Qilçix

Felsefe

Felsefeyê û feylesûfan tim û tim guhertinên xweşik û baş di mejiyê merovan de çandine, dako tim û tim merov ber bi xweşiyê de tevbigerin. Îca felsefe  ew e ko merov bikaribe, merovekî serhişk û xwedî helweseteka çewt vegerîne ser riya rast û dirust. Ew merov dê feylesûfekî mezin be, ew ê ko bikaribe wî ji hevraziya serhişkiyê daxîne taxa sernermî û guhdarîkirinê.

Jixwe feylesûfê nû, yan jî felsefeya nû ya ko pêdiviya me pê heye, hîna nehatiye afirandin, ew merovê bikaribe kesayetiya merovê kurd fam û şirove bike, dako merov bikaribe di encama lêkolînên li ser kesayetiya wî sûdeyê bigre û bide û li gor wê famkirin û şiroveyê nas bike bê çima kurd hema fêrî şikestin û xapandinan bûne. Li gor wê felsefeyê dê bê zanîn çima kurd ji hev hez nakin, çima li hev guhdarî nakin û hev napejirînin, çima partiyên kurdan karin bi hev kevin lê ji hev hez nekin, her wisa nivîskar, hunermend…û baziganên bacanan.

Felsefe ew e ko merov du caran li ser eynî maseyê neyê xapandin, lê felsefe bi hovan re kêferata mirinê dike. Bercewendiyên aborî nema derfetan didin felsefeyê ko li şûna dexse û hovîtiyê hezkirin bê çandin.