Qado Şêrîn
Xwendina romanan guhertin e, şikenandina rotîna jiyana rojane ye, teşwîq e. Dibe alîkar ji bo mirov xwe xurt bike û bi zanîn û zanyariyan bi pêş ve bibe. Her wiha nerîn, civak û hizr û bîrên mirovên din nas û fam bike, û bi çav in cuda li cîhanê binere daku, wêneyê mezin zelal û ronî bibîne. Wêne yê me jî, yê em dixwazin nas û fam bikin, jiyan û serpêhatiya girtiyekî di zindanên rêjîma Sûrî de ye, romana “Derbasbûna di dojehê re” ya nivîskar Hisên Çelebî ye.
Romana “Derbasbûna di dojehê re”, bi zimanê erebî ye, dused û şêst û pênc rûpl e, ji weşanên Mozayîk ji bo Lêkolîn û Weşandinê ye. Roman tomarkirina serpêhatiya girtiyekî ye, Şepal, çawa li Qamişlo tê girtin, û muxaberat wî radestî hevûdu dikin taku, dighêje zindanên tije işkence li Şamê, wek zindana Sîdnaya, taku tê berdan. Şepal bîst mehan di zindanê de dimîne, nivîskar jî bîst mehan serpêhatiya wî tomar dike û dike roman. Di vê demê de nivîskar dibe Şepal û pê re diêşe û bi işkenceyê re dijî, bandorê li derûniya wî jî dike, wek çawa li min wek xwendevan kir, çimkî şêweyê nivîskar xwendevan tev li romanê dike, tev li işkenceyê û êşa Şepal dike. Xwendevanê romanê ne bi kêfa xwe dibe kesayetiyek ji romanê, belkû dibe beşek jê.
Di romanê de hêzek taybet heye, hêz şêweyê nivîskar e, dema xwendevan dibe kesayetiyek ji romanê, dema bi hiş û giyanê xwe dikeve yê kesayetiyekî ji romanê, û dema celebek ji yekbûnê di navbera hişê xwendevan û nivîskar de çêdibe, ew teşwîqa han dihêle mirov xwendina romanê berdewam bike ta dawî. Ji ber wê, dema em romanekê dixwînin, em civak an cîhanê bi çavê kes in din fam dikin û dibînin.
Tiştê em di romanan de dixwînin şiyanên me yên hişmendî tûjtir dikin, û asta zanînê li ba me mirovan dewlementir dike.
Hemû roman bi riya xeyal tên afirandin û nivîsandin daku, bighêjin rasteqîne û zanyariyên cuda, lê romana “Derbasbûna di dojehê re” rasteqîne bi xwe ye, filmekî dokumentêr e. Nivîskar rasteqîneya tije êş û işkence xweşik dike, kiriye, wate; kî romanê bixwîne, wê ji zindana tije işkence rizgar bibe, wek ku bi wê tecrubeyê re dijî.
Romannivîsê baş deriyên girtî li pêşiya xwendevan vedike, û wî dike kesayetiyek ji romanê daku, wê tecrubeyê bijî. Û xwendevan ji rotîna rojane derbasî guhertin û cîhanek tije teşwîq dike. Hisên Çelebî jî ne tenê xwendevan tev li romanê dike, wî dike beşek ji romanê daku, êş û azarên leheng sivik bike.
