Qilçix

Dako Kurd1 bibe Kurdistanî

Ez ê name li dû nameyê ji Kurd1 tv re neşînim û xwe nexînim rewşa li bendemayîna bersivdanê, ew rewş gelekî bi min zor û giran e. Ez ê wek nivîskarê kurd Perwîz Cîhanî yê ko wisa nivîsandiye nekim; ‘’Min çend caran ev şaşîyên han ji malpera Kurd1 ê ra şand û ji wan daxwaz kir, ku bi zimanê me nelîzin, lê muxabin kesî bersiva min neda û ez neçar mam ku li vir bîr û hizrên xwe biweşînim’’.( avestakurd. Net. Bitikîn). Îca ez ê wek wî nekim û yekser binivîsim, ez ne xeber û sixêfan didim, dîsa dikarin bersiva min bidin, eger kesek hebe bersiva min bide, bila her tişt ji xwendevanan re eşkere be baştire.

Kurd1 tv kenala hemû kurdaye, rojane hevokek wisa tê guhdarîkirin, ev hevok kêfa gelek kurdan tîne, hevokek hesan û xweşe, her kes jî dikare bêje, lê di bikaranînê de ne wisa ye, hema Soranî lê temaşe nakin, naxwe ne ya hemû kuraye. Lê li gel gelek şaşiyên ziman, teknîkî, saromaro, xwaromaro, tamsarkî, bê wate, bê sûd, dem windakirin û tiştin din, hîna jî ji bo min di rêza yekê deye, hema nûçe û koletiya serok û partiyan têde nabe.

Nivîskarê kurd Arşevê Oskan di 20ê tebaxa 2009an de, di bin navê Kurd1 ji bo rojavayê Kurdistanê kurd (x) e{bitikîn} nivîsandibû, wî bernameyên Kurd1 hemû anîbûn ziman û diyar kiribû ko yek bername jî li ser Kurdên rojava tune. Dêmek Kurd1 ne ji bo hemû kurdaye. Di bersiva pirseke ko ji bo rojhilat jî tiştek tune, wî wisa nivîsandibû; Dema me qala rojava tenê kir û me qala rojhilat nekir ji ber ku bi kêmanî 3 Tv yên rojhilat hene û ew karin qala xwe bikin.

ji bo ko gotina wan rast û dirust, ne derew û ne jî xwe xapandin be, û ji bo ko bi rastî Kurd1 gavek din ber bi ya hemû kurdan ve biçe, kurdistanî be, gerek bernameyên wê rengînî bin, ango rengên gul û kulîlkên her çar beşên kurdistanê pêşkêş bike, û ji ber ko ez gulkokek ji aliyê din î dil im, dixwazim Kurd1 bixemilînim û bi rastî bikim a hemû kurdan û kurdistanî, ne ji bo xwe, lê belê ji bo wan.

Eger pereyên wan ji bo min wek ko ji bo hêja Kawa Şêxê tune bûn jî nexeme, pere ne her tiştin. Kawa Şêxê projeyek pêşkêşî wan kiribû, jêre gotin; mexabin pereyên me tune ne, li gel ko birêz Kendal Nezan ji projeya wî razî û kêfxweşbû jî, lê xuyaye pere kiribûn bihane. Wê çaxê nizanim Kawa di nava xwe de gotibû; ‘’ma çima ji bo we hene lê hema ji bo me tune ne’’, ne na. Ma çima hûn çar hezar Euro didin firensiyan lê hûn ji bo pirojeyek wisa nadin.

Eger kurdên rojava mîna hinkokan, têkiliyên şaşomaşo bi serdestên aliyê din re danîbana, ana tv yeke wan jî heba, îca pêwistî bi min û Kurd1 nedima.

Ez dixwazim bernameyekê li ser kurdên rojava di Kurd1 de pêşkêş bikim, dako jiyana wan ji tevaya cîhanê re bidim diyar kirin,  dako ragihînim bê kurdên rojava di çi rewş, zulm û zordariyê de dijîn, û bi çavên serê xwe bibînin bê rêjîma Sûriyê çi bi serê kurdên bê xwedî û xwedan tîne, bê çilo wan ji gepa devê wan bêpar dihêle, çilo zarokan tazî û birçî dike û çilo kurdan mecbûr dike ji ser xaka xwe barkin û li dora bajarên mezin di bin konan de bi cih bibin, bê çilo erd ji ber zuhabûnê qelişye û deshilatdar hîna jî diqelişîne û hîna bêhtir kurdan tî û tar û mar dike, bê biryara 49an çi bi serê kurdan anî û çi nanî, her wisa zinara erebî û serjimara awarte, sedema şewitandina 283ê zarokên ko hîna çavên wan venebibûn, bê çilo û çima jin û mêrên kurd xwe dikujin, û gelek gelek rûdan û mijarên din ragihînim. Dako kurdên wî alî bi êşa kurdên vî alî hest bibin û bizanin ko braderin wan li wê hêla han jî dijîn.

Eger ev kar tune be, ezê karekî din bikim, ezê nêr û mê bi wan bidim zanîn, ezê wan fêr bikim ko nêrî nêre û bizin mêye, êdî cînavê wî ji nêrî  û wê ji bizinê re tê gotin. wê darek di destê min de be, hema kê mê kir nêr û nêr kir mê ezê darekî li zimanê wî xînim.

Eger ew kar jî tunebe, ezê wan soro moro bikim(mekyaj lo), dibe ez bikêrî vî karî neyêm, lê ko spîker û mêvan ji karê min nerazî bin bila yazde hezar kevirî bidû min de bavêjin.

Eger ew kar jî tunebe, ezê çayê û qehweyê ji mêvanan re çêkim, tenê ji mêvanan re, ma bila mêvan çaya girikî vexwin. Ji ber kes wek min nizane çay û qehwê çêke, dako mêvanên me bi kêfxweşî vegerin nav zarok û marmarokên xwe, û tako sax bin bêjin: oooooh, me xweştirîn çayê di jiyana xwe de li Kurd1 vexwar.

Eger ew kar jî tune be, ezê solên wan boyax bikim, ma bila solên wan gemarî bin. Ma ez çilo bikim, hema çi be divê bikim dako bi rastî kurd1 bibe kurdistanî û ya hemû kurdan.

01.01.2010