Rexne

Mijabad, mija Badînê şikestî, mija Mehabada daliqandî û romana di qutîka tûtinêde

Dema tu romana Mijabad ya nivîskarê kurd Jan Dost dixwîne tu hin şikestinên xwe û hin jî beşekî ji dîroka kurdî ya şikestî têde dibîne, şikestin li pey şikestinê. Tu civak û tevger, rabûn û rûniştinan, bîr û baweriyan têde dibîne. Kî di civaka kurdî de di evînê de neşikestiye, lê ne her kes. Badînê ko lehengê romana Jan Dost e sê caran dil digre û di hersiyan de têkdiçe. Cara pêşî bi keça meta xwe re bi ser razên laşê nazik vedibe ya ko di şîr de xuşka wîye, di dûv re ji pîrka xwe re dibêje:

-pîrê ez ê bizewicim’’.

‘’Şukir ji xwedê re Badînê min bû zilam’’

‘’tu dizanî dergistiya min kî ye?’

‘’xwedê tenê bi razên dilan zane, berxê min‘’

‘’keça meta min e.’’

‘’Porkuro, malmîrato ma ne ev xweha te ye, te û wê sal û nîvekê bi hev re şîr ji yek pêsîrê mêtiye.((R 31)).

Şikestina pêşî ji vir dest pê dike.

Jale belavkera rojnameya Jînê dilbera duyemîne, ya ko xweşikbûn ji kesî re nehiştiye wek ko hatiye nivîsandin, jixwe diya wê xweşike û ew di her tiştîde li diya xwe hatiye, diya wê ya ko mêrê wê sê guleyan di nav lingên wê de vala dike û dikuje, piştî ko xiyanetê bi mêrê xwe re dike, û çimkî kesek namîne ko bera ser xwe nade di dema ko mêrê wê ne li mal e. Di yekemîn dîtin de Badîn ji Jale hez dike, di dûv re bi hevûdu re ne tenê meyê vedixwin, belê gelek caran bi hev re radizên, Badîn jê hez dike lê Jale nade diyar kirin ko jê hez dike. Jale dawî dire Londinê û girêdanên wê bi Ingilîzan re çêdibin. Jixwe şikestina duyemîn dema ko kalkê Badîn yê Ermenî wî dibe ba Xanimê ta ko bi jinekê re razê, destpê dike. Dema ko Jale li ba wê dibîne û bi mêran re bi pereyan radizê.

-‘’Erê ez Jale me, de rabe xwe neke Romeo, çi ku ez bi xwe ne Juliet im’’.

Û kirasê xwe hêdî hêdî danî. Araqî di serê min de geriyabû, min jî qayîşa panteronê xwe vekir, lê wê bi destê min girt û bi sarbûn got :

-‘’Pêncî qiran ji bo carekê’’

-‘’Jale’’

-‘’Weke te bihîst, pêncî qiran.’’((R131))

Dilbera sêyemîn Mujde ye, hevsaya wîye li Mehabadê, dema pencerê vedike Badîn jê hez dike û têkiliyên wan yên evînî çêdibin û di dûv re Mujde dire bajarê Şîno û li wir bi hevalê Badîn Kerîmê Şikakî re dizewice. Kerîmê Şikakî yê ko pişta xwe dide komarê û berjewendiya  êla xwe dajo. Nivîskar zewaca Mujde ji Kerîmê Şikakî tîne wateya ko ew êla xwe bi komarê nade, ji ber Badîn hin komar diparast û hin jî jêre kar û xebat dikir. Li ser zimanê Mujde dibêje :

-ma kî min li Mehabadê heye ?.(R211).

Piştî ko Kerîm û Mujde dizewicin û Badîn di semawenda wan de amade dibe û herifîna evînê ji sed mirinî xedartir û dijwartir dibîne û ko ne wisa bûya Xecê xwe di gelî wer’nedikir(R229), nivîskar li ser zimanê Badîn dinivîse:

-gelo êdî wê baweriya te bi kîjan hevalî were!!-(R228).

Gelo çima her sê caran evîn têkçû ?.

