Çîrok

Ax ji derdê mêrekî

-Xwedêyo…ma min çûkên te peritandibûn, te ev yek anî serê min, bawer bike nema diqede, bê mêr nema diqede,  piçekî li rewşa min jî binêre, yên ji min piçûktir mêr kirin û zaroka wan ya mezin bûye bi dirêjbûna min, lê ez pepûka xwedê di mala bavê xwe de mîna pîrejinekê pîr bûm.

Bi van gotinan Narîn her roj yazdeh caran berzûrî xweda dibû û her carê jî berzûriya xwe bi kufe-kuf û axîn bi dawî tanî :

-îro jî çû û kesekî ez nexwestim .

Ez jî ne xwezî bi wê roja min ew nas kir, rojek reş bû di jiyana min de û qet ji bîra min naçe, rojnan ji min ve mîna bûkek lastîkî bû hingî xweşik, bedew û li hevhatîbû, lêvên xwe mîna kulîka nîsanê sor dikir, hinarkên rûyê xwe dikir mîna pelên gulan û porê xwe dikir mîna Birc Êvil da ku piçekî di çavên merovan de dirêj xuya bibe, dema min ew wisa xweşik û bedew didît min jê dipirsî:

Van rojan tu ne îş weşike…çi bela te ye?!, dibin çavan re bi kêlekekê û bi kenekî lib-libî li min vedigerand:

hesta şeşa ji min re dibêje van rojan wê xortek bê te bixwaze û bi rastî jî berî sê-çar rojan min di xewde dît ez bûk bûm lê bê berbû û kilîl û zave.

Carna jî min ew didît dilê min ji hemû jinên dinyayê dixelya û nava min li hev diket, her wisa dilê min ji keçkên dinyê tevan sar dibû, min dê û xwîşk û cîrana xwe ya xweşik ji bîr dikirin û kirêt didîtin, wê gavê min dixwest ez tune bama, yan gornebaşekî li nava mezela bama, yan jî bi carekê re ne hatama dunyê, lê dara xweziyan ber nagre, bi madekî tirş û tal bê ku ez lê meyzênim min jê di pirsî:

Ka qey hesta şeşa derew kir..te îca çima xwe kiriye mîna pîrhebokan.

Ku merov ew di vê rewşêde bikira meymûna sersalê dêmerovçewalek pere bida hev, wê jî wisa ne diwêrîbû li celd û kolanan bimeşe çimkî zarokan didan dû û tinazên xwe pê dikirin, wek bi dînan bikin û wisa digotin:

Dêhnê..Dêhnê ..Dêhnê ..ji derdê mêrekî re dêhn bûye..Hêlekê…Hêlekê…

Bi koman zarokan didan dû tanî ew dixistin mala bavê wê, ji lez û bezan re çîmkên wê yên mîna darikan li hev diketin û diherbilî, tanî ku dighaşt mal sê-çar caran dikulmişî û diket, dibû bi herî, dibû bi toz û terabêlk da ji zarokan rêzgar bibe û bighêje malê, lê zarok ji dû wê venedigeriyan.

    Narîn jî baş û têra xwe nezan bû, ji kerbê mêrekî re mirîbû û tu xebata hêja ji bo hêvya xwe ya ku ji bo wê ranediza, nedikir, tu şêwe û awa li ba wê nebû ko xwe di hustê xortekî rake û xwe jê re bikî jin û bermalî, di dema dawî de bi awayekî pêşketî û şaristanî xwest ku mêrê pêşerojê bibêne dema rahiştibû bihîstoka telefonê û heman wisa li nemrekê dabû…ev nebû yê din-yê din nebû yê dinî din..ma çawa çêbû .ma xela mêraye, weleh kes di mala bavê xwe de wisa nemaye, hema ev bext reşî bi ser serê min pepûkêde teqiya, çi nîska min fûriya û girara min rijiya. Carekê na belê gelek caran Narîn û xortekî ji yên ku şensê wî hebû ku pêşwaziya telefona wê bike soz û civan li ba mizgeftê yan li gulîstanê yan li ba peykerê serok didan hev, bi xewnên şeva jî hevûdu ne dîtin e, xort neh-deh caran dibere diborî û diçû û dihat û carnan jî milê wî li yê wê diket lê ew nas ne dikir, demekê baş herdû li wir dirawestiyan, dawî herdû polî poşman pişta hustên xwe dixurandin û bi dilekî xemgîn vedigeriyan malê, Narîn bahwer ne dikir bighêje mal û dest bi girî bike lew çima bextê wê wisa reşe, hêstirên wê wek ba û baranê dihatin xwarê, çimkî xort ew nas nekir, an jî çima nehat ser soza xwe. Kî din jî di  şûna xort de ba ew nas ne dikir, lê ma xort dê çawa wê nas bike û wê di telefonê de pesnê xwe wisa dabû: –Ez dirêj û li hevhatî me, gelek xweşik û bedew im, porê min bi ser zer ve diçe û ez gewr im, lêv tenik û anî geşim, dev li ken û xwîn şêrîn im, meşa min qitikîye, rawestana min ya baze û wek mûmê şewq û nûr ji rûyê min dire. Çawa dê bighêjin hevûdu û wê xwe di telefonê de ji Fatma Muxribî xweşik û bedewtir kiribû û hêvî û daxwaza wê ku bi lez mêrekî di ber xwe de li ser nivîna xewê bibîne, mêr qelyan nebedîbûn, gura xwarin, ma hema bext reşî bi ser serê min pepûkêde rijya. Lê Şerîn jî hîn mêr nekiriye li gel ku zanko jî kuta kiriye û gelekên weke wê  di mala bavê xwe de mane, hingî bi  tir û paye û poz bilindin.