Çi romana tê nivîsandin, tecrubeyek ji jiyanê ye, tecrubeya kesekî yan hin kesaye, ew tecrube derseke, mirov ji wê tecrubeyê fêr dibe û dersan jê digre, êdî dema mirov wek xwendevan wê romanê dixwîne, mirov ji tecrubeyên kesayetiyên romanê dersan digre û fêrî hin tiştan dibe. Baştirîn nimûne ji bo vê dersê zindan e, tecrube û serpêhatiyên girtiyan derseke ji bo jiyanê. Çimkî zindan dibistan e, êdî mirov mecbûr e di vê dibistanê (zindanê) de bimîne, derbas be û bixwîne, li vir zindan roman e, xwendina romanê ye, nivîskar xwendevan dike zindanê daku, wî fêrî jiyan û şêwe û perwerdeya li zindanê bike. Mebest jê ew e; berdewamiya xwendina romanê ta dawî ye, zindan dibistan e, kî bikeve wê zindanê, dibistanê, fêrî tehemul û sebrê dibe, wek nimûne, ji bo mirov berdwam fêr bibe. Roman di gelek deveran de hevaltî û dilsoziyê tîne ziman, dema girtiyek di encama işkenceyê de birîn dibe, yên din alîkariya wî dikin, tehemula Şepal ji işkenceyê re, her wiha dilsozî û rêzgirtina girtiyan bi hevûdu re, derseke, çawa mirov ji bo bêtir bijî û jiyanê ji bo zarokên xwe berdewam bike, divê işkenceyê tehemul bike. “Girtîgeh dibistaneke bi zorê ye”, nivîskar wisa nivîsandiye, r7.
Guhertina mijaran bala min kişand, min ji rûpelên pêşî nas kir bê çi li zindana Sîdnaya diqewime û tê serê Şepal, dema nav û wêne û vîdyoyan ji telefona xwe diavêje, çimkî sibe diçe ba muxaberatan, lê vîdyoyekê dihêle, û ji bo wê û di rûpelên pêşî yên romanê de tê işkencekirin li zindana Sîdnaya.
Di rûpela duwazdan de û li ser zimanê zabitê muxaberat dibêje ku ji bo wî û Mişel hatiye Qamişlo, minê bigota ev xwe mezinkirin e ku, di rûpela sêzdeyan de û li ser zimanê Mişel Temo diyar nekiriba ku zabit derewan dike.
Xala balkêş ew e ku mirov bi xwendinê re bi tirsê hest dibe, mirov bê vîna xwe dikeve şûna Şepal, êşa wî li xwe parvedike û tê işkencekirin, tiştê tê serê Şepal, tê serê xwendevan.
Guhertina mijaran, ango şêweyê çûna ji mijarekê boyî mijarek din, balkêş e, mirov pê hes nabe û pê dernaxe. Guhertina mijaran bi hostayetî hatiye nivîsandin, belkû di tevaya romanê de, ez wek xwendevan, carekê an du caran bi guhertina mijaran ji nişkan ve hest bûm, bi min nexweş hat: Xala lawaz a romanê ku li destpêkê dinivîse ku wêneyê bijîşk li gel gelek wêneyên bijîşk û hemşîreyan li ser resîfek kolanên Frankfortê dît. Birina lehengê romanê ji bo heft heşt salan bi pêş ve, durust e, lê divê bi hosayetî û zanebûn be, ango qala piştî heft heşt salan bike bê di dûv re çi pê re çêbû, normal e, ji xalên xurt ên nivîskar e, lê divê bi hostayetî û zanebûn be. Di rûpela bîst û heştan de, lehengê romanê heşt salan di paşerojê de diçe. Sibeha ku Şepal li Qamişlo tê girtin, nijadekî muxaberatan pirsa dermanên wî dike, êdî bijîşkê xwe yê li Şamê Mihemed Samî Elbarûdî tîne bîra xwe, bê çawa ew li nexweşxaneyê derman dikir û derman ji nexweşxaneyê jê re peyda dikir. Xala lawaz a romanê ku li destpêkê dinivîse ku wêneyê wî li gel gelek wêneyên bijîşk û hemşîreyan li ser resîfek kolanên Frankfort, li pêşiya dadgehê dibîne, ji nav yên di bin işkenceyê de hatine kuştin. Êdî mirov aram dibe, bêhna mirov derdikeve ku tiştek bi Şepal nayê. Bi texmîna min zûbû, nivîskar dikarîbû li cihekî din wê dîmenê binivîse. Ev yek di romanê de çêdibe, lê zanyariyeke agahdarî dide xwendevan ku wê tiştek bi leheng neyê, wê qonaxa dojehî bi selametî derbas bike, û wê ji zindanê bê berdan. Tayek ji tayên xurtbûna romanê diqete.
