Gotar

Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe. Serhildan û firotina filiman

Di dema ku gelê me li rojavayê kurdistanê rabû ser pêyan û bi mêranî bi serhildana xwe ya pîroz rabû, mexabin hin kesan ew serhildana pîroz ji bo berjewendiyên xwe yên kesane pêk anîn. Di her tevger û serhildan û şoreşan de kesên wisa ji bin hîmên giran û bi qirêj derdikevin û ji xwe re dibêjin; ev derfeta min e ko ez ji xwe û jiyana xwe re tiştekî bikim. Bêguman kesên wisa dizanin bi awayên xwe yên fen û fût û xap û raz kar û xebata xerab û çewt bikin û navekî an jî bi şêwekî ji şêweyan xwe bikin serê rimê û xwe diyar bikin ko ew jî zikêşên milet û welatê xwe ne, di dema ko tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesane kar dikin wek sûsmaran hêsran li ser şehîd û birînadaran dibarînin. Di vir de jî hin kesên sana û pêwened mexabin ji wan bawer dikin  ko ew jî ji gelê xwe re kar û xebateke pîroz dikin.

Di dema ko xwîna ciwanên me hîn zuha nebibû û di dema ko dayikên şehîdan şehîdên serhildanê vedşartin û qare qara birîndarên me bû ji ber birînên dijwar û guleyên qedexe, û di dema ko her yek ji me li wênekî, li filimekî digeriya da ko ji raya giştî ya cîhanî re diyar bike bê rêjîma diktator li Sûryê çi bi serê gelê me yê sivîl û destvala tîne, Sîrwanê Hecî Birko ew wêne û filim li ba xwe veşartibûn û bazara kirîn û firotinê bi medya cîhanî re dikir da ko çend qirûşan qezenc bike. Hate ragihandin ko wî filimên serhildanê firotine telefizyonên Swedî, Birîtanî û ya Israîlî jî weşand, wî ji min û Ferhad Ehmê re got ko wî filim firotiye televizyoneke Birîtanî bi 700 û tiştek Pawndî û ez û F. Ehmê li ser vê yekê şahid in, dîsa wî ji me re got: ‘’em dikarin van pereyan li hevûdu par bikin û li ser malperên xwe xerc bikin’’ lê min û Ferhad ev yek red kir û me got em wisa nakin, ya baş tu wan pereyan bişîne ser banka serhildanê ya ko li Swedê vebibû, û me ev babet di Koçka 12 adarê de((Paltalk))û bi amadebûna nêzîkî 100 kesî û ew li wir beşdar bû û wî soz da ko pereyan bişîne ser sindoqa serhildanê, lê ev tişt ta anih adiyar nebû ye. Ew pere ne yên me ne û ne yên te ne, belê yê serhildanê ne.  Her wisa gelek kesên din jî li ser ve yekê şahid û agahdarin. Kurdên Swed, Birîtanya û Israîl dikarin bon a kirîn û firotina wan filiman ji wan televizyonan wergirin.

Di dema ko şehîd bi dû şehîdekî de diket û serhildan germ bibû gelek kesan telefon û têkilî bi hin televizyonên Erebî wek Al-Jazeera û Al-Erebiye re danîn û ji wan xwestin ko tiştekî biweşînin, wan televizyonan gotin ko filim li ba we ne û hun nadin me ko em biweşînin û hun bihayê wan gelekî dixwazin, jixwe mebesta wan Sîrwanê Hecî Birko bû, û wî filim neda wan televizyonan ta ko bi dehan şehîd ketin û li ser bazarê li hev hate kirin. Jixwe ew kesên ko têkilî bi wan televizyonan re danîn diyarin û gelekin.

Di dema ko alîkariya aborî ji dê û bavên şehîd û birîndaran re gerek bû wî li ser malpera xwe nivîsandibû: kesên li Emerîka dikarin alîkariya malpera Amûdê li ser vê navnîşanê…li ser vê bankê(nemra banka xwe nivisandibû)..li ser vê mail û vê jimara telefonê, alîkariyê bidin min, jixwe di wê demê de ji hin kesan weyê ko ew alîkarî ji bo serhildana gelê me bû, lê ev yek ne raste tenê ji bo wî bû û kete bêrîka wî.

