Gotar

Tirko, pkk û tiştin din

Tirko di nijadperestî û hovîtiya xwe de berdewam e, ji xwe pêve kesî nabîne, kesî ji xwe çêtir û baştir nabîne, poz bilind, li jor dinêrin û dimeşin tako carekê bikevin û di bîreke bê binî de werbin. Bi hêviya ko ew roj nêzîk be, nijadperestî û pozbilindiya wan dê wan tar û mar bike, welatê wan parçe bike, zulm berdewam nake. Dema hikûmet diktator û nijadperest be, hêvî heye rojekê birûxe, lê dema tevaya milet wisa be hêvî dişkin û bîra bê binî li pêşiyê tê kolan, jixwe tirko ji roja roj de bi hovîtî dijî û bê guman dê rojekê bikeve û tirkiyê parçe bibe, ev jî ji ber siyaseta şaş û hovane li dujî netew û kêmnetewên li tirkiyê û ji ber tunekirina wan e, û jixwe pêve kes nedîtine

.

Di van rojan de tirko bi zirt û fortên xwe herêm sor kirye, pkk dikin bihane dako bikevin başûrê kurdistanê, an jî wan ceca bikin, ji ber ko li wir kurd li ser riya avakirina dewletekê ne û ev yek tirkoyê nijadperest har dike(jixwe berê gurê har in), û dibêjin bila çekdarên PKK ji kurdistanê derkevin, ev bihaneye, hemû kes jî vê baş dizanin, lê okk jî gerek bi kurdê başûr e alîkar be û derfet û bihaneyan nexîne destê tirko. Ez jî dibêjin bila çekdarên pkk ji başûrê kurdistanê biçin bakurê kurdistanê, veguhestin, an jî cih guhertin dîsa di nav û li ser xaka kurdistanê dibe û mahne ji tirko re namîne ko êrîşan bibe ser kurdên ko hêviyek me kurdan li wir pêkanîne. Li bakur ko 30 milyon kurd nikaribe çekdarên pkk di hemêza xwe de veşêrin, dêmek çiyayê Qendîl jî dê nikaribe wan ji ber Tirk, ereb, Iranî û Emerîkiyan veşêre. Ko ev ek nebe bila riyek din, şêweyek din ji karê xwe re bibînin, jixwe meydana şervaniya wan bakurê kristanê ye, başûr azad bûye û ji erkê netewîye em wê biparêzin, dubare dibêjin veguhestina ji başûrê kurdistanê boyî bakurê kurdistanê dîsa di nav xaka kurdistanê de dibe, ko ev yek bibe bihane ji Tirko re namîne êrîşan bibe ser bidestxistiyên hemû kurdan li başûrê dil. Li hember hovîtiya tirkan a kol i seranserî dîroka wan berdewam e, pêdivî bi yekîtiya me kuran heye, em bi hev re bin, pişta hev bigrin, hev biparêzin.

Ana tê xwestin ko tevaya dunyê li dujî tirkan derkevin, wan ji poz bilindiya wan daxînin, dako bes welatên cîran bitirsînin û kêmnetewên li ba xwe tune nekin.

Hin kes pêşniyar dikin ko PKK çekan deyne, raste û dawiya pkk çek danîne, ez jî piştgiriya vê helwestê dikim, lê li beramberî çi, bê hember ne ji mafê çekdarên PKK ye jî çekan deyne, gelek caran pkk şer rawestandiye, lê dewleta tirko agirbestê naxwaze, naxwe agirbest di berjewendiya kurdan de ye. Tirko tenê dengê gule û tang û topan dinase û ji ber ko dewleta tirko naxwaze şer raweste gerek pkk şer rawestîne û sistema xwe ya kevn biguherîne û bikeve hemêza miletê xwe de, çi gava Tirkan kurd li Tirkiyê wek netewe naskirin û maf da kurdan ko karê siyasî hin li Tirkiyê û hin jî li derveyî Tirkiyê bikin, bê ko serê kurdekî ji ber kurdiya wî biêşînin, wê demê gerek PKK çekan deyne û karê siyasî bike. Lê wek diyare Tirko naxwaze PKK çekan deyne, ji ber leşkerên wê bê şer û kuştina kurdan nikarin bijîn. Bi vî şêweyî Tirko naxwaze pirsgirêkên xwe çareser bike, belê tim û tim dispêre pêşerojê, bi şêweyê çekdarî nema pirsgirêkên miletan çareser dibin, jixwe ev 23 sal in ko bi hezaran kurd û tirkan hevûdu kuştine, her du aliyan jî tîştek qezenc nekirne, îca dawiya dawî dê li ser maseyek girover danîşin û vê pirsgirêkê çareser bikin, îca ko ev rûniştin îro be baştire ji sibe.

Di dema ko Emerîkiyan Tirko bi qirkirina Ermeniyan tawanbar kir, Pkk teqîn û kuştin kir û derfet neda medya dunyayê ko şerê tirko baş bê kirin.

Li dawî, tirsa min ji wê tirsêye ko; tirko, firs, ereb û Emerîkî li wan bibin yek û wan bişkînin, û pkk mîna balindeyê ko hemû balindeyan….., ew şerê kurdên başûr bikin, jixwe tirko jî vê dixwaze.

03/11/2007