Nivîskar bêtir ji heft heyşt caran gotina (serokê dewletê) bikartîne, eger carekê ba bal nedikişand, dêmek bi hiş û zanebûn bikarhatiye. Di romanan de tecrubeya kesan e, kesayetî û navên kesan tên bikaranîn û li ser mijar tên gotin, û tecrubeya wan tê şirovekirin. Di herdû carên pêşî de, dîsa mirov dikare bêje de tê fam kirin bê mebesta wî kiye, lê di cara sêyem de, dema strana mobayla leşker li ser serokê dewletê ye, (xoşewistê melyonan), navê serokê dewletê derbas dibe, lê nivîskar dîsa navê wî eşkere nake û wek serokê dewletê derbas dibe, hêjayî gotinê ye ku navê serokê Encumena Niştimanî Burhan Gelyûn di rûpela pêncî û pêncan de eşkere dike. Roman li ser mirovekî ku ji bo rûxandina rêjîma Beşar Esed hatiye girtin û şoreş ji bo ketina wî rabûye, û çimkî roman beşek ji dîroka şoreşa gelêrî ya Sûrî ye, dîrok û rasteqîneya zindanên Sûrî, êdî bi texmîna min ku, li şûna serokê dewletê Beşar Esed bihata danîn wê xurtir ba. Eşkere kirina navan ji bo romanên wisa pêwist e, ji bo paşerojê, mînak: piştî sed dused salî mirovê romanê bixwîne, wê bi riya navan dîroka serdema wî nas bike bê çawa bû û çi qewimî.
Pêwist bû navê serokê dewletê bi nav bike, ji ber, bi egera wî Şepal ketiye zindanê, hewqasên din jî ji ber wî ketine zindanê, û şoreş bi egera wî rabûye, roman jî tomarkirina serpêhatiya yekî ji wan gitiyaye. Pêwist bû di romanê de bihata diyar kirin bê çawa bû serok, bavê wî, malbata wî, bi kurtî li ser kiryarên wan yên çil salî û zulma wan, û rabûna şoreşê, li ser zimanê kesayetiyeke romanê bihata nivîsandin. Kî nizanibe bê serokê dewletê kiye, em xelkên Sûrî dizanin, û dizanin ku gelek stran û silogan li ser hatin gotin, vêga dema di rûpela sed û not û heftan de hatiye nivîsandin; “Elah, Sûriya, Elre`îs û bes”. Em dizanin ku ne wisa ye, ya rast; “Elah, Sûriya, Beşar û bes” e. belkû ji bo xelkên biyanî balê nekşîne, lê ji ber roman tomarkirina serpêhatiya girtiyekî siyasî ye, û ji ber beşdarî di xwepêşandanên ji bo rûxandina rêjîma Beşar Esed de kiriye, hatiye girtin, pêwist bû li şûna navê serokê dewletê, bi şêweyekî ji şêweyan, navê rasteqîne bihata nivîsandin.
Emced Şahîn, neviyê damezerê Tevgera Berxwedana Filestînî, lê navê damezer nabêje, belê navê Mişel Temo û yê Hemze El-Xetîb û Elexder Elibrahîmî rast dibêje. Navê parlementerê kurd diguherîne û dike Enwer Elwan, ango yê rastî nabêje, wek çawa yê nûnerê rêjîmê li axaftinên bi dijberê re li Swîsrayê, navê wî yê rastî nabêje, lê dike Beşîr Eljabirî. Her wiha Hemam Mistefa Telas, navê wî diguherîne, li gel ku girtiyek dipirse: ev ne layê wezîrê bervaniyê Mistefa Etlas e? Li dawiya dawî, ev ne pirsgirêkek mezin e ji bo romanê, çimkî, em xelkên Sûriye tenê vê dizanin, eger hat û xelkên welatên din roman xwendin, wê ev mesele bala wan nekişîne. Bi tenê dipirsim: çima navê hinan yê rast dibêje û yê hinan na?
