Qilçix

Ketina me, serkeftina wan e

Tirsa min ji wê tirsê ye ko TRT6 bi ser keve û pişta hemû Tv ên kurdan deyne û bînerên wan ji ber ekranên wan bikşîne û li ber ekranên xwe deyne, ne xwezî bi wê rojê, eger tv ên partiyan wisa berdewam bikin, dê nêzîk ew xwelî bi ser serê me de bibare. Lê eger hat û wisa bû, ji hemû xwedî û berpirsên tv ên kurdan tê xwestin ko bilez li xwe vegerin û bernameyên balkêş çê bikin, komîta lêkoîn û nirxandinan damezirînin, bila merovê kor û ker hest nebe ko ev an ew tv a filan û bêvan partî û serokîye, bila hest bibe ko ya hemû kurdan e, û diruşmeyên mîna bijî serokê serokan û serok çû û serok hat nema bikar bînin, roka wê serdemê çû ava û nema hiltê.

Tv ên kurdan mîna kampên leşkeran in, leşkerên yek partiyê, eger tu ne endamê wê partiyê bî cihê te têde tune û eger hebe jî divê tu mîna wan birame, û eger tu mîna wan ramiya jî tê kesayetî û helwesta xwe winda bikî, eger tu ji wan biqere jî tu xwefiroş û xayînî.

Gelek kurd ji ber kurdîtiya xwe li tv ên kurdan temaşe dikin, lê gelektir jî li yên ereb, tirk û farisan temaşe dikin, îca dema ko TRT6 bi kurdî be, naxwe dê gelek kurd lê temaşe bikin.

Eger kurdan TRT6 birêve bibirana, kurd têde xwedî biryar û helwest bana, navê wê KRT6, Amed tv, nan tv..hwd ba, kurdekî mîna Osman Baydemir mudurê wê ba û ne di bin çavdêriya tirkan de ba, min ê bixwesta têde kar bikim.

Ji bo ko tv ên kurdan bi pêş de biçin tê xwestin ko bi lêkolîn, zanistî û hilbijartin spîkerên xwe hilbijêrin, komîta lêkolîn û nirxandina bernameyan bo her tv hebe, bi zanistî û li gor serdemê bixebitin, bernameyên xweş û balkêş çê bikin, fînansekirina derhêneran bo çêkirina filim û rêzefilman, û gelek tiştên din gereke tv ên kurdan bikin tako ji tirêna tv û ragihandina pêşketî ya dunyayê nemînin.

Nivîsa min ” Tv a xwefiroşan”, a ko min têde helwesta xwe ji TRT6 diyar kiribû, bi hin kesan giran hat. Yek jê ko mebest ji xwefiroşan ew kesên ko li gel serdestan kar li dujî berjewendiya gelê xwe dikin, mîna kurdên ko dê di TRT6 de li gel tirkên ko Kurdistan li ser kîwanê çê bibe ew dê birûxînin, kar bikin, çimkî TRT6 a dewleta tirk e, û TRT6 yek ji pirojeyên asîmîlasyona nû ye. Li gel ko ez dizanim TRT6 xelekek ji hezar xelekên windayîye.

Hinan nivîsa min ji hêla rastiyê ve mîna sola ereboşko yê ko helwest û kultura xwe pê nîşan da, nirxandin. Corc Bûşê ko ew azad û rêzgar kir bû armanca sola wî, eger ew rêzgar nekiriba dê sola Sedamê diktator bima di dev de û bialasta tako bi axa sar şa biba.

Qilçixa min bi min jî giran bû, çimkî min dost in din ji dest dan, ew dostên ko dizanin çuqasî ji wan hez dikim û ji min hez dikin, lê ma gereke gepa nan û ava zarokên merov ji ba merovekî xêrnexwaz bin. Ew navên min di nivîsê de diyar kiribûn, bûne qurbanên xerîbî û başkirina rewşa aborî, eger ne wisa be naxwe lêborînê ji xwendevanan dixwazim û giyayê nirxandinê di hiş û damarên min de şîn nedaye. Eger cihê wan navan di tv ên kurdan de heba, eger kurd xwedî li wan derketina, bêguman ew dê neçûna ber deriyin din. lê nabe mehne ko merov ji birçîna goştê miraran bixwe. Cihê merovên serbixwe û xwedî helwestên cuda di tv ên kurdan de tune, yan jî ko hat û karkirin zû jê têne qewitandin, mîna Jan Dost ê ko ji bo gotar û helwestek cuda ji tv eke kurdî hate qewitandin. Ya ko dizanim ne ji exlaqê nivîskar û rewşenbîraye ko biçin di tv ên serdest û diktatoran de kar bikin. Qaşo nivîskar û rewşenbîr wijdan û rêberên gelê xwe ne, vêga dema wan xwe ji bo pereyan an ji bo tiştin din spartin serdest û diktatoran, xelkên din dê çi bêjin û çi nebêjin, dê çi hêviyan li ser nivîskar û rewşenbîrên xwe ava bikin.

Ji berê de tê gotin: golikek garanekî xera dike.

02.01.2009