Rexne

Helîm Yûsif, di stêrên asmanê bilind e.

Helîm Yûsiv ê şikestinan, kul, derd, şahî û têkçûnên Amûdê ye. Amûdê jî welatekî piçûk e, nimûneya herî rasteqîneye ji bo Kurdistanê. Helîm zimanê Amûdê ye, na belê pênûsa ko Amûdê li ser rûpelan nîgar dike. Helîm Yûsiv bixwînin hun ê Amûdê nas bikin, hun ê civak û rewşa kurdistanê nas bikin, hun ê bibînin bi çi şêweyî evîndarî têkdiçe, û hun ê xwe wek nişteciyekî ji Amûdê bibînin. Kî dizane ko Helîm ne ji Amûdê ba dibû ko Mêrê Avis û Sobarto ne nivîsandiba. Ta astekê merov dikare bêje ko Helîm ne ji Amûdê ba nedibû nivîskar. Tu kîjan çîroka wî dixwîne tu keçeke şewitî, evîneke têkçûyî, pûtekî sernixûz têde dibîne ko Amûdê bixwe ye, ta bi Romana Sobarto ko tecrubeya nivîskar ya kesaneye, her wisa kesên Helîm di hemû çîrokan de diyar in, jixwe nivîsandin û afrandin tecrubeya kesayetî ya nivîskar e, Helîm di hevpeyivîneke xwe de bi S. Kevirbirî re dibêje: Çîrok ji bo min tiştekî zatî ye, encama şewata ruh e. Şewata dil e, şewata hestan e. Çîrok gelekî girêdahî dil û hinavê mirov e. Her wiha girêdahiyê tecrûbeya wî/ê ya şexsî ye. Çîrok ji bo min berhema şewateke ferdî ye… .((.tirej.net/hevpeyvin.htm)).

Dema tu wek zarokekî di civakeke şikestî û ji her tiştî bêpar mezin bibe û tu nikaribe tiştekî bike, tu nikaribe guhertinan bike, tu nikaribe kenekî piçûk li ser lêvên zarokekî biçîne, tu nikaribe şekirekî bidestxîne û ta ko tu şî nebe tu cugrafiya laşê jinê nebîne tê bibî çi, tê bi çi şêweyî vê civaka çewt biguherîne ko tu ne nivîskar be. Helîm dibêje: Nivisandin hewildaneke ji hewildanên tolhildanê. Dêmek nivîsandin hewildaneke ji bo tolhildan û guhertina civakê ye. Û ev yek di pirtûka Mêrê Avis û Romana Sobarto de diyar e. Bandora hin nivîskarên cîhanî wek G.G. Markîz li Helîm bûye wek ko wî di hevpeyivîneke xwe de diyar kiriye. G. G. Markîz nivîsandinê wek geş û xweşkirina dil û can li dujî rewş û civaka wêran dibîne. Dema Mêrê Avis belavbû rihê Helîm rihet bû, wek çûkekî azad ji kêfan re firiya, ji ber gelek xirecir û axaftin li ser bû, ew tolhildanek ji tolhildanan bû. Her wisa Sobarto jî. Tolhildan jî berdewam in. Nivîskar dema ko berhemekê dinivîse têde hewildana guhertinan dike û nerazîbûna xwe ji rewşa heyî diyar dike, tivinga nivîskar pênûsa wî ye, meydana şer jî rûpel in, encam û kuştî jî xwendevan in ew ên ko nivîskar bandora xwe li wan dike.

Dema min pirtûka Jinên Qatên Bilind û bi taybetî çîroka ‘’ÇÎROKA KU NIVÎSAKRÊ XWE KUŞT’’, xwend, min li şûna A. Xanî Helîm Yûsiv danî, dema ko min dixwend yekser tecrubeya kesane hate bîra min, Helîm A. Xanî wek nimûne aniye lê wî ew çîrok li ser xwe û tecrubeya xwe ya kesane nivîsandiye, dema Mêrê Avis derket hinan gotin divê Helîm bê kuştin wek çilo di vê çîrokê de hin kes hewil didin ko A. Xanî bikujin, û çîroknivîsîn ev bixwe ye, dema Mêrê Avis hate bîra min. Dema tu berhemekê binivîsîne û ew nivîs bandora xwe li xwendevan neke, wan ne kenîne, wan ne girîne, ew berhem têkçûyî û beravêtîye, bê wate ye, û Helîm di her pirtûka xwe de wisa kiriye, axaftin, xirecir û bahoz rakiriye, ev yek jî bi şêwe û naveroka berhaman ve girêdayîye, naxwe Helîm dizane çi dike.