Roman tomarkirina serpêhatiya Şepal e di zindanên Sûriye de, ango roman ne bi riya xeyal hatiye afirandin, roman rasteqîneya beşekî ji dîrokê ye, êdî li gor dem û bûyerên tomarkirî kesayetiyên romanê tevdigerin, û lîstina bi demê, ango çûna di paş û pêşerojê de, xemsarî ye, wek: di rûpela dused û pêncan de, leheng sê salan diçe pêş û malbata Cîhad li Elmanya, li Herfoordê dibîne, dikarî li dawiya romanê, ji xwe li Elmanya bi dawî tê, pencereyek xweşik ji vê dîtinê re vekira.
Mijara işkencekirinê germ e, mirov wek xwendevan tev li romanê dibe, dibe kesek ji romanê, xwêdan dide, işkence dibe, diricife, mirov ji cîhanê qut bûye, ji nişkan ve dixwîne (Ezê piştî heft salan rûpela xwe ya facebookê vekim…), li gel ku bi mijara işkenceyê ve girêdayî ye, lê mirov pê hest dibe ku ritma romanê dişke û kêm dibe, wek ji nişkan ve şiyar bibe û ji romanê derkeve. Di rûpela sedî de jî tiştekî wisa derbas dibe, dema dibêje min ji hevalên xwe yên çûbûn Turkiye re got ku min navê wan da zabitê muxaberatan bêku zext li min bibe, hemû keniyan. Wek mijara textor û vekirina rûpela facebookê, xwendevan kêfxweş dikin ku di zindanê de tiştek bi Şepal nayê, û sax derdikeve, li gel ku kî ji ber wan egeran diket zindanê, hema hema sax dernediket.
Bi texmîna min, lehengê romanê qala malbata xwe hema hema nake, belkû ji bo roman dirêjtir nebe, çimkî dem ne dema xwendinê ye, belkû dema postên kurt ên medya civakî ye. Her wiha qala Mişel Temo jî baş nake, kêm dike, belkû du caran, qala wî dike. Lêpirsîna li Hisên Îso balkêş e, encama dilsoziya lehengê romanê ye, belkû jî ji ber çarenûsa wan yek û hevbeş e û nivîskar dixwaze tenê balê bikşîne ser işkence û zindana ku mîna dojehê ye.
