Qilçix

Kurd û misulmankujî

Dema baweriya di navbera merov û xweda de tê guherrtin, jiyana merov, bawerî û perwerdeya merov jî tên guhertin, mîna lehiya dereng mayî, hemû qirş û qalên heyî li ber xwe dibe û guhertin in mezin li dû xwe dihêle. Êdî dema kurd berî 1400 salî bûn misulman, wisa bi serê wan hat.

Em kurd di destpêka sedsala 21ê de ne û hîn jî bindest û bê welat in, hêviya serxwebûn û azadiyê hîn jî ne diyar e, ne ji ber em ne yek in û ji hevûdu hez nakin, belê di gelek çax û deman de kurd bûne yek û ji hevûdu jî hez kirine lê dîsa hatine xapandin û şoreşên wan têkçûne.

Li şûna ko rewşenbîrên kurd bi hevûdu re, bi yek dengî û di yek daxuyaniyê de helwest û gotara netewî diyar bikin, gelek caran bi hev dikevin, gelek caran hevûdu tune dikin(mîna soran û kurmancan, partiyên siyasî). Ji bo min pirsgirêka kurd çareser nabe eger Ezdî misulman bûn an na, eger ezdî ji kurdîtiyê bêtir xwe nêzîkî ezdiyê bibînin, ew îca cihê pirs û lêkolînan e. Lê gotara min ji zû ve ew e ko kurd ne ji ola serdestan bana ana xwedî welat û al bana û ev dihêle merov bikeve gumana têkçûnên berdewam.

Bi gumana min, eger ne sedema sereke be sedema bereke ji bindestiya me re misulmantiye, misulmantiyê kurd pûç û bindest kirin, pişta kurdan wek netew şikand. Yê ko dîroka kurd xwendibe û bixwîne dê bighêje vê soxî û baweriyê, berî misulmantiyê kesî bi wan nikarîbû, kesî nikarîbû pişta wan deyne, kurd şah û serdarên dema xwe bûn, ev jî ji ber ko ola kurdan di wê demê de cuda bû, lê piştî hatina misulmantiyê, li welatê kurdan xwîn meşiya, lat û pût rûxiyan, pirtûk şewitîn, bahwerî herifîn, mîr û paşa bûn kole, kesî nema ji yê din hezkir û ji misulman û misulmantiyê re êdî kirin. Bi hatina misulmantiyê re bahweriyên kurdan bi carekêre hatin guhertin, welat û dunya berdan û ala misulmantiya rast û dirust bilindkirin(mîna; B. M. xeresanî û Selahedîn û gelekên din). Di dema kurd li ser sicada nimêjê bûn misulmanan girtin ser wan, ew kujtin, zarokên wan xeniqandin, jinên wan revandin, mal û mewdanên wan Talan kirin û welatê wan jî dagîr kirin. Dema misulmantî hat kurdistanê kurdan êdî dev ji welat û vê dunyaya ha berdan û xwe ji bo wê dunyaya dî terxan kirin, welat û milet û netewa ji bîr kirin û gotin:””ji ber ko mirin û bihuşt û 70 horî hene temenê me ji olperistyêre kine û têra me ji bo bihuşta rengîn nake. Ev dunya ji bîr kirin, di dema ko misulmanan xefka roviyan li ber wan vedabûn, êdî kurd di xefka misulmantiyê de ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn.

Belê, di dîroka kurd de gelek caran kurd di şoreş û meydanên şerde bi misulmantiyê hatine xapandin [Bedirxanê mezin û Yezdan Şêr bi destê Xelîfan û Etaturk û Xumeyniyan..hwd].êdî şoreşên wan têkçûn û serok û leşker bi destên misulmanan hatine kuştin û bi darvekirin. Ya din misulman kurdan misulman nabînin, naxwe kongirê cîhana îslamî li dar dikeve çima û ji bo çi nûnerekî kurdan lê amade nabe û kurd 40 melyon misulmanên rast û dirust in, nevî û nevîçirçirkên  rêzgarkerê Qudsê nin, geh jî me dikin gawir û hevalbendên Îsraîl. Cihûyan welatek ava kirin çimkî ne misulman in, eger misulman bana wê nekarîbana welatekî di nav misulmanan de çêbikin, ew jî dê bihatina xapandin û şikestin. Geh jî me dikin Mecûsî-geh Ezdî û Zeradeştî…, bi giştî me di misulmantiyê de wek birayê xwe nabînin.

Eger kurd ne misulman bana an jî ko dujminên wan ne misulman bana ana xwedî welat bana,. Gelo zulma ko misulman li kurdan dikin[Helebçe, zulma tirkan, şerê şaşikan û pirojeyên bahsiyan..], eger em di bin destên gawiran de bana dê li me kiribana?.

Hemû welatên misulmanan ji dû misulmantiyê ava bûn û jê qezenc kirin, belê misulmantî ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn, tenê kurdan ala misulmantiya rast hildan, ji ber vê yekê jî nebûn tiştek. Gelek caran dujminan ji bo berjewendiyên xwe misulmantî wek tivinga dagirtî û li ber teqînê di sînga me de bikar anîne û pê şerê me kurdan kirine, li gel ko ola islamê di Quranê de ne gotiye welatê birayê xwe yê misulman dagîr û bindest bikin, negotiye birayê xwe bikuje, belê gotiye; piştgiriya birayê xwe bike çi zalim çi mezlûm be.

Jiyana misulmanan bi hev re mîna jiyana masiyên mezin û biçûke; masiyên biçûk xwe bixwe hev dixwin lê lehing hemiyan dixwin.

Pasporta kurdayetiyê kurdên misulman bi ezdiyan şêrîn nake, her wisa ezdî jî. Bi gumana min dê bênder bên qulaptin û sînor jî bên ajotin tako mîna misulman û Qubtiyên Mesrê li me bê.

21/12/2008