Gelo ko Helîm ne kurd ba, mebesta min Emrîkî, Elman yan Firensawî ba, wê cih û navekî wî di wêjeya cîhanî de heba an na?.

Di Jinên Qatên Bilind e Helîm Yûsiv tiştekî eşkere û vekirî naxîne destên xwendevanên xwe, wî dikişkişîne ta dawiya çîrokê û wî di nav guman û raman û sawêran de digevizîne, xwendevan hevok li pey hevokê dixwîne dako bighêje encamekê û naveroka çîrokê fam bike, li dawî xwendevan her tiştî tazî dibîne ko ji simbolên Helîm fam bike. Helîm di vê pirtûkê de şêweyê simbolî pêktîne. Jixwe dema min dixwend Servantis di DON KÎŞOT de hate bîra min. Di çîroka Hezkirina Qafkurmî de; kurm, Qaf, hezkirin û jinê wek simbol bikar tîne, çîrok li ser welatekî ko ji duhezar û şeşsed salî de miriye hatiye nivîsandin. ‘’Hezkirin Jineke bi serê xeynî xwe difikire’’  bi wateyeke din tu dikarî bêje jiyan welateke li gor berjewendiya welat in din birêve dire, jixwe ji ber berjewendiyên welatên mezin ji duhezar û şeşsed salî de ev laş miriye. ‘’ Diya min jî ji bo ku ez lê vegerim şekir li zarokên  cîranan belav dikir. Dayê…ezê çawa vegerim? Û ji bilî komek hestiyên li erdê avêtî tiştek di min de nemaye. Wê rojê çar mêrên biyanî rahiştin hestiyên min, pevçûneke germ di nav wan de peyda bû. Encam…serkeftina hemûyan bû û di nav piyên wan de hestiyên min tar û mar bûn. Ji bo serkeftinê, hemûyan bi hev re şahiyek li dar xistin. Di nehê sibehê de diya min bi melkesekî piçûçik bermayiyên min rêj kirin’’. (R15). Di kîta dawî de nivîskar her tiştî eşkere û tazî dike, lê dîsa bi şêweyekî simbolîkî, jixwe bi vê yekê ew xwendevanê xwe gotin bi gotin û hevok bi hevok ta bi dawiya çîrokê dikişkişîne. Xwendina çîrokê ji bal xwendevan ve balkêş dibe û dev ji xwendina çîrokê bernade ta dawî, û ev serkeftine ji bo nivîskar û çîrokê. Çîroka te bi xwe ve girê nede, wek zaroka bê rih ji diya xwe re bibe.

Nivîskar çîrokê ta bi dawî bi şêweyekî simbolîkî bi dawî tîne. ‘’Laşê min î ku ji berî duhezar û şeşsed salî de li welatê min û mala min avêtiye û tu kes nabîne hat bîra min’’.(R 16). Mal û welat weke cugrafiya pêk aniye, dêmek laş weke rih û milet pêk aniye, jixwe vê yekê ji dema Imperatoriya Mîdya de tîne ziman ko duhezar û şeşsed sal di sere derbas bûye û ev rih, ev can, ev milet û ev laş miriye ji ber ko bê xakeke netewîye, bê welat e, nivîskar dixwaze bêje; ko tu bê welat be kes te nabîne, nivîskar bi şêweyê xwe dixwaze bêjê ko zulm û zordariya li vî laşî dibe kes nabîne û li gor berjewendiyên welatan çav li ser têne girtin, “ Hezkirin jinek e bi serê xeynî xwe difikire”(R14), jiyana welatan li gor berjewendiya welatên mezin dimeşe. Jin û hezkirin wek simbol bi kar tîne. Dibe ko her xwendevanek li gor xwe van simbolan şirove bike, lê her û her encam yeke di dema ko çîrok tê afirandin.