Ez nabêjim nivîskar, lê Şepal, ji ber roman tomarkirina serpêhatiya wî ye, sê caran, belkû çar caran qala serkirde û partiyên kurdan dike, di hersê caran de jî nebaş û bi reşbînî qal dike. Mîna rexneye û ne rexneya bi tenêye, di encamê de nivîskar bi riya lehengê romanê xwestiye hin rexneyan li hin kesên bi bandor bike, û kêmanî, şaşitî, nîfaq û durûtiya hin kesên diyar û bi bandor di tevger û komelgeya kurdî de rexne bike, yan jî wan wek sîxur û xayîn diyar bike, daku xelk xwe ji wan biparêzin û bes bi wan bên xapandin. Wek dema Hisên Îso li Hesekê tê girtin, rûpela çil û pêncan, serkirdekî kurd ku navê wî Ehmed e, tawanbar dike û dibêje ku rola wî di girtina min de heye, dibêje “serkirde Ehmed sîxurê muxaberataye, ji ber rola wî ya sereke ez di girtîgehê de me, ew ji nêz ve min nas dike, ji ber em cînarên hevûdu ne”. Di rûpela heyştê û sisiyan de, di îfadeya duyemîn de, serokê şaxê muxaberatên leşkerî ji Şepal re dibêje: “layê birayê min, ez dixwazim ji te re qala meseleyekê bikim, lê ji min şaş fam neke, bêtirê serkirdeyên kurdan tên ba me berî daxwiyaniyên xwe derxînin…ez nabêjim sîxuriyê dikin, lê ewlekariya welat ji me hemûyan tê xwestin” . Û cara sêyemîn dema qala parlementerê kurd Enwer Elwan, serokê Partiya Avakirina Niştimanî dike, wî wek sîxur û peyê rêjîmê diyar dike. Di rûpela not û sisiyan de jî hevokek di vê derbarê de derbas dibe, dema zabit ji Şepal re dibêje: “kurê heram, wê xwe bike ku bedîlê partiyên kurdî ye”. Her wiha di rûpela dused û sî û heftan de, dîsa zabitê muxaberatan ji Şepal re dibêje: “çî we bi xwepêşandanan hebû, welat bi xêr û bêr bû, we wêran kir, lê şukur ji Xweda re, îro Artêşa Erebî ya Sûrî û Partiya Karkerên Kurdistanê, destê wan di hev de ye û herêma me diparêzin, bi saya serê wan em di xêrê de ne…”.
“Ne ew kes e yê tu lê digerî Şepal”. Mebest Hemo ye. Hemo yê sîxurî ji muxaberatan re li Qamişlo dikir, vê hevoka li dawiya romanê, li banhoveke Elmanya, ez vegerandim rûpela not û heyştan, dema dozger ji Şepal dipirse: tu kiyî, ta ku agahdariyan bi Reşîd Mele û Diyar Dêranî derxî û bêjî ku ew nûnertiya hevrêzan nakin? Pirsa dozger Şepal hişyar dike, û di nava xwe de dipirse, em sê kes bûn, min ji wan re negotiye, yê din wek xwe jê bawer im, ma yê sêyem. “Ha gerek tu xwe ji wî biparêzî Şepal, ne ji Hemo”. Berpirsyarê rêxistina mafê mirovan, bi telefonê dixwest wê hevokê bêje. Nivîskar jî ev wek rexne û bi jîrtî û zanebûn bikaraniye.
“Derbasbûna di dojehê re”, yekemîn romana nivîskar Hisên Çelebî ye, lê mirov, wek xwendevan, dibê qey romana hezarî ye. Zimanê nivîskar xurt û dewlemend e, şêweyê wî ne xweşik û hesan û bedew ba, mirov wek xwendevan xwe işkence nedikir û xwendina romanê ta dawî nedixwend. Ji xwe şêweyê nivîskar dihêle xwendevan bibe kesek an beşek ji romanê. Hisên Çelebî jî ev yek kiriye, bi şêweyê xwe, mirov mecbûrî xwendina romanê dike. Eger min bikarîba, berî nivîsandina evê gotarê, minê roman boyî kurdî wergeranda, divê boyî kurdî bê wergerandin, çimkî bi texmîna min giyanê romanê kurdî ye.
Roman li Elmanya, rawestgeheke tirênan bi dawî tê, dema min hevoka dawî xwend: “tiştek ji min re nema ji pêvî li tirênê binerim bê çawa dûr dikeve, cihê xwe ji yeke din re dihêle, dema bilez gihaşt rawestgehê, û deriyên xwe vekirin”. Min jî wek berê, wek sed û sî û sê carên berê pel qulapt, vê carê tîp û gotin û hevok tune bûn, roman hemû mîna dîmenekê li ber çavên min çêbû, wek min nedixwest roman bi dawî bê. Rûpela din a ku wê bê vekirin, tomar û nivîsandin, wê tije pirs be, wê bi hevdîtina Şepal û nivîskar Hisên Çelebî re vebe, nêzîk.
02.02.24