Di dema ko wêne ji welat difiriyan û xwe li lawên bavan digirtin da ko bi şêwekî rast û durust belav bibin, da ko her kes bibîne bê çi bi serê gelê me tê wî navê malpera xwe li ser wan wêneyan çap dikir û reklam ji xwe re dikir û digot; min wisa kir û min wisa kir û telefon bi dû telefonê de vedikir, ma gelo pêwistbû ko navê malpera xwe li ser wan wêneyan binivîsîne. Di wan deman de, di dema serhildanê de Rojtv bernamek li ser serhildanê pêşkêşkir, ji min re hat ragihandin ko wî gelek telefon ji Rojtv re vekirin û ji wan dixwest bêjin ko ew wêneyên ko têne pêşkêşkirin ji malpera wî hatine girtin, wek gelek kes dibêjin: malpera tevliheviyê, ma navê te gereke yan belav kirina wêneyan gereke di vê dema zirav û teng de..diyare ko tu tenê li navê xwe digere, tenê ji xwe re dike, kî mir, kî ma ji te re nexeme, kurdan ji berê de gotine: tirek û deh tir li cem tirekan wek heve.

Firotin û bi derengxistina wêne û filimên serhildanê bû sedema ko bi dehan xortên me î ciwan şehîd bikevin. Hin kes dibêjin ko ew wêne û filimên ko wezîrê çanda kurdî Sîrwanê Hecî Birko li ba xwe veşartibûn da ko bifroşe û pereyan qezenc bike, bûn sedem ko bi dehan şehîd bikevin, dibêjin ko ew filim û wêne bi lez belav bibana dibe ko ewqas şehîd neketana, dibe ko raya giştî ya cîhanî zor li rêjîma Sûryê kiriba da ko komkujiya kurdan birawestanda. Jixwe ji bo vê yekê ez bang li dê û bavê wan şehîd û birîndaran dikim ko vî kesî tawanbar bikin û dawê lê rakin da ko ev yek careke din dubare nebe, her wisa bang li kesên xwedî ûjdan, welatperwer û tevgera kurdî dikim ko komîtekê ji xwe hilbijêrin û vê yekê bişopînin, ko wisa nebe em ê ta û ta bêne xapandin û dîrok dê bi me re ne dilovan be. Buhayê xwîna wan şehîdan ji vî kesî tê xwestin.

Merovê ko naveroka vê nivisê bawer neke dikare lêkolîn bike.

Her wisa bang li xelkên bajarê Amûda bavê Mihemed dikim ko navê bajarê xwe ji ser malpera wî rakin, mexabin navê Amûdê bi navê rojnamevaniyê ji bo kesê xwe û tevlihevî, gelacî û xerabiyan pêktîne. Wî ev navê pîroz lewitandiye. Gelî xwendevanan hun dikarin nameya Hekar Findî ((Nameyek vekirî bo xwediyê Malpera Amûdê)) wek nimûne bixwînin. (di avestakurd.net û Mehname de belav bû). Û gelek nimûneyên din jî hene, ta dema wê bê ew dê belav bibin.

http://www.avestakurd.net/Avesta%2062/hekar%20findi.htm

Têbînî: ev cara yekemîne ko ez di nivîseke xwe de merovekî bi nav dikim, ne ji karê min e ko merovan bi nav bikim û li ser wan û kesayetîya wan binivîsim, ji bo vê yekê gelî xwendevanan lêborînê ji we dixwazim. Lê vî merovê ko bihayê xwîna şehîdan xwariye û kedxwarî kiriye ji we re eşkere dikim da ko hun bi rola xwe ya dîrokî rabin û rojekê ji rojan kesek min tawanbar û gunehkar nebîne. Ez her tiştî bi delîl û dokument dibêjim û dinivîsim û ez bawerim wek her carê wê vê yekê bi şêweyê xwe î derew û xapînok red bike, lê dîsa ji we bi hêvîme gelî xwendevan, welatperwer û dilêşên netewa xwe ko hun lêkolîn bikin bê kî raste û kî milet û daykên şehîdan dixapîne.

Dubare û sêbare….û sedbare dibêjim: ê ko bawer neke dikare lêkolîn bike û ez ji her tiştî re amade me.

Çîma niha û bi derengî ev nivîs belav bû: ji ber ko me guman dikir ko dê wan pereyan bişîne ser banka serhildanê wek ko wî soz dabû, lê ji ber ko ta niha ev yek nekir, êdî em mecbûr bûn ko binivîsin û belav bikin.

Bijî serhildana gelê me…bimrin virus û mîkrob û kurmê daran.