Di eynî pirtûkê de û di çîroka duyemîn BIDARVEKIRINA POZEKÎ de, poz bi wateya şeref û namûsê pêk tîne, di vê çîrokê de lehengê çîrokê bi çandina dar û şînahiyê tê tawanbar kirin”Tawanbariya Kerîmê Mîdî ew bû ku dara yekemîn di dîroka cîhana me ya zer de biçanda”(R28), ev yek ola Zeradeşt tîne bîra merov û jê hatiye girtin, jixwe mebesta nivîskar jî ev e, kurdên ko di dema Mîdya de bawerî bi ola Zeradeşt anîbûn û ola wan ji ya ê ko ew bi çandina daran tawanbar kiribûn, cuda bû. Kerîmê Mîdî ê ko neviyê Mîdyaye, nivîskar wî bi wateya miletê kurd bi kar tîne û her tiştên qalind di dîrokê de tîne ziman; “Hevalên min tune ne. Kêfa min ji min re nayê”(R29). Nivîskar vekirî li vir diyar dike ko heval, dost û pişgirên me kurdan nînin, ko hebana emê ne di vê rewşê de bana, her wisa diyar dike ko em kurd jî ji hevûdu hez nakin, û ev yek raste, gelek rojhilatnasan jî ev yek anîye ziman. Li devereke din nivîskar xwe li şûna Kerîmê Mîdî dideyne û xwe wek cih û cugrafiya bi kar tîne:

Ez koxikek bi tenê û bê xwedî me

Dîwar herifiye

Ji lingan hatiye xwarin

Çewt e

Qeşmer e

Tijî me. Ji mêşûmar û laşê kuştiyan(R29)

Welat bûye kavil û ji bingehê xwe de wêran e, jixwe ev xak ji cendekê kuştî û şehîdan tije bûye. Her tişt ji bo me qedexeye, ta bi ketina nav ramanan, wek ko nivîskar nivîsandiye. Lê nivîskar yekser tiştekî nade xwendevan dako wî bike nav ramanan, li dawî xwendevanên nivîskar dê biserkevin ji ber ko sînor ji ramanan re nînin û wî jî meydana ramanan fireh hiştiye. “Zanîn hêz e û hêz zanîn e”(R33).zanîn jî ji ramanan tê.


Helîm Yûsiv

Çîrokên Jinên Qatên Bilind  bi yek şêweyî hatine nivîsandin, û ji ber vê yekê nivîskar ew di yek pirtûkê de kom kirine, mebesta min ew şêweyê ko min li jor bi nav kir, ji çîroka pêşî ta bi ya dawî bi eynî şêweyî hatine nivîsandin:

-kalikê min, jina wî pê re xayîn ket. Wî jî ew ajot û strî lê çandin.

-Jina xwe cot kir.

-Erê… Erd jina wî bû.

-Tu hinekan bi min dikî?

-Na… û bavê min bi nexweşiya pûsula ketibû, li aliyekî ne disekinî, tim berê xwe dida bakur. Dujminên wî bi nexweşiya wî hisiyan û piştî birîn vekirin, a ku jê re di xew de çêbû, hemû aliyan pê re dest bi xiniziyê kirin.(R91). Hevoka -Erd jina wî bû- ne gerek bû bê nivîsandin, ji ber şirovekirin qelsîyê dike çîrokê, gotina Erê besbû, çimkî Erd tê ajotin û strî lê tên çandin, û nivîskar ev yek di hevoka berî wê de aniye ziman, wêne bê wê hevokê jî dibe di gel ko gelek ciwan û xweşike. Merovê kurd ji dema ko welatê wî perçe bûye bi nexweşiya alîyan ketiye, û şoreş li pey şoreşê diçîne dako ji wê nexweşiyê rihet bibe.

Ji bo ko merov bikaribe li ser tecrubeya Helîm Yûsiv binivîse û mafê wî wek nivîskar winda neke, gereke merovekî rexnegir û lêkolîner hemû pirtûkên wî bixwîne lêkolîn bike û li gel wî jî baş biaxive dako merov karibe tecrubeya wî ji xwendevanan re şirove û diyar bike. Helîm Yûsiv dibêje: “Tiştê ku ez li ser xwe ango li ser çîroknivîsariya xwe vebêjim, ji min bêhtir karê kesên din e. Bersiva pirsa  ‘Helîm Yûsiv xwe li ku dera çîroknivîsariyê dibîne?’ heger hebin! karê xwendevan û  rexnegiran e”. (.tirej.net/index.868.helim.htm).

Li dawî ez dikrim bibêjim ko H. Yûsiv di asmanê çîroka kurdî de hêdî hêdî ber bi stêrkên bilind ve diçe. Û tecrubeya wî nimûneyeke bilind e ji bo nifşên nû, ew ên ko çîrokê dinivîsin. H. Yûsiv çîroka kurdî gihandiye asteke bilind ko em kurd pê serbilind in.

  20/06/2005

Holenda

– Lêkolîn ji bo kovar W a ko li Amedê derdiçe hate nivîsandin û di jimara 7an de ya ko bi taybetî di derbarê tecrubeya nivîskar Helîm Yûsiv de derçû, belav bû.