Bê guman nivîskar dikarîbû di yekê de biserkeve, lê çima wisa bû û çima ewqase şikestin di evinê de?. Di dema ko em hemû dizanin ko bi evînê civak baştir dibe û pirsgirêkên civakî kêm dibin. Ev yek bi civaka kurdan ve girêdayîye. Di dîroka mede jî ev yek baş diyare wek Mem û Zîn. Dibe ko ev yek bi jiyana nivîskar ve girêdayîbe û ew bixwe di evîna xwe de şikestibe, jixwe her nivîskarek tecrubeya xwe ya kesane û ya derdora xwe dinivîse. Hin jin hene dikarin ji bo jiyaneke xweş dev ji dilber û mêrê xwe berdin û bi yekî din bigrin û Mujde yek ji wan e. Lê nivîskar bi têkçûn û şikestina evînê xwestiye rewş, civak û ahenga jina kurd diyar bike. Dema ko jin ne xwedî bîr û bawerî be, dema ko ne jîr û zana be, dema ko berjewendî û kêfxweşiya xwe bi her tiştê pîroz û giran buha bide, dikare her tiştî bike, dikare êla xwe bi Mehabadê nede, dikare laşê xwe wek Jale bifroşe û bibe nokera Ingilîzan li dujî gel û welatê xwe. Nivîskar bi vê yekê rewşa evîn û jina kurd diyar dike. Dixwaze bibêje ko hemû jin bican in biyanî û kêlîkan in.

Roman rewşa dîrokî û civakî di serdema komara Mihabadê de diyar dike. Lê bêhtir rewşa komarê bi şêweyekî civakî diyar dike û bi berfirehî jiyana Badîn ya ji du hêlan de diyar dike, hêla evînî û welatperwerî. Bavê Badîn Ûnis li Silêmaniyê di şoreşa Şêx Mehmûd e şehîd dibe, û dema ko guleyek riya xwe rast li sînga wî digre li aliyê Amêdiyê dinere û çavên wî tên girtin. Badîn jî kurê wîye û piştî şehîdkirina wî ji diya xwe re dibe. Diya wî Hamêst e Ermenîye. Nivîskar qet diyar nake ko nîvê wî Ermenîye ji bilî dê û kalkê wî yê ermenî, belê Badîn ji bo kurdayetiyê dijî û dibe yek ji pêşmergeyên nemir Mistefa Barzanî û li gel wî di dema ko Barzanî nema dikare li dujî Ingilîzan şer bike dirin Mihabadê, jixwe roman wek bîranînên Badîn li Mihabadê tê nivisandin.

Nivîskar di destpêka romana xwe de bajarê Mehabad bi navê Mijabad bi nav dike :

-‘’dibêjin Mihabad şarê mijê ye, MIJABAD e, ne tenê mija xwezayê lê komara ku saz bûye bi xwe di nava mijeke sor de digevize’’.(R19).

Îca mija sor dibe ko xwîn be, pêşeroja ne diyar be, xirecir û toza ber lingên hespên siwaran be, ala Uris(sovyêt) be, rengê wan be li gel ko nivîskar gotina Sovyêt bi karnaîne, bêhtir Uris û Stalîn bi nav dike.

Xwendevanê romanê yê ko dîroka serdema komara Mihabadê berî xwendina romanê xwendibe, ji bo wî ew bûyerên wê serdemê ne gelekî balkêşin, tenê îca rewşa civakî û Badîn merov dikşîne xwendina romanê, jixwe tecrubeyên Badîn û şikestinên wî di evînê de bala merov dikşîne û hêzê dide xwendevan ko romanê bixwîne û ta dawî bê ka çi bi serê wî perîşanî tê. Nivîskar jî bi zanebûn ev yek kiriye, du bûyeran bi hevûdu re dimeşîne, rewşa komarê û civaka li derdora wê wek evîna Badîn, û wî ango nivîskar dîroka serdema komarê baş xwendiye û ez bawerim serdana wan herêman jî kiriye dako her tişt ji bo romaneke dîrokî piştrast û durust be. Nivîskar hin bûyerên serdema niha jî ji bo wê demê bizanebûn pêktîne wek : Çîroka Heme Nebê Kabînî û her du hevalên wî ko dixwazin rojnameyekê bi zaravê badînî û tîpên latînî derxînin û ji Badîn re diyar dike ko ew hewcedarî wîye(R166-167-168). Jixwe min berî niha nivîsand ko nivîsandin tecrubeya kesaneye ji nivîskar e, îca bêhtir li ser nivîskar dimîne ta çi radeyê dikare û dizane pêkbîne û xwendevanê romanê bi van bûyer serpêhatiyan ve girêde.

