xewnan li ser têkçûna şoreş û bê hêvîtiyê ava bike. Ew çi rewşenbîr e ew ê ku di dema şoreşan de ji bo azadiyê bê deng bimîne, ew rewşenbîr û qûça ji paçikan mîna hev in.

Li gor serdema me ya 2011an, rewşenbîr facbook e, rewşenbîr Youtube, rewşenbîr Twitter e, rewşenbîr xwediyê pênûsa ku çemek ji xumavê têrê nake.

Rewşenbîr şoreşê tapo dike, ew nav tê dide û di rûpela pêşî ya dîrokê de dinivisîne, bi gotinekê; rewşenbîr deng û pênûsa şoreşê ye. Wek çilo dê nan ji kurê xwe yê şoreşger e dipêje, rewşenbîr jî gotin û helwestan, bîr û boçûnan dipêje.

Li dawî hemû şoreşger li ser maseya rewşenbîr tên kuştin, piştî rewşenbîr dîroka wan dinivîse ew jî her tiştî radestî milet dike, û jiyana xweş û azad a piştî şoreşê destpêdike.

2011