Holenda

20/11/2004

Ji Duhokê rojnamevan û nûçegihanê Amûdê yê berê Hekar Findî ji Avesta re nameyek şand û diyar kir û wî ev name berê ji bo malpera Amûdê şandiye lê nehatiye belav kirin, ji me hêvî kir ku em di Avesta de belav bikin. (AVESTA)

Nameyek vekirî ji Birêveberê 

Malpera Amûde re

Hekar Findî

Silav

Wek xweya min ji despêka sala 2002 an de u ta îro bi malperê re karkirye û te jî navê min li du beşên( Kurdî û Erebî.) mîna niwênerê malperê li Dihokê di nasnama malpera xwe de nivêsîye. Min di despêka wê de karkiriye ku hêjî malper di despêka xebata xwe de bû û ta iro, min got karkirin bi her cihekê kurdî re xizmete bo xak û milletê me .

Min wesa hizir dikir ku karê min karekê niştîmanîye, xizmeta bo peyva resena kurdî, xizmeta çanda Kurdîye, zêdebarî xizmeta devera me, her çende ew karê min dikir ne wesa karekî mezin bû jî, lê li du şiyanên xwe min jî texsîrî nekir bû .

Roj bi roj hizrên min yên rast yên despêka karê min bi tere, xweya bûn ku xeletin(şaşin) .

Çendîn karên min yên ragehandinê ji bo malperê nehatine berçavkirin, ji aliyê te ve hatine pişguh havêtin û te qet qîmet neda xebat û zehmeta min… lê min mîna mirovekî bi exlaq û heya radeyekê nasyar bi karê rojnamegerîyê ve got çi nîne. Ev karên te nebû carek û ne didu … û zêdetir jî lê hatin, heta ku min xebata xwe rawestand, ji ber ku min dît weşana karan maye ser mezacê şexsê te!!. Karê ku di nav sîstema Besîyên Sedamî de jî li dijî Kurdan hebû, te bi bîra me dianîn…

Karê malperê roj bi roj ber bi paş ve diçîtin û karê malperê nemaye weke ku te di despekê de armancên malpera xwe bo xelkê diyar dikirin .

Karê wê bûye têkvedan û gehandina nûçeya şaş û nerast bi xwendevanan re, ku ev yek jî min zor nerihet dike. Ji ber ku ez jî yek ji xebtkarên malperê me( herçende tu malperê bi malpera xwe ya şexsî dizanî ), tu ( rêveberê malperê ) biryaran didî û nûça li duv heza û daxaza xwe ya şexsî û ya dilê te dixaze tu û belavedikî û tev karmendên xwe jî di agirê xwe de disojînî, ku ev yek jî nabe û ev isloba te yeinî xweperestî heta sînorê nexweşiyek deronî.

Herkes xwedî bîr û bawerên cudaye û nabe kes bîr û bawerên xwe li ser tu kesî qayîm(ferz) bike, lê mixabin çendîn cara(belku dikarim bêjim hema tev caran) te li duv heza xwe û bîr û bawerên xwe êrişî xelkê kiriye û nuçe li duv zanîna û viyan û armacên xwe weşandine!! .

Malpera Sîrwan Hecî Berko( Malpera Amûdê) roj bi roj xwe berovajî wan diroşmên serincrakêş diyardiket.

Mixabin malpereke wesa ku navê bajarekê kurdistanê bi xwe ve digire û keskî mina te xwe dike niwîner û gotubêjê bajarekî, divê malpera amude durî bîr û bawerên te yên şexsî bin … û gelek divê(yên) din …..

çend diroşimên vala

ji aliyê birêveberê malpera amudê

1.     Malpera Amûde ….. Malpera tev Kuridstanê ye

Malpera Amûde ….. Malpera tev Kuridstanê ye …Ev gotina birêvebirê malperê ye ku çendîn cara ji min re gotiye, lê wesa nîne ku karê malperê berovajî wê gotinê diyar dike. Min çendîn caran nûçe û berhem û pirtûk û karên hunerî û .. htd ji devera xwe Duhokê jêre şandine, lê neweşnadine ji ber ku dilê te ew yek nedixwest. Ev nexeme lê tiştên ji wan ast nizimtir hatine weşandin ji ber hin sedeman(ji ber dilê te ew xwestin bûn) , malper bûye malpera te ya şexsî û ne ya bajarê te jî .

2.     Jiyan Tariye bêyi malpera Amûde

Ev jî hin ji wan diroşmanin yên ku xwedîyê malpera amude di berî heyamekê de weşandîn, di dema birayra bi dawîanîna xebata malperê kirî, lê ev yek jî neraste, ji ber ku inyeta xwediye wê ne xizmete û ne karekê piroze, ew tinê ximzeta şexsê wîye û ne tiştekî din .

Derbarey nûçeyan … bo nimone, te çendîn cara ji min re gotîye ev nûçe û berhemên belaşin, here nûçên ku pare tînin bîne, rêklamên bazirganî bîne!!. Lê min ev daxaza te û ew karê te nekir û nakim jî. Wê demê jî min gotibû te ku bo zanîn ev nekarê mine .

Herwesa derbarey pençereya kulîlkan …. Ku tu têde her heftî wêneyekê zaroyeke kurd têde diweşinî, bo vê yekê jî te gotiye min here ba dewlemenda û bêjê wênên zaroyên we emê biweşînin û peran jê bistîne. Min ew jî nekirîye û ez ne ji malbateke wisa kêm hurmetim ku karên wiha bo kesekî bikem.

Ev yek bo sedema hindê ku dilê min ji karên malperê yên wiha bêxêr û kêm ast sar bibe, ji ber ku xweya dike ku tu tenê ji bo berjewedniya xwe ya şexsî û bilindkirina navê xwe kar dikî û te fêde divê, pere divên û ne xizmeta peyva kurdî.

Ez ne( Werecim) ta biçim peran ji xelkê bixazim ….

malpera Amûde …..Rastî li ku be ew li wire

Di vê derbarê de em zêde dûr naçin û di rûperên malperê yên kevin de cîh nagerin, te di van nêzîkan de çendîn nûçên nerast û şaş di derheqa çendîn kes û alîyan de weşandine, mîna ( hunermendê mezin Şivan Perwer, Pena Kurd, Hîvî Berwarî ,…û gelekin din) .

Ez berevanîyê ji van kes û alîyan nakem, ji ber ku wan bixwe bersiva te bi başî dane, lê bi van karên te yên nedirost ez nerazî me. Herwesa mixabin navê min jî dikeve tensihta navaê te û ez ji vê çendê bêbarim û ez ne digel bîr û bawewrên te yên bertesik û şexsîme .

Ez xwe berameberî van kesan şermizar dibînim, lewra li vir daxaza lêborinê ji wan dikim û dibêjim wan:” ez ji van karan bêbarim û çi pêwendîya min pêre nîne”.

Tu jî dizanî ev çend mehe ku min çi bizav bo malpera te ya şxsî  neşandine, ji ber ku ez ji wê şopa ku malper di ser de diçe nerazî me …. Ger bêy û bejî çima niha tu nerazîyî? ezê bêjim te mirov di rojek û şevekê de tu kesî nas naket û ya dilê wî nizane ka ji bo çi armancan dixwaze mirovan ji xwe re bikar bîne … Gelek kiryar min ji te ditin, gotinên te yên nerast bihîstin, ji nû de min biraya da ku tekelîya xwe bi malperê re biwestînim.

Bi têkelîya xwe bi terê ez gîham wê çendê ku kar û gotinên te tev de bi çep û çîrin, nivîsên te ne rastin û tu ji xiyala xwe û viyan û armancên xwe yên şexsî dertînî û belav dikey.

Ji ber van û hin sedemên din(ku naxwazim li vira behsa wan jî bikem), bi vê nama xwe ez dest ji karê malperê berdidim, û hîvîdarim ku bi zotirîn dem navê min ji her dû beşenen malpere derxînî. Li ser van karên te yên berî demekê û xebata malperê ya dûrî karê ragehandinê ez nikarim bêdeng bimînim.

Ez xwe gelek şerimizar û nerihet dibînim dema ku min bi dil û can bo malperê karkirye, ku li dawîye min rastîya malperê zanî û armancê xwedîye wê min ta radeyeke baş zanîn û ez dereng gehiştim wê biryarê ku navê min ji nasnama malpereke şexsî bê derxistin.

Ji bo diyarkirina rastîyê bi xwendevanna re tikaye vê nama min biweşîne .

Li dawîye jî dê bêjim:” ez ne yekem kesim û hîvîdarim bibim yê dawîye ku dest ji karê malperê ber didim”.

Dihok

14.04.004