Gotar

Bi xatirê we…

Daxuyanî

Dûrketina ji we bi mirna min e, lê gerek dûr bikevim, gerek ez tiştekî ji xwe re jî bikim, ji kesê xwe re, min gelek çaxê xwe da malperê gelek-gelek, bibor in ez nema dikrim wisa berdewam bikim, ez westiyam.. bawer dikin min ji çaxê xwendin û nivîsandina xwe dida malperê dako ez li gor karîna xwe tiştekî ji we xwendevanan re bikim, her wisa ji bo we nivîsakarên hêja û delal, îca nizanim li gor nirxandina we; gelo min dikarîbû bi riya malperê tiştekî ji bo çanda kurdî bikim an na, îca hun gelî birêzan dikarin bersiv bidin û binirxînin.

Ji roja ko malpera Tîrêj hate damezirandin di 01/12/2002  û ta niha min wek sernivîserê beşê kurdî tê de kar dikir, gelo min dikarîbû ez hemû xwendevan û nivîskaran razî bikim an na, dîsa bersiv û nirxandin li ba we ye. Di vir de ez lêborîne ji cenabê we dixwazim ko min şaşî û guneh di derheqa hin kesan ji we yan di derheqa çand, wêje û zimanê kurdî de kiribe, lêborînê ji we birêzan dixwazim.

Eger we ji çîrok û Qilçixên min hez kiribe hun dikarin li deverin din, di malper in din de min bixwînin. Dibe hun di Tîrêj de jî nivîsên min bixwînin, ez hîna nizanim kî dê şûna min bigre, bi hêviya ko yekî/ê ji min zanetir be, dil mezintir be, dilovantir be.

Min wek dilbera xwe ji Tîrêj hez kir, wek diya xwe, wek we, wek çîrok û Qilçixên xwe. Çimkî min temenek pêre borand û niha van gotinan dinivîsim û kela girî di qirka min de ye, vê daxuyaniyê bi rondikan re dinivîsim.

Ta radeyekê min dikarîbû beşekî mezin ji nivîskar û rewşenbîrên kurdistanê ji her çar perçeyan bi malperê bidim nasîn, her wisa min dikarîbû malperê bi wan bidim nasîn û ev hemû ji kîs çax û dema min bû. Berî ko nivîsan belav bikim min hemû dixwendin û li gor zanebûna xwe serast dikir, îca ta çi radeyê ez serkeftî bûm û hun ji karê min razî bûn, ez nizanim, lê gerek wisa be, gerek xwedî û serinîserên malperan wisa bi hemû nivîs û berheman re bikin, ji ber gelek caran şaşî derdikevin, çi bi qestî be û çi jî ne bi qestî be. Hin nivîskaran ji ber vê yekê nivîsên xwe ji min re ji bo belav kirina di malperê de, nedişandin, di dema ji hin malperên din re dişandin, ew malperên ko xwedî û sernivîserên wan bi kurdî ne zanin bixwînin û ne jî zanin binivîsin( xweda ji wan razî be). Çi nivîsa ko digha malperê, çi belav biba, çi jî belav nebaya, min bersiv ji bo rêzgirtin ji nivîskar û malperê re, dişand. Min qet ji E-mail an nivîs kopî nekirin û di malperê de belav nekir. Ez vê wek karekî kirêt dibînim û yê wisa dike dizane çiqasî karekî kirêt dike, ji ber gelek şaşi derdikevin.

22/09/2006