Nivîskar ji destpêka romanê de li ser werîsan dinivîse wek yekî ko zanibe(helbet zane) dê çi bi serê Pêşewa û komarê dê were, jixwe ev yek ji bo nivîskar û xwendevanan ji destpêka romanê de diyar e çimkî bûye dîrok û her kes dizane çi çêbû û çilo komar têkçû. Xwendevanê romanê ji gotina werîs ya pêşî fam dike ko dê Pêşewa bi werîsan bê daliqandin û dê dawiya komarê bê.

-Nizanim çima ku behsa Pêşewê dibe, werîs têne bîra min ?! ((R220)).

Nivîskar şikestin û birînên xwe bi nivîsandina rojane û helbestan derman dike, helbesta yekemîn di rûpela şazdeyan de nivîsîye û ya dawî di rûpela 224 ande. Tê diyar kirin ko Badîn ji destpêka romanê de helbestvan e û bi tîpên latînî dinivîse, li gel ko nivîskar diyar nake çilo û li ku Badîn fêrî alfabeya latînî bûye, çimkî ta niha li başûr û rojhilatî kurdistanê kurd li her du perçeyên kurdistanê alfabeya latînî pêknaînin. Bi vê yekê nivîskar xwestiye di romanê de diyar bike ko alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî alfabeya herî baş û bikêre, helwest û baweriya xwe wek nivîskarekî ko bi alfabeya latînî dinivîse di derbarê alfabeya latînîde tîne ziman.  Nivîskar xwestiye bi helbestvaniya Badîn diyar bike ko ew helbestvan e, jixwe ev yek di şêweyê nivîsandina romanê de jî diyare, wek nimûne : ‘’Mij e û mij xewna çiyê ye, henasên zivistanê ye, razên ku şev di guhên sibehan de dibêje, cêwiyê baranê ye mij, pêçiyên ewran in, li ser têlên sîtara zivistanê’’.((R19)). Nivîskarê romanê bi gelek helbest û bi hin zaravên curbecur helbestvaniya xwe diyar dike. Nivîskar Badîn dide nasîn wek ko gerek helbestvan be.

Nivîskar hin kesan wek simbol bi kar tîne û roleke girîng dide wan, wek Emîral Axayê nîv dîn yê ko bi avê dijî û ji bo ramana girêdana Mehabadê bi avê ve wek aqilmend tê bi nav kirin, Emîral Axa diyar dike ko komar li ser avê(derya) be dikare xwe ji wêran û şikestinan biparêze, ev raste, lê ji ber ko dîne kesek lê guhdarî nake, dawî ew û hêvî û ramanên xwe bi avê de diçin. Kesên romanê bi şêweyekî ji şêweyan di nava xwe de şikestîne li gel ko çalak û bi livin, gunehkarin, gelek kesên romanê nêgetîv in yan jî bi şêweyekî ji şêweyan gunehkariyekê dikin wek nimûne di rûpelên ; 166-167-168-228-131…ta bi werîsfiroş ê ko bi çêkirina werîsan xwe xwedî dike. Pêşewa bi werîsên wî dê bê bidarvekirin.

Kalkê wî yê Ermenî simbola rihetiya Badîn e, dema ko Badîn xemgîn dibe yekser dire ba kalkê xwe û dest bi vexwarina meyê dike dako rihet bibe, mey kenê xwedê ye di nerîna nivîskar de.

Roman bi zimanekî zelal û şêrîn hatiye nivîsandin, bi balkêşî tê xwendin, û bûyerên serdema komara Mehabadê bi şêweyekî nivîskîya romanî tîne ziman. Li gel bûyerên dîrokî, rewşa civakî ya serdema Komarê diyar dike. Roman gelek tiştan bi xwêneran dide nasîn. Roman hêjayî xwendinêye û her wisa bingeha romana dîrokî daniye.

01.08.2014