Gotar

Zimanê serdestan, têkbirina bindestan

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

Min ev hevok berî demekê di nivîsek xwe de nivîsandibû, û tim di destpêka malpera min de dijene. Dema nameya malpera we(Diyarname) ya di derbarê gift û goya duzimanî de giha min, yekser ew hevok hate bîra min, û mebest jê çand û wêjeye,. û ne nivîsandina nameyekê ye bi zimanê dujminan ji bo karmendekî ji karmendên şaredariyê daku merov karê xwe li ba bimeşîne.

Li Belcîka merov dikare bêje sêzimanî, û li Swîsrayê çarzimanî, ji ber li van welatan demuqratî heye û hemû ziman wek hev bikartên, li pêşdikevin, perwerde bi wan dibe, lê li Sûriyê, li Iranê, Li Tirkiyê merov nikare bêje duzimanî, ji ber zimanek serdest e û yek bindest e, zimanê serdestan hemû zimanên din tune dike, qedexe dike, zimanek ê din tune dike, derfetan li pêşiya wan digre daku pêşnekeve, belê bixeniqe, ji ber ku ew welat wek Belcîka û Swîsrayê ne demuqratin, mafê merovan winda ye, tune. Li welatên ku Kurdistan dagîr kirine, sistema duzimanî li wan nabe bimeşe, ji ber ne demuqratin û nabe perwerde bi zimanekî din bibe.

Ku hemû kurd, mebesta min hemû nivîskar bi zimanê serdestan edebiyatê binivîsin, bê guman emê kurd bê ziman, bê dîrok, bê edebiyat bin, jixwe dujmin jî vê yekê dixwaze. Di dîrokê de hin kesan mîna Bilind El Heyderî yê ku kurd bû jî û bi erebî helbest dinivîsand, digot; zimanê kurdî têra nivîsandina helbestê nake. Ew ên ku bi zimanê serdestan dinivîsin vê yekê piştrast dikin, û yên bi kurdî dinivîsin vê yekê red dikin, ana û di serdema me de û piştî ku gelek helbestvan, nivîskar, romannivîsên kurd derketin û berhem in bilind û xurt nivîsandin, ew nerîn têkçû, jixwe ji bingeha xwe de ji rastiyê dûr bû.

Welatê me wek cugrafiya dagîrkiriye, bindeste, em kurd wek merov ne azad in, ziman û axaftina bi kurdî qedexe ye, em mecburin zimanê dujminan li dibistanên dujminan bixwînin, lê em ne mecburin bi zimanê dujminan edebiyatê binivîsin. Em ne mecbûrin giyan û hestê miletê xwe diyarî çanda dujminan bikin.

Min diye gelek kurdên bakur li Europa bi Tirkî diaxivîn, yekser zikê min diêşiya û min ji wan dipirsî; hûn bi kurdî baş dizanin, êdî çima hûn bi tirkî diaxivin?, wan digotin: dujmin zimanê xwe bi me şêrîn kiriye.  Ji bo me kurdan ev têkçûn û şikestine, naxwe dujmin zora me bir û pişta me danî. Gerek her kurdek, bila li kur be, ji hêla xwe de zimanê xwe biparêze, û ne tenê biparêze, belê bi nijadperestî biparêze. Ji vê hêlê de gelek caran dexseyî tirkan dibim, xwezî em wek wan ji zimanê xwe re nijadperest bana. Ji ber derfetên biserketina zimanê dujminan hene û gelekin, dezgehên ziman, dibistan, dezgehên perwerdeyê, zanko, ew welat in û em li ber lehya tunekirinê berdan e.

Ji sala 17an de ji vejîna misulmantiyê şerê zimanê kurdî dibe, jixwe nimûneya herî mezin li bakurê Kurdistanê bi dijwaî pêkhatiye, tirkan hemû rê, xaçerêk, derfet, derî û pencer li pêş zimanê kurdî girtine, îca ji ber ku merovê kurd li Kurdistana dagîrkirî ne azad e, êdî dê nikaribe bi zimanê serdestan jî hest, derd, bîr û boçûn û helwesta xwe bi azadî bibêje û binivîse, dema tu ne azad bî tê di nivîsandina bi zimanê dujminan jî de ne azad be, jixwe ji merovê ne azad nayê xwestin ku edebiyata tirsê binivîse.

Ji merovê kurd nayê xewstin ziman û çanda dujminan li pêşbixînin, me demekê wisa kir taku ziman têkçû, ana jî gelek kes qaşo nivîskar in û bi zimanê serdestan dinivîsin, derfet li pêş wan hene ku xwe fêrî zimanê kurdî bikin û bi kurdî binivîsin, lê naxwazin, wek nimûne jî kurdên li derveyî welêt, her wisa yên li welêt jî çi bi dizî çi jî eşkere dikarin xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bikin, an jî ka bila hemû nivîskarên kurd bi zimanên serdestan binivîsin, dê ji ku çand û wêjeya me hebe, emê bê ziman bimînin, jixwe dujminên me jî vê yekê dixwazin, dixwazin em bi zimanên wan binivîsin daku zimanê xwe ji bîra bikin û li dawî bê ziman bimînin, wek ku Tirkan li bakurê dil xwestin bikin û ta radeyekê kirin jî.

Dîroka miletan bi zimanê miletan tê nivîsandin, her wisa çand û wêjeya miletan. Ana hin kurd bi zimanê serdestan bûne nivîskar in mezin, nimûne gelek in, ku Kurdistan hat û rêzgar bû û piştî borîna salan û fêrkirina zimanê kurdî di dibistanan de, dê piştî demekê kurd nema bikaribin wan bixwînin, dê ew nivîskarên mezin bibin ji dîroka dujminan, tenê dê li ber navê wan bê nivîsandin; dê û bavê wî kurd bûn. Lê emê qet li ser kilasîkên kurd wisa nebêjin, mîna A. Xanî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî, ji ber wan bi kurdî nivîsandine û bûne dîroka kurdî, wan çand, giyan, bîr û boçûnên xwe bi kurdî nivîsandine û ji ber ku wan bi kurdî nivîsandin, em kurd ana wan dixwînin, lêkolînan li ser wan çê dikin, em xwe bi wan mezin û payebilind dikin.

Li dawî; sistma duzimanî tenê dikare li welatên demuqrat bimeşe, dikare li başûrê kurdistanê jî bimeşe, ana tirsa me ji wê tirsê ye ku her du zaraveyên sereke bibin du zimanên serbixwe û sistema duzimanî bimeşe, perwerde bi her du zaraveyan bibe, dibistan û zanko bi wan bibin, an jî divê zaraveyek zaravayê din bixwe.

26/09/2007