Qilçix

TV a xwefiroşan

Kevir axivîn, hemû gurên dunyayê li Turkyê mirin, qantir hemû li Turkiyê zan û TRT 6 anîn, çimkî tirk dibin merov û xweziya nijadperestiya xwe bi zorê dadiqurtînin û televizyonekê bi kurdî vedikin. Bi gumana min eger rast be tirk ji bo vejîn, ji bo berjewendiya gelê kurd TRT 6 vedikin, dê ji îro pêve rok ji rojava hilê û dê li rojhilat biçe ava.

Gelo bi vekirina TRT 6 re zimanê kurdî azad dibe?, pirtûk, rojname û helwesta bi kurdî azad dibe?, stran û mûzîka kurdî azad bibe?, xwendina li dibistanan û perwerdeya bi kurdî azad dibe?, partiyên kurdî azad dibin?, paşnavên kurdî, navên kevir û gund û bajaran vedigerin û navên kurdî azad dibin?, van pirsan ji kurdên ko dê biçin di pirojeya xapandina kurdan kar bikin, dikim?.

Bi gumana min vekirina TRT 6 xefkek hezar diran e, ji bo razîkirina EUROPA vedibe û ne ji bo kurdan, tirk bi vekirina wê dikin kurdan di wê xefkê de xilmaş û razî bikin û xwe şêrîn bikin, dîroka tarî û kujtinê bi kurdan bidin jibîrkirin, an borandin.

Bi gumana min biratî, aştî, li hev hatin û jiyana hevbeş û merovantî bi tirkan re derew û xwe xapandine.

Vêga kurdê di pirojeya tirkan, ji bo windakirina kurdan de kar bike, bi gumana min mîna kurdekî xwefiroş e, û li dujî berjewendiyên gelê xwe derdikeve, belê berjewendiyên xwe û yên tirkan di ser ên netewî re digre. Çi çaxa tirk li mafê kurdan mikur hatin, bi hebûna 30 melyon kurdî mikur bên û bi şewata çar hezar gundî û qirkirin kurdan di dîroka reş û tarî de mikur bên, dibe ji mafê her kurdekî be ko bi wan re kar bike. Ez guman nakim kurd dê di TRT 6 de karibin helwest û gotara xwe ya siyasî bibêjin û diyar bikin, wek çawa hin kurdên rojava di televizyona Ebdilhelîm Xedam de kar dikin, E. X. çil salî diktatorî kir, cîgir û destê Hafiz Esed ê raste bû, xwîna miletê sûrî mêt û bi pereyên diziyê û gelê sûrî TV vekir û ana mexabin hin kurdên navdar mîna; Selah Bîlal, Inayet Dîko, Nezîr palo, Jan Dost, Reşad Yûsiv ji bo çend dolaran têde kar dikin, eger ne ji bo dolaran be naxwe piştgiriya helwesta E. Xedam ya li dujî kurdan dikin. E. Xedam ê ko zimanê wî nagere bêje mafê kurdan li sûriyê heqe û zul û zordarî li wan bûye, û Qamişlo nabîne bajarekî kurdî.

Li dawiya dawî merovên xwefiroş di nav her miletî de hene, ên ko bi dujminê gelê xwe re kar kirine hene, berjewendiyên xwe yên kesane di ser ên miletê xwe re digrin. Li dirêjiya dîrokê gelek caran kurd bi destên kurdan şikestine, lê bila kurd agahdar bin.

21/12/2008