Qilçix

Dum dum bêhna perçe-werçebûnê tê.!.

Dîsa bêhna perçebûnê tê, dîsa dê tenê kêfa dujminan li me bê, dîsa emê kîna nava xwe û kînkişandina li dujî hev di serê miletê xwe re derxînin.

Di 20.12-2009an de E-mailek bi navê rêxistina Heleb û Efrîn a partiya Yekîtî li Sûriyê giha min wek ko giha gelekên din. Daxwiyanî piştgiriya aliyekî li dujî aliyê diktator(li gor daxwiyaniya wan) di perçebûnê de dike. Ezê beşê dawî ji daxwiyaniyê ji we xwendevanên hêja re wergerînim, lê hêviya min ji we hûn kirasê xwe neçirînin, da hûn tazî nemînin, bila bimîne carek din.’’em bi tundî serokatiya partiyê şermezar dikin çimkî wan bêhtirên kadir û rêberên Efrînê çi li welêt çi jî li derve mîna Omer Dawûd ê ko mîna simboleke berxwedanê ji xelkên Efrîn û Helebê re tê nasîn, dûr xistin. Em soz didin we ko emê doşeyên taybet bi rêxistina Efrîn di derbarê her pênc hevalên di zindanên rêjîma Sûriyê de vekin û alavên dûrxistina wan eşkere bikin.

Berisiva min ji wan re wisa bû: bi hêviya ko hûn careke din van daxwiyaniyên ko tenê kêfa dujmin tînin ji min re neşînin..spas.

Ta do hevalbûn û bi serê hevûdu sûnd dixwarin, îro dê hev bi nokeriyê tawanbar bikin. De ka çilo ev kes dê li ser serê tevgera ko dê me rêzgar bikin bin. Mexabin ko rûdanên wisa gelek caran dubare bûne, û ji ber van rûdanên ko salane dubare dibin, dûrbûna erd û asman ketiye navbera milet û tevgera kurdî.

Sedema sereke ya perçebûnan ev e: Divê wek min bibe yan ez ne bi we re. Eger hat û wisa bû û perçebûn çênebe dê qantir bizên. Hema hema serok û rêberên ko ana li ser serê tevgera kurdên rojavane wisa ne, destên wan di perçebûnan de hene, cihê bêgunehan di nav tevgerê de tune.

Bi gumana min merovê parçebûnê dike, li dujî berjewemdiyên miletê xwe derdikeve, milet parçe dike, hêz û hêrsa milet qels dike, pêkanîna piroje û armancên dujminan hesantir dike, ew merov rastexo yan xwarexo li dujî berjewendiyên gelê xwe derdikeve, merov dikare wî ji xinizan bijmêre, jixwe ko ne ji xinizan ba ana bi kêmanî rewşa me ne wisa ba.

Gelek caran tevgera kurd ji ber qelsbûn û perçebûnan nikare li duj rêjîmê derkeve, êdî partî bi hev dikevin, hevdu tune dikin, hevdu dikin xiniz û xwefiroş, tawan û teriyan bi hev vedikin.

Kurdên rojava fêrî perçebûn û şikestinan bûne, hema hema salane partiyek parçe dibe. Merov nema dikare wan bijmêre, û ne jî dizane ji kê bawer bike, her du alî tawanbariya bi erzanî difroşin me perîşanan, wek ko derewan li me dikin, bê guman aliyek derewan li me dike, bi gumana wan ê ko bêtir derewan bike dê bi ser keve.

Eger partî, tevger, serok û rêberên me li hev û hevgirtî bana dê rêjîmê nikarîba ewqase zulm li kurdan bikira, dê mersûma 49an dernexista, dê leşker li dû leşker nekuşta. Ji ber vê yekê ew hevkarên beşekî ji wê zulm û cinayetê ne, û dako laneta dîrokê li wan nebare, bi kêmanî divê nema li duj hev derkevin, bi yek dest, bi yek helwestê û bi yek baweriyê li duj rêjîmê tevbigerin.

Li dawî, bi gumana min eger hestê netewî li ba merovan peyda bibe dê gelek gunehan neke, dê boyî netewa xwe pêl berjewendiyên kesane bike, dê gelek xweziyên tahl daqurtîne û perçebûnan neke. Eger ew ê perçebûn û dujîtiya navxweyî dike, mîna latekî li malê rûne dê ji bo milet û dîrokê baştir be, dê gelek gunehan neke, çimkî kevir gunehan nakin.

Ji ber ko kes li kesî guhdarî nake, û kes ji kesî danaqurtîne, û ji bo germartirîn tişt perçebûn çê bibe, ka em bi hev re berzûrî xwedayê jorîn bibin, belkî bi dilovaniya xwe wan kesan hedayet bike. Xwendevanino, ez çi bêjim hûn bêjin amîn:

  • Ya reb tu ava perçebûnan li ser  partiyan qut bikî…Amîn.
  • Ya reb tu yekîtî û biratiyê bixî nav me û bes kêfa dujminan li me bînî..Amîn.
  • Ya reb tu kesê bi berçebûnan rabî ker û kor û lal bikî…Amîn.
  • Ya reb tu hezkirin, li hevguhdarîkirin û hev pejirandinê bixî nav me..Amîn.
  • Ya reb tu ta meha pêncan baranê nerawestînî…Amîn

25-12-2009