        Narîn gelek caran hêvî dikir ku berî dused-sêsed salî bihata dunyê, wê demê keç çawaba di mala bavê xwe de nedima, ku keçek xweyî din didan mêr roja guhestina wê ya bê mêr mayî bi berbûwan re bi rê dikirin û wisa keçên xwe yên bê mêr mayî didan mêr. Gelek caran bêhnek kûr dikşand û bi kufînî berdida û serê xwe dixist defa sênga xwe de û dipojinî pêre di nava xwe de digot:

Seh kurê sehan bû yê ku fermana mêrkirinê xist destê mêran de.

        Gelek xewnên wê yên gulgulî hebûn, zarokên wê çê dibûn û  bi germayî hemêz dikirin, bi wan şa dibe û bi şev û roj bi wan re dilîze û bê jimar wan diramîsîne, naka û paşî ku hemû xewnên wê vemirtin roj bi roj xeradibe û bi bûkên lastîkîre dilîze û şa dibe, çîrok û serpêhatiyan ji wan re dibêje û bi wan re diaxive, tebatî qet lê tuneye û hergav mêrkirin di bîr û bala wê deye, da ji bo mêrekî da ser gelek rêyan, lê hemû li pêş wê li nîvê rê dihatin girtin û asê dibûn, ne falek ma û ne devgirêdanek ma û ne jî şêx û meleyek ma ku nivişt û morîkên si’ûdê ji ber destê wan bi xwe venekir, lê di dawya dawîde tuştek bi ser tuştekî nedixist, nizanim çawa ramana kovarê hatibû bîra wê ko nûçeyekê têde binivîse û belav bike da hêvya mana xwe pêk bîne û têde hatibû nîvîsandin:

Ez li mêrekî digerim, ez ne korim ne seqetim ne jî bawîme, ne payeme wek gelekan, tanî kîbe ezê wî bikim bê şert û merc, ne wek hinekan dibêjin divê textor be, divê endezyar be divê perelî -merlî be divê xweşik û meşik be.

Bi rastî gelek pêşkêşî wê bûn lê yek tenê jî bi wê razî nebû li gel ko wê guman dikir ko çawa be dê yek ji wan bikeve qefesê û bibe mêrê çav li rê.

        Ji ber hinin guneh û şaşitiyên wê ev dek û dolab hatibûn serê wê, di ciwaniya xwe de li gel ko hîn jî ciwan e lê dema ko ji xwe razî û di çav xwe de bû çendekan ew xwestin lê ew bi wan razî nebibû, wê digot çima ev girafêtê danayne, çima ev bêvil mezine, çima ev ne textor û ne mihendise, çima ne perelî û bi mal û mewdane. Niha tepa li serê xwe dixe û gelekî poşman bûye lê nema xêr dike, merov dikare bibêje ko destê xwe ji dunyê şuştiye, di van çend rojên dawî de çavên xwe li yekî bi jin û zarok digerîne ko hema pê bisitire û nêta xwe li yekî wisa xerakiriye li gel ko evya mêrê du jinaye û nan di mala wî de nîne, ango tu dikarî bibêje destê xwe ji bo mêrekî di pelîne, li gel ku kesî bawer nedikir ko wisa bi serê wê bê ji ber  Narîn ji welat parêzya xwe hez dikir û gelek ramanên wê yên hêja û bedew di warê xebata siyasîde hebûn û gelek kesên ko bi sala di partiyande mabûn ev raman bi sêngek fireh dipejirandin û bi xurtî şerê dujminê nezan û paşketî dikir, gelek salan di partiyekê de jî mabû lê mexabin û ji ber ko mirovekî kurd ew nebir û ji xwe re nekir jin, hêvyên wê yên avis beravêtin, di van çend rojên dawîde şivanekî Ereb mîna tol tajîkî revand û bû çîrokek li ser her zimanî, bavê wê jî ferman da û got:

ê wê bikuje ezê jina xwe lê mehr bikim.

                                                                    Qamişlo  

                                                                